Cenazeyên şehîdên HRE û YPJ’ê li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ya Ehrezê hatin veşartin.
Cenazeyên Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ya Ehrezê hatin veşartin.
Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şîlan Efrîn (Şêrîn Horîk) ku di 22’yê Çileyê de li Tebqayê şehîd bibû û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Şoreş Efrîn (Îsmaîl Ekrîme) ku di 18’ê Sibatê de şehîd bibû,, bi beşdariya gelê Kantona Şehbayê hati veşartin.
Girseyê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve bi rê ketin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Wilo lsersaxî ji malbata şehîd û hemû welatiyên Kantona Efrînê-Şehba re xwest û soza ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane şehîdan bi bîr anî.
Endama Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Leyla Xelîl got, “Tevî ambargo û êrîşên li ser Şehbayê, gel rêya berxwedanê hilbijart. Ev bi saya şervan û şehîdên me pêk hat. Em soza ku me daye şehîdên xwe dubare dikin.”
Malbat û hevalên şehîdan jî destnîşan kirin ku wê têkoşîna şehîdan bidomînin.
Di merasîmê de belgeyên şehadeta şehîd Şoreş Efrîn û şehîd Şîlan Efrîn hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û tilîliyan veşartin.