Rûbar Amed ê HPG'yî bi krîza dil jiyana xwe ji dest da

HPG'ê ragihand gerîlayê bi navê Rûbar Amed (Gurgîn Mazak) 16'ê Îlona 2018'an li Başûrê Kurdistanê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, gerîla Rûbar Amed ku 1970'î li Amedê jidayik bûyî, li Başûrê Kurdistanê bi krîza dil şehîd bû.

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser agahiyên nasnameyê ya gerîla Rûbar Amed û jiyana wî ya têkoşînê wiha hate gotin:


Nasnav: Rûbar Amed
Nav û Paşnav: Gurgîn Mazak
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav : Şerîfe - Huseyîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê 16'ê Îlona 2018'an / Başûrê Kurdistanê

''Hevale me Rûbar Amed 1970'yî li Amedê jidayik dibe. Hevalê me Rûbar ku hê di temenê ciwwan de diçe Ewropayê zêde nikare bi bêrîkirina xwe ya li welêt û 1992'yan dîsa li welêt vedigere. Berê xwe dide çiyayê Kurdistanê, dibe gerîla û wiha li welêt vedigere.
Hevalê me Rûbar ku bi salan li çiyayên Kurdistanê li Botan, Behdînan, Serhed û Qadên Parastinê yên Medyayê gerîlatiyê dike, bi şervaniya xwe derketiye pêş. Dema salên dirêj ên şerê giran di şerekî de 1999'an bi giranî birîndar dibe û paqeke wî tê jêkirin. Hevalê me yê Xazî bêyî ku coşiya wî ya jiyan û têkoşînê kêm bibe xebatên xwe didomîne, xebatên qada civakî û li derveyî welat li gelek qadan dixebite.

Hevalê me Rûbar ku di nav têkoşîna şoreşger a 26 salî de bêyî ku raweste heta dawiyê kedeke mezin daye û gelek fedakarî kiriye, bi dilnizmiya li bara hevrêyên xwe, bi giranî û şêwaza xwe ya çêker li deverên ku lê bûye, tim bûye gerîlayekî ku bi tiliyan tê destnîşankirin. Bûye xwedî helwesteke wiha ku li bara têkoşînê û jiyanê ti asteng nedîtiye û çi peywira ku ketiye ser bi teqezî bi ser xistiye. Hevalê me Rûbar bi gerîlatiya xwe, bi şervaniya xwe, bi dilsoziya bi Rêber Apo re û bi helwesta xwe ya fedayî tim wê ji bo me bibe mînak û were bibîranîn.

Ji ber şehîdbûna hevalê me Rûbar di serî malbata hêja Mazak, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û careke dî sond dixwin, heta ku em îdeala şehîdên me li Kurdistana azad jiyana azad ava bikin em ê têkoşîneke bêhempa bidin.''