26'ê Adarê derketibû holê, ku Goristana Êzidiyan a dîrokî ya bi navê "Hesen Beg" ku li nêzî gundê Mezrêya Mihoka ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye, bûye hedefa êrişeke kesên nenas.
Di êrişê de kêlên goran hatin şikandin, peyker û nîşaneyên Êzidiyatiyê hatin têkbirin û xisareke mezin, li goristanê hate kirin.
Bi dehan mal, komele û yekîtiyên Êzidiyan, têkildarî mijarê daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de ev êriş û bêhurmetî, bi tundî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku bûyer êrişeke bi zanebûn e, li dijî nirxên Êzidiyatiyê.
Saziyan bi bîrxistin, ku bi dehan sal in li dijî goristanên Êzidiyan, cih û warê wan ê li Bakurê Kurdistanê, bi rêk û pêk êriş tên kirin, lewma êrişa vê dawiyê jî, ne êrişeke ji rêzê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişa li goristanê bi pergal e, bi mebesta jiholerakirina bîranînên Ezidiyan, ên çandî û olî ye."
Saziyan bang li rayedaran kirin, ku berpirsyar bên darizandin û ji saziyên demokratîk û civakî jî xwestin, ku li ber vê yekê rabin.
Saziyên Êzidî yên ku daxuyanî dan:
1. Foruma Êzdiyan Oldenburg k.n.
2. Komela Êzdiyan ya Çandê li Frislanda Rojhilat (Ostfriesland) k.n.
3. Civaka Êzdiyan ya herêma Oldenburg-Vechta k.n.
4. Civaka Êzdiyan Osterholz-Scharmbeck k.n.
5. Navenda Êzdiyan Baden-Württemberg k.n.
6. Civaka Êzdiyan Rheinland-Pfalz k.n.
7. Navenda Çandê ya Êzdiyên Bremenê û Derdorê Wê k.n.
8. Navenda Êzdiyan Münster k.n.
9. Civaka Êzdiyan Bochum k.n.
10. Civaka Êzdiyan Emmerich k.n.
11. Civaka Êzdiyan Bergen k.n.
12. Civaka Êzdiyan Göttingen k.n.
13. Civaka Êzdiyan Gütersloh k.n.
14. Komela Çandê ya Êzdiyan Heidekreis k.n.
15. Civaka Êzdiyan Verden k.n.
16. Civaka Êzdiyan Bielefeld-OWL
17. Komela Çand û Civakî Kaniya Spî Bielefeld k.n.
18. Hevgirtina Êzdiyan Nienburg k.n.
Yekîtiyên li Almanya:
1. Yekîtiya Navendî ya Êzdiyan k.n. (NAV-YÊK)
2. Yekîtiya Hiqûqnasên Êzdiyan k.n.
3. Yekîtiya Hûnermendên Êzdiyan k.n.
4. Meclîsa Jinên Êzdî k.n.
5. Navenda Êzdiyan ji bo Hûner û Çandê (NCÊ)
6. Civaka Akademisyenên Êzdiyan k.n. (GEA)
7. Hevbendiya Êdiyên ji Suriyê (HÊS)
8. Kordînasyona Meclîsên Gundên li Tirkiyeyê
Medya/Saziyên li Almanya:
1. Çira TV k.n.
2. Dengê Azad (DRA)
3. Komela Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê k.n.
4. Komela Alîkarî û Piştgiriya Gundê Gede k.n.
5. Meclîsa Şengalê li Dervayî Welat
6. Koma Hevaltiyê ya Alman-Kurdan Senden
7. Komela Êzdiyan ya Cilûbergên Kevneşopî k.n.
8. Weqfa ji bo Mafên Mirovan "EZDINA FOUNDATION" Koln