Rojnivîskên gerîla - 2

Berf, bahoz û serma; her sê zalimên Serhedê. Mirov tenê bi pîvanekê dikarin li ber van rabin. Ew jî; zanetî ye. Yanî eger tu zanibe li dijî kê û çi têdikoşe, hingî tu têk naçe.

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.

EWLADÊ XAS Ê MILAZGIRÊ

Em bi rojnivîska Şehîd Sîdar Malazgîrt rêze nivîsa ku ji aliyê Mahîr Yilmazkaya ve hatiye amadekirin, didomînin. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Hasan Eren (Sîdar Malazgîrt) sala 2008'an li Çiyayê Tendurekê yê Agiriyê di şer de şehîd bû. Sîdar Malazgîrt sala 1978'an li gundê Oxçiyan ê navçeya Milazgir a Mûşê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Mezûnê dibistana navîn e. Salên 90'î gav avêt nava refên têkoşîna şoreşgerî ya demdirêj.

Bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe, bi keda xwe ya li nava têkoşînê û bi tecrûbeya xwe ya di şer de her bi pêş ket.

DI EMREKÎ BIÇÛK DE LI SERHEDÊ DEST PÊ KIR

Di emrekî biçûk de, sala 1992'an ku 14 salî bû li Eyaleta Serhedê dest bi gerîlatiya Kurdistanê kir. Di demeke kin de bi dilê xwe yê pak û çalak, hem ji aliyê rêxistinî hem jî ji aliyê fîzîkî ve bi pêş ket.

QADA RÊBERTÎ Û VEGERA LI SERHEDÊ

Çû qada Rêbertî û demekê li wir perwerde dît. Piştî perwerdeyê li Eyaleta Serhedê vegeriya û xwest têkoşîna xwe ya gerîla xurt bike, bi tecrûbe û danheviya xwe pratîkeke serketî biafirîne. Di nava şer de her bi pêş ve çû û bi erk û berpirsyariyê rabû.

Bi keda xwe ya li Eyaleta Serhedê re hêza gerîla her çalak kir. Bû şervanekî leheng, gerîlayekî hosta û ket dilê hemû hêzên gerîla. Bi aliyê xwe yê îdeolojîk û rêxistinî, bû yek ji şervanên xeta Rêbertî.

PIŞTÎ 15 SALAN BÛ YEK JI FERMANDARÊN ARTÊŞÊ

Bi tecrûbe, berpirsyarî û perwerdeyên bi salan ên di nava şer de, roleke girîng lîst. Bi temsîliyeta xwe ya şoreşgeriya xetê, bi keda xwe ya mezin û sekna xwe ya li nava artêşê, piştî 15 salan bû yek ji fermandarên artêşê. Di Konferansa 4. a HPG'ê de ji bo Konseya Leşkerî ya HPG'ê hate hilbijartin.

LI ÇIYAYÊN SERHEDÊ VEGERIYA

Sîdar Malazgîrt bi vê erka mezin û giran li çiyayên Serhedê vegeriya û ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê xebitî. Li gorî HPG'ê, Sîdar Malazgîrt yek ji wan şoreşgeran e ku di jiyan û pratîka şer a Eyaleta Serhedê de wê her tim mînak bê dîtin.

DA SER ŞOPA EGÎD

Kekê wî Bûrhan Eren sala 2014'an li ser gora wî ya li gundê Oxçiyanê di merasîma bîranînê de got, "Hevalê Sîdar da ser şopa hevalê Egîd. Ew jî tevlî karwanê şehîdan bû. Ji bo jiyaneke bi rûmet û paşerojeke azad berê xwe da çiyê. Divê em jî çand û zimanê xwe ji bîr nekin û bidin ser şopa wan. Em ê her tim xwedî li şehîdên xwe derkevin."

EVÎNDARÊ SERHEDÊ BÛ, EVÎNDARÊ KURDISTANÊ BÛ

Sîdar Malazgîrt di rojnivîska xwe de dipirse, "Gelo pêkane ku haya mirov ji Kurdistanê hebe, lê nebe aşiqê wê?". Bi bîr dixîne ku Kurdistan erdnîgariyeke bi heybet e, welatê rojê ye, çavkaniya şaristaniyan e û şahidê şer û lehengiyên mezin e.

Diyar dike ku di serdema heyî de jî hembêza xwe ji zarokên agir û rojê re vekiriye, bi vî rengî kevneşopiya berxwedanê didomîne. Em bi rojnivîska Sîdar Malazgîrt dewam bikin: "Bi vî rengî, hesabpirsên dîrokê kîna xwe li dijî neheqî, zalim û mêtingeriyê nîşan dane. Xiyanet û berxwedan li ser vê bingehê di her serdemê de derketine holê û serhildanan her tim giyan dane jiyanê. Xwîna dirije Kurdistanê sor dike û Kurdistana min a bedew ne xerîbê vê ye. Çiya, kevir û çemên Kurdistanê şahidên vê yekê ne. Dîroka ku bi hezaran salan didome, navê vê rastiyê ye. Ez jî niha li diyarê vê rastiyê me."

SÊ ZALIMÊN SERHEDÊ

Sîdar Malazgîrt ewladê Serhedê ye, gerîlayê Serhedê ye, fermandarê Serhedê ye, aşiqê Serhedê ye, lê haya wî ji zor û zehmetiya Serhedê jî heye. Di rojnivîska xwe de qala vê zehmetiyê û rêya çareseriyê dike:

"Serhed...
Diyarê pûk, berf û bahoza dawî lê nayê...
Dîsa di rojeke wiha de ku ba û bahoz rabûye, em gihîştin cihê kampê. Mehek di ser wê rojê re derbas bû. Zivistan mîna her carê, zivistana Serhedê ye... Berf, bahoz û serma. Sê şervanên zalim ên zivistanê. Dema ku her sê bi hev re xwe nîşan dide, hêzeke gelekî mezin derdikeve holê. Di meheke wiha de, di rojeke ku ev her sê şervanên zalim bi hev re xwe dan der, em gihîştin kampê. Mirov tenê bi pîvanekê dikarin li ber van rabin. Ew jî; zanetî ye. Yanî eger tu zanibe li dijî kê û çi têdikoşe, hingî tu têk naçe.

ŞERÊ DESTPÊKÊ YÊ SERKETINÊ

Di herikîna dîrokê de gelek caran hatiye dîtin; eger wiha nebe, hêza te çiqasî mezin be bila bibe, tu nikare li hemberî van her sê şervanan bi ser bikeve. Her gerîlayeke/î Serhedê divê destpêkê di vî şerî de bi ser bikeve. Ev yek di heman demê de tecrûbeya destpêkê ye. Şerê her sê şervanan bi sir û rewşa nediyar tijî ye. Ev her sê şervanên xwezayê carna bi hev re, carna jî bi tena serê xwe şer dikin.

BERF LI ÇIYAYÊ AGIRÎ QET NAQEDE

Ev her sê şervan bi giranî li Araratê dibin berf, li Tendurekê dibin bahoz, li Çemçeyê dibin serma. Berfa Agirî qet naqede. 12 mehên salê timî heye. Yekane şervanê ku têk naçe ew e.

Bahozên dîn û har parçeyekî Tendurekê ye. Ya jî navekî din ê Tendurekê ye. Di wan kêliyên ku mirov qet ne li bendê ye xwe didin der. Di nava van şervanan de yê herî dînik ew e.

RÛYÊ STÊRKAN LI KEN E, LÊ EW LÊ DIDE

Şervanê bê rehm ê Çemçeyê serma ye. Bi taybetî di bêdengiya şevê de derba xwe lê dide. Dema ku stêrkên li ezmanan li te dikenin, ew bi bêdengî şer dike, diqerisîne û derba xwe li her kesî dixe.

DÎTINA HER SÊ ŞERVANAN

Piştî nîvro em ê bi rê biketina. Her hevalên di nava koma ji 15 kesî de, kêm zêde bi cidiyeta rewşê zanîbûn. Ji ber ku her sê bûbûn yek û li meydana şer li benda me bûn. Ji bo dijmin bi me nehese, diviyabû em li ber van her sê şervanan rabûna. Tevî ku hesab û amadekariyên me hebûn jî, serketin wê di pratîkê de diyar bibûya. Bahoz bi rengekî dîn û har li me dida. Berî bibe şev diviyabû me xwe bigihanda cihê kampê.

DEM LI DIJÎ ME BÛ

Di saeta duyemîn a meşê de me rêya xwe şaş kiribû û hêviya me ya ji bo dîtina cihê kampê hêdî hêdî kêm dibû. Vê yekê şensê serketinê yê şervanên xwezayê zêde dikir. Dem li dijî me bû. Di vî şerî de eger li me bibûya şev, ev ê bihata têkçûnê. Haya me hemûyan ji vê hebû. Lê belê kes li ser vê mijarê nediaxivî. Em nêzî kampê bûbûn, lê belê mij, bahoz, berf û serma bûbû sedem ku rewş nediyar be.

PIRSA KU EM HEMÛ LI BENDA BERSIVA WÊ BÛN

Em li ku ne?
Pirsa ku em hemû li benda bersiva wê bûn, ev bû. Dema ku me ev bersiv dît, wê hedefa me jî eşkere bibûya. Belê, careke din pîvana 'eger tu zanibe tu li ku ye, tu yê zanibe bi ku ve biçe' derketibû pêşiya me. Şerek, Serhedek û rastiyeke din a Tendurekê... Ya rast, rastiya mirovê têkoşer bû. Zehmetî dibe sedem ku mirov têbikoşe, têkoşîn jî mirovan azad dike..."

Sibe: Rojnivîska Têkoşîn Dersim...