Rûsya: Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê çavdêriya çi dikin?

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov diyar kir, nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ku li pişt çeperên artêşa Sûriyeyê mane cihê nîqaşê ne.

Bogdanov li ser nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Idlibê got, "Hin ji wan li pişt çeperên artêşa Sûriyeyê ne. Gelo ev nuqte çavdêriya çi dikin, pêwîstî bi wan heye yan na. Ev mijar cihê pirs û nîqaşê ne."

Bogdanov anî ziman ku wê bi heyeteke leşkerî û dîplomasiyê ya dewleta Tirk re sibe hevdîtinê bikin û rewşa li herêmê tevî guhertinên ku bûne binirxînin.

Bogdanov li ser nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Idlibê got, "Bi qasî ku ez zanim çend nuqteyên çavdêriyê hene. Hin ji wan li pişt çeperên artêşa Sûriyeyê mane. Ji ber vê yekê cihê pirsane ku ev nuqteyên çavdêriyê çavdêriya çi dikin, çima pêwîstî bi wan heye."