Salih Muslim li parlamenta Swêdê axivî

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim li ser vexwendina partiyên siyasî li parlamenta Swêdê axivî û êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê vegot.

Hevserokê Berê yê PYD’ê Salim Muslim tevlî semînereke li Parlamenta Swêdê bû, ku ji hêla Partiya Karker a Demokratên Sosyal, ku şîrikê hikûmatê ne û Partiya Keskan ve hatibû amadekirin. Muslim li semînerê got artêşa Tirk li gel çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û plana Tirkiyeyê ew e ku Efrînê bike paytexta terorîstan.

Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Keskan Valter Mutt dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û piştre got ew li cem gelê Efrînê û hêzên YPG-YPJ’ê ne.

Mutt got, "Ji çiyayan pê ve dostên Kurdan nînin" û domand, "Li vir û li gelek deverên cîhanê gelek dostên Kurdan hene."

Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Österberg jî bi bîr xist ku endamên Komîsyona Karên Derve ya partiya wî daxwazeke hevpar nivîsî ne û ji Tirkiyeyê xwestin ku bombekirin û êrîşa ser Efrînê bide rawestandin.

TIRKIYE JI SÎSTEMA ROJAVA DITIRSE

Rayedarê Karên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê berê yê PYD’ê Salim Muslim Newroz li her kesî pîroz kir û got ji ber sedema ku dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û komkujiyan îsal Newroz bi xemgînî pîroz kirine.

Muslim got li Rojava gelên cuda kantonên demokratîk ava kirine ku pê bi hev re bi biratî dijîn û dewleta Tirk ji vê aciz e û wiha domand: "Tirkiye ji ber ku naxwaze heman mafan bide welatiyên xwe yên Kurd ji pergala Rojava ditirse."

TIRKIYE BI 3 HEZARAN DAÎŞ'Î KETE EFRÎNÊ

Muslim got rejîma Tirk ku li Sûriyê destek dida çeteyên mîna DAÎŞ'ê êdî rasterast ketiye şer û Efrîn dagir kiriye. Muslim stratejiya Kurdan jî wiha got: "Helbet em ê xwe biparêzin. Li gor me Efrîn têk neçû. Li Efrînê û derdora wê li dijî dagirkeran şer heye. Em pergaleke wiha ya demokratîk dixwazin ku nasnameyên etnik ên cihê bikaribin bi hev re bijîn. Lê Tirkiye li dij vê ye. Tirkiye ji ber vê yeke bi 3 hezar terorîstên DAÎŞ'î re, yên ku ji Reqa û Kobanê reviyane, kete Efrînê."

TIRKIYE DIXWAZE MÎLÎTANÊN ÎSLAMÎ YÊN LI IDLIBÊ BÎNE EFRÎNÊ

Muslim got armanca Tirkiyeyê ew e ku li Efrînê paqijiya etnik bike û Kurdan ji şûnwarê wan bike û domand: "Niha dixwazin Kurdan ji Efrînê derxînin. Ez jî ditirsim ku paqijiya etnik bikin. Niha bi deh hezaran milîtanên îslamî li Idlibê dijîn. Armanca Tirkiyeyê ev e ku van li gel malbatên wan li Efrînê bi cih bike. Hêvî dikim ku cîhan destûra vê nede. Dive em vê ji bîr nekin. Dibe ku DAÎŞ li Tirkiyeyê ji qewet ketibe lê li Tirkiyeyê gelek hicreyên wê yên razayî hene."

ROJAVAYÎ JI BARBARIYA ERDOĞAN RE ÇAVÊ XWE DIGIRIN

Muslim diyar kir, welatên Rojavayî ji barbariya Erdoğan re çavê xwe digirin û li ser sedema bêdengiya wan jî got: "Welatên Ewropî naxwazin Erebên ji Sûriyê yên li Tirkiyeyê werin Ewropa. Erdoğan jî penaberan li dijî wan mîna çeke bi kar tîne. Dibêjin heke hûn me rexne bikin û çekan nedin me em ê jî bi milyonan penaber bi ser Ewropa de bişînin û şantajê dikin."

Muslim bêdengiya cihana derve ya li bara êrîşên dewleta Tirk rexne kir û got, "Divê li gorî peymanên xwe biçin. Mînak Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mehekê agirbest ragihand. Swêd di vê mijarê de bû xwedî însîyatîv. Lê weke ku Efrîn ne Sûriye be tevgeriyan. Ji bo vê ez Wezîra Karê Derve ya Swêd rexne dikim. Li pêşniyara xwe xwedî derneketin. Heta niha jî Erdoğan şermezar nekirine."

Muslim got di civînên Soçî, Astana û Cenevreyê de rê nedana hêzên Kurd û got, "Li gel ku beşekî Sûriyê em kontrol dikin jî ji bo ku naxwazin navbeyna wan û Tirkiyeyê xira bibe naxwazin em li wir bin."

Di dema semînerê de li piştî axaftvanan alayên biçûk ên Rojava û Swêdê hatibûn daliqandin.

JABAR AMÎR: MUSLUM VEXWENDINÊ PARTIYÊN HIKÛMETÊ YE

Wekîlê Partiya Keskan Jabar Amîn li ser semînera li parlamentê got: "Îro li parlamenta Swêdê semînereke pir girîng û dîrokî çêbû. Muslim li ser vexwendina partiyên Demokratên Sosyal û Keskan hate Swêdê û tevlî semînerê bû. Ev pir baş e. Ev seminer bi tevlêbûna parlamenteran, rêxistinên civaka sivîl û medyaya neteweyî û navneteweyî pêk hat. Muslim bi zimanekî zelal tiştên ku li Efrînê bûn got û her wiha got ji bo ku civaka navnetewî êrîşên Tirkiyeyê bisekinîne divê çi bike."

PÊWENDIYA ZÊDE YA MEDYAYÊ

Piştî semînerê li parlamentê civîneke çapemeniyê bi tevlêbûna çapemeniya Kurd û navneteweyî pêk hat.

Ajansa Nûçeyan a Swêdê, Televizyona Dewletê ya Swêdê, Radyoya Dewletê ya Swêdê, rojanmeya Aftobladet, ku tiraja wê 820 hezar e, AFP, Le Monder bi Muslim re hevdîtin kirin.

Muslim di civînê de got, ji ber ku pêşî lê bigirin ku Efrîn bi bombeyan were hilweşandin û pêşî li qirkirina sivîlan bigirn bi taktîkî vekişiyane û wiha got:

"Her tişt talan kirin, sivîl girtin û revandin. Çi ji wan kirin em nizanin. Bobeletek tê jiyîn lê têkoşîn jî didome. Vebijêrkeke me tine. Wê şerekî dirêj hebe."

Muslim got dewleta Tirk bi 3 hezar DAÎŞ'î Efrîn dagir kiriye û got, "Di dest me de belge hene ku vê piştrast bikin. Ên ku berê di eniya DAÎŞ’ê de şer dikirin niha bi dewleta Tirk re şer dikin."

Muslim bi mebesta piştevaniya li çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê seriyek da Meydana Sergelê.

Muslim ji hêla Şaredariya Stockoholmê ve hate vexwendin û li Şaredariyê êvarî bi rêveberên şaredariyê re civînek kir.