Rustem Cûdî li Dêrikê hate bîranîn

Şehîd Rustem Cûdî (Rustem Osman) li gundê Berkevirê yê Dêrikê bi merasîmekê hate bîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehîdgeha Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dêrikê, ji bo bîranîna Rustem Cûdî (Rustem Osman) û şehîdên têkoşîna azadiyê merasîmek li dar xist.
Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan, hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen û nûnerên partiyên siyasî û şêniyên Dirbêsiyê tev li merasîmê bûn.

Enwer Muslim axivî û got: "Ev neh sal e ku Rustem Cûdî şehîd bûye. Rast e şehîd bûye lê di nav me de zindî ye."

Muslim da zanîn ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ragihandina Rêveberiya Xweser, tiştekî asayî bû ku hêzên dijber di serî de AKP êrişî herêmê bike û gelên wê bike hedef.

Muslim wiha domand: "Çeteyên ku dewleta Tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bi kar anîne, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê hemû li hemberî vîn û hêza pêkhateyên herêmê bi bin ketin."

Muslim di nav axaftina xwe de behsa şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmê dimeşîne, kir û got: "Li hemberî vî şerê taybet divê em asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Armanca me rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker e, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û hemû herêmên dagir kirine."

Muslim di dawiya axaftina xwe de şehîd Rustem Cûdî û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna civakeke demokratîk û azad da.

Paşê bi navê malbata şehîd Rustem Cûdî birayê wî Xelîl Osman axivî û bixêrhatina beşdarên merasîmê kir û got: "Em bejna xwe li hemberî giyanê şehîdan ditewînin. Şehîd Rustem Cûdî ji bo azadiya gelê xwe û ji bo bi rûmet bijî canê xwe feda kir."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.