Rûken: Em ê 2020'î bikin sala azadiya Rêber Apo

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken diyar kir ku di 15'ê Sibatê komploya herî berfireh a serdemê hate kirin û got, "Em ê 2020'î bikin sala azadiyê."

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken bi wesîleya salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivî.

'LI ÎMRALIYÊ SÎSTEMEKE LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ HEYE'

Rûken got, "Rêber Apo 21 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de di statuya dîlgirtiyê siyasî de tecrîdkirî ye. Di şexsê Rêber Apo de kmoploya navneteweyî li dijî nirx û berxwedana gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate kirin. Di salvegera vê komployê de hêzên komploger hemûyan û hevkarên wan bi hêrs şermezar dikim."

Rûken got, "Ji ber berxwedana xwe ya dîrokî, bi hezkirin, hurmet û minetdarî Rêber Apo silav dikim ku çavkaniya felsefeya azadiyê ye. Li Îmraliyê 21 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye.

Bi taybetî 5-6 sal in veguheriye tecrîdeke mutleq. Li Îmraliyê sîstemeke li derveyî mirovahiyê heye. Ev yek sîstemeke navneteweyî ye. Dewleta Tirk nobedariyê ji vê sîstemê re dike. Sîstemeke êşkenceyê ye ku di şexsê Rêbertî de zilm û êşkenceyê li gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê, jinan û gelên Rojhilata Navîn dike. Rêber Apo 21 sal in li Îmraliyê ji bo demokrasî, aştî, azadiya gelan û jinan bi rengekî mezin li ber xwe dide. Ev sekna bi rûmet a Rêber Apo ji bo me hemûyan, ji bo gelan û jinan çavkaniya hêvî, serketina têkoşînê û moralê ye."

'KOMPLOYA HERÎ BERFIREH'

Rûken komploya 15'ê Sibatê weke 'komploya herî bêrehm û berfireh a serdemê' pênase kir û got, "Pêvajoya 21 salan pêvajoyeke welê ye ku têkoşîna me ya azadiyê hem ji aliyê giştî ve hem jî ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve pêşketinên mezin afirand. Ew serdem e ku ji dema berxwedanê sîstema konfederalîzma demokratîk afirand."

'BI AZADIYÊ EM DIKARIN REXNEYA XWE BIDIN'

Di dawiya axaftina xwe de Rûken destnîşan kir ku rexnedayina xwe ya ji ber kêmasiyên xwe tenê dikarin bi azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bidin û got, "Em ê vê salê bikin sala têkbirin komployê û azadkirina Rêber Apo."