Salvegera şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

Salvegera 8'an a Şoreşa Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û salvegera şoreşa Rojava bi rengekî girseyî pîroz kirin.

ŞEHBA

Bi silogana "bi ruhê 19`ê Tîrmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk misoger bikin", şêniyên herêma Efrînê salvegera şoreşê pîroz kirin. Şêniyên bi vê boneyê meşek li dar xistin. Meşê ji çatrêya Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir. Meşvanan pankertên bi nivîsên li ser şoreşê û alên kongreya Star û TEV-DEM`ê rakirin.

Meşvan li qada kampê rawestiyan û deqeyekê rêz girtin. Piştre endamê Rêveberiya Xweser a herêma  Efrînê Ehmed Hemdo axivî û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan, Rêber Ocalan, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li koçberên Efrînê pîroz kir û soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û herêmên Şehbayê yên mayî da.

Bi navê Kongreya Star Fatima Silêman jî, salvegera destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelên herêmê û bi taybetî li jinan pîroz kir û wiha axivî: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê ket sala xwe ya 9`an. Di 8 salên borî de me gelek destkeftî bi dest xistin û xwe di hemû saziyan de bi rêxistin kir. Lewra dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gel têk bibe. Lê belê em ê heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî berxwedana xwe dewam bikin."

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif jî wiha got: "Di kesayeta şehîd Xebat û şehîd Gulê Selmo de, em şehîdên destpêkê ku çirûska şoreşê pêxistine û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û vê rojê li wan pîroz dikin."

Hediye Yûsif wiha berdewam kir: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê yek ji destkeftî û berhemên berxwedana bi dehan salan e, ku bi hezaran têkoşeran serêkşiya wê kir. Em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava bi îrade û yekitiya gelên Kurd, Ereb, Suryen û hemû pêkhateyên din pêk hat."

Hediye îşaret bi hewldanên Tirkiyê yên têkbirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê jî kir û got: "Wekî em dizanin dijmin dixwaze şoreşa ku bi xwîna şehîdan pêk hatiye, têk bibe. Lewra êrişî herêmên me dike. Nameya me di salvgera şoreşê de ew e ku; Gelê Rojava bi Kurd, Ereb, Suryen û hemû pêkhateyên xwe dê dagirkeriyê têk bibe û hemû herêman rizgar bike."

Çalakî bi komên stranan ên Tevgera Çand û Hunerê û Kevnana Zêrîn ên herêma Efrînê bi dawî bû.

EYN ÎSA

Bi heman armancê, şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî salvegera 8’emîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyekê li stadyoma El-Mesakin a navçeyê pîroz kirin. Şahî  ji hêla Meclisa Kantona Girê Spî û Meclisa Eyn Îsayê ve hatibû lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir,  piştre bi navê Mecilsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl, bi navê Mecilsa Malbatên Şehîdan Wehîd El-Abdellah û bi navê Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî Riyad Xelef axivîn.

Kesên axivîn, salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû xelkên herêmê pîroz kir û gotin, şoreş di avakirina rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina gelan ji xeteriya DAIŞ'ê de serkeftinên mezin bi dest xist.

Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre stran hatin gotin û li ber wê jî dîlan hate gerandin

Di dawiyê şahiyê de helbestvanê ji Girê Spî Fewaz El-Elî helbestek ku berxwedaniyê jiyana hevbeş a xwend.

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê şahiyek li navenda çandê li dar xist. Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên MSD, kesayetên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyêl, endamên Rêveberiya Jinan a Tebqa û Reqayê, nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê, salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, şoreş  mîraseyeke dîrokî ji bo hemû gel û hêzên demokratîk e.

Emîna Osê got: "Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelê Sûriyê banga azadî, edaletiya civakî kir, gelek stratejiyên çareseriyê hebûn. Lê rejîma Sûriyê di siyaetên xwe yên dûrxistin û redkirina aliyên din de berdewam e, bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Ji ber van siyasetan Sûriyê wêran bû. Lewra çirûska yekemîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê pêket da ku gelan ji zilm û azaran rizgar bike. Ev şoreş li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn, bi şoreşê re Rêveberiya Xweser hate avakirin ku destkeftiyên gelê Sûriyê parast û herkina xwîna gelê Sûriyê rawestandin."

Di şahiyê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Tebqaiyê Mezlûm Umer behsa serkeftinên şoreşê kir û got: "Şoreş hêviyên gelê Sûriyê pêk anî, rê li ber projeyên parçekirina Sûriyê girtin, gelek herêm rizgar kirin. Her wiha ji serkeftinên şoreşê projeya ne navendî wekî gavekeke dîrokî ber bi çareserkirina aloziya Sûriyê ve pêşkêş kir. Şoreş berdewam e, serkeftinên wê berhemên keda şehîdan, îradeya jin a azadî û hevgirtina gelê me ye."

Piştî axaftinan şanoyek li ser azarên gelê Sûriyê di nava şer de hate pêşkêşkirin.

Şahî bi stranên gelerî yên koma Kevneşopî ya Tebqayê û gerandina dîlanan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi dirûşmeya "bi ruhê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin" Meclisa Navçeya Dirêbsiyê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyên Dirêbsiyê û Zirganê yên kantona Hesekê, şahiyek li dar xist.

Şahî li gereca navçeyê li dar ket, cihên şahiyê bi alên şoreşê û pankertên bi nivîsa "Bi ruhê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin", hate xemilandin.

Bi navê Meclisa kantona Hesekê hevseroka meclisê Semer Abdullah, bi navê Partiyên Yekitiya Niştimianî ya Kurd (PYNK) Kurdî Ferhad Têlo û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Nebî Kûtê axivîn. Axaftivanan salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin. Her wiha îşaret bi destkeftiyên gelên herêmê yên di dirêjahiya 8 salan de, hate kirin.

Her wiha Komên Botan û Nopelda yên Navneda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di şahiyê de stranên şoreşgerî strandin û şêniyên dîlan gerand.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê li navenda ciwanan a Şehîd Bawer bi diruşmeya "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin", salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.

Qada navendê ya şahî lê hatibû lidarxistin bi wêneyên şehîdên şoreşê û al û sembolên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû xemilandin.

Piştî deqaya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Dêrik, salvegera şoreşê li gelên azadîxwazî, şehîdan û hêzên leşkerî pîroz kir û got: "Bi saya felsefeya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, li gorî bingehên jiyana hevbeş, aştiya navxweyî û biratiyan gelan dijîn."

Bi navê Rêveberiya Xweser Perwîn Yûsif jî, diyar kir ku pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê lingê sereke yê damezirandina sîstema demokratîk danî, ku mafên hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dike.

Perwîn banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin kir.

Bi navê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) endamê Desteya Rêveber a Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan salvegera 8'an a Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha domand: "Armanca opozisyona Sûriyê ew e ku projeya Îxwan El-Muslimîn ava bike û fikir û netewên din qebûl nake. Rejîma Sûriyê jî bi zihniyeta şofonî ve girêdayî ye û çareseriyê qebûl nake. Lê Rêveberiya Xweser gelên herêmê kir yek, armancê wê jiyana hevbeş di navbera hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye xurt bike, ji ber wê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser tecrubeya Rêveberiya  nesekinîn."

Piştî axaftinan, Koma Mûzîka Koçerat, Koma Govendê ya Dêrikê, hunermend Sîpan Xelet, Koma Cûdî ya Stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Li ber stranan govend hatin gerandin.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, bi beşdarûna şandeyên ji Reqa, Tebqa, Minbicê Sirîn û Eyn Îsayê salvegera 8'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.

Şahî li hola Firatê a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Li hola şahiyê diruşmeyên "Ji bo em bi hev re destkeftiyan û nirxên şehîdan û şoreşa 19'ê Tîrmehê biparêzin divê em asta berxwedana li hemberî dagirekeriyê bilind bikin", "Bi rihê berxwedana gelê me yê Rojava dê şoreşa 19'ê Tîrmehê bibe sembola azadî û aştiyê ji bo hemû gelan" hatibû daliqandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axaftina destpêkê ya şahiyê kir û got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku Kobanê dest pê kir bûye milkê sûriyên li Bakur û Rojhilatê welat. Şoreşa 19'ê Tîrmehê veguherî şoreşekî herêmî li Rojhilata Navîn ku gelên demokratîk piştgiriyê wê dikin."

Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Star Elmaz Romî ev tişt got: "Şoreş û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de encamên polîtîkeyên salane ku rejîma Baas li ser gelan meşandî ye. Şoreaş Rojava bersiva van polîtîkeyan bû da ku gelan ji tarîtiyê rizgar bike."

Komîteya Amadekar a pîrozbaiyê "Vediografîkeke" li ser pêşdeçûnên şoreşê ku ANHA'yê amade kiribû pêşkêş kir.

Piştre koma Botan, Koma Çerkes, Koma Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê çalakiyên hunerî li dar xistin. Koma Şehîd Yekta, Koma Dîlanan a Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê, Koma Kevana Zêrîn û hunermend Xelîl Can stran û govend pêşkêş kirin.

HESEKÊ

Bi diruşmeya "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi beşdarbûna bi sedan kesî şahiya pîrozbahiya salvegera 8'an a Şoreşa 19' Tîrmehê li dar xist.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullan Ocalan, wêneyên şehîdan, alên QSD, YPG, YPJ û Asayîşê hatibû xemilandin.

Şahî bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Pişte hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Tehlet Yûnis, endama Desteya Hevserokatiya ya PYD'ê Foza Yûsif, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê HEsekê Zehra Serêkaniyê, bi navê PYNK'ê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezîz Ehmo axivîn.

Di axaftinan de salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin û hate gotin ku serkeftinên şoreşê berhemên ked û berxwedana şehîdan e.

Axaftinan gotin ew ê şopandarên xeta şehîdan bin ta armancên wan bi cih bînin.

Piştî axaftinan koma Şengal a dîlanan, koma Tolhildan a stranan a girêdayî navenda çand û hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê stran û dîlan gerandin.

TIL BERAK

Şêniyên navçeya Til Berakê salvegera 8'an a şoreşê li navenda fermandariya Meclisa Leşkerî ya Holê pîroz kirin.

Şahî bi torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Holê dest pê kir. Bi navê Meclisa Gel a Navçeya Holê Ebdulselam El-Hesanî axivî, salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li malbatên şehîdan, şervaên YPJ, YPG, QSD, Asayîş û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz kir.

El-Hesanî got: "Gelên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet, demên dirêj ji ber siyasetên paşguhkirin, înkarkirina nasname û çanda wan ji aliyê pergalên desthildar ên hakim ve êş û azar kişandin, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiva van siyasetan bû."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Dilbirîn govendên folklorî gerandin û Koma Şehîd Arîn Mîrkan stranên şoreşgerî gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

QAMIŞLO

Meclisa bajarê Qamişlo şahiyeke jî girseyî li stada Heysema Kiço ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi sedan şênî ji pêkhatiyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî, rayedarên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Di qada şahiyê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin", wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, QSD, Kongreya Star û Meclisa Malbatê Şehîdan hatibû daliqandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Elî Omer axivî, salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li pêkhateyan pîroz kir, şehîdên şoreşê bi bîr anî, her wiha soza şopandina rêka şehîdan nû kir.

Piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî, 19`ê Tîrmehê bi cejna biratiya gelan bi nav kir û got: "19'ê Tîrmehê roja xilasiya gel ji desthiladarî û bindestiyê ye. Ji ber vê yekê wê ev roj ji me re bibe rojê bikin rojeke dîrokî û mînak ."

Bi navê Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) Enwer Mislim axivî û got: "Gerek em armanca 19`ê Tîrmehê qet ji bîr nekin û em dewam bikin. Divê em ji xeta biratiya gelan bernedin ta ku em Sûriyeke demokratîk û ne navendî avabikin".

Şahî bi stranên koma Kevana Zêrîn, dîlanên koma şehîd Welat û dîlana şehîdan bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên navçeya Şedadê jî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl û leşkerî axaftin hatin kirin.

Bi navê Partiya Komarparêz ya Kurdistanê Ebdulxenî El-Husên axivî û destnîşan kir ku li herêmê gaveke dîrokî hat avêtin û bingeha azadî, rûmet û parastina mafên gelan hat danîn.

Her wiha bi bîr xist ku têkoşîn bingeha azadiya gelan e, lewra divê bi yekkirina îrade û refên gel têkoşîn bê berdewamkirin.

Di heman derbarê de, bi navê Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan axivî û salvgera 8`emîn a şoreşê li gelên herêmê pîroz kir. Zeyneb got, şehîd rêberên manewî yên gelan in û Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyên girîng bi xwe re anî.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê jî fermandar Ewda El-Husên axivî û diyar kur ku dê berxwedana ji Kobanê dest pê kiriye, bidomînin da ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin. Her wiha sersaxî ij mlabatên şehîdan re xwest û hêvî kir ku ev şoreş ji bo tevahî gelan bibe sembol.

Piştre gelek komên hunerê staran û dîlan pêşkêş kirin.

HELEB
 
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşmeya "bi rihê şoreşa Tîrmehê em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" şahiyek li gundê Bino yê li herêma Şiqyêf li dar xist, bi sedan ji şêniyan herêmê berşdarê bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, YPG û YPJ hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo, hevseroka PYD'ê Ayşa Hiso û ji rêveberên Kongereya Star Nehla Mistefa axivîn û salveger li hemû gel, leşkerên YPG û YPJ, şehîdên şoreşê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di axaftinan de hate gotin ku şêniyên vê taxa biçûk li hemberî êrişên çeteyên li ber xwe dan û nehiştin çete derbasî taxê bibin. Vê taxê bi berxwedana xwe îsbat kir ku kela berxwedanê ye.
Piştre Koma Kulîlkên Pêşerojê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hin stranên şoreşgerî gotin û her wiha Koma Agirî stran gotin û Koma Stêrên Efrînî dîlanên floklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Yasmîn Koşan hin stranên şoreşgerî gotin û li ber wê jî dîlan hate gerandin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi sedan kesî salvegera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreaş a Sûriyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Hevseroka Destaya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat, bi navê PYNK'ê Telal Mihemed axivîn. Di axaftinan de salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkiri û hate gotin şoreş bhermên keda bi deh hezara şehîdan.

Koma Agirê stran gotin, helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

Li ber stranan govend hatin gerandin.