NÛ BÛ

Rihan Loqo: Divê jin qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya nû ava bikin

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo anî ziman ku jinan li Sûriyeyê li dijî zîhniyeta neteweperest, oldar, zayendparêz û netewî têkoşîneke mezin dane û diyar kir ku ew ê li Sûriyeyê qanûneke bingehîn a îradeya jinan tune dihesibîne qebûl nekin.’’

RIHAN LOQO

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze hilweşîna rejîma Esad veguherîne firsendekê û êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk, hewl didin ku xwişk-biratiya gelan û îradeya jinan lawaz bikin û îfade kir ku çeteyên ji nasnameyên cuda ji bo heman armancê hewl didin.

Rihan Loqo da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser cara ewil li Rojava hatiye pêkanîn û got: ‘’Di navbera salên 2005-2012’yan de jin bûn pêşengên guherîna civakî û ev şoreş bi pêşengtiya jinan pêk hat. Jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di warên komun, meclîs, parastin, akademî, aborî û edaletê de pergalên xwe ava kirin. Rêveberiya Xweser, girêdayî malbata demokratîk, hevserokatî, demokrasî, wekhevî û azadiyê paradîgmayek pêş xist. Pergala hevserokatiyê yek destkeftiyên me ya herî girîng e û ev yek bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêk hat.

Şoreşa Rojava, bi esasgirtina zanista Jineolojiyê pêş ket û vê zanistê di avakirina hemû saziyên Rêveberiya Xweser de xwedî roleke girîng e. Rêveberiya Xweser a bi têkariya jinan hate avakirin, îro di pêşengtiya jinên Kurd de bi Konfederasyona Jinan ku ji jinên Ereb, Suryan, Ermenî, Çerkez û Tirkmen pêk tê, di nava yekîtiyekê de li dijî neteweperestî, zayendperestî û olperestiyê têdikoşe. Birêxistinbûna jinan Şoreşa Rojava dewlemendtir kiriye. Bi vî awayî Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan derbasî dîrokê bûye. Avakirina YPJ û Hêzên Parastina Hundirîn jî cudahiyeke me nîşan daye ku ji hemû cihanê re hatiye îspatkirin ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke çawa hatiye meşandin.’’

PERGAL HEWL DIDE JINAN JI JIYANÊ DÛR BIXE

Rihan Loqo destnîşan kir ku ji Rosa Luxemburgan heya Sakîne Cansizan li dijî zîhniyeta mêran a serwer têkoşîneke mezin hatiye meşandin û piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê têkildarî avakirina Sûriyeya nû ev yek anîn ziman: ‘’Jinên Kurd li dijî neteweperestî, zayendperestî û olperestiyê têkoşîneke bênavber dane meşandin. Baku û Rojhilatê Sûriyeyeyê, perçeyeke Sûriyeyê ye. Sûriye jî perçeyeke Rojhilata Navîn e. Di sedsala 21’emîn de di pêşengtiya jinan de li hemberî zîhniyeta mêran a serwer têkoşîneke bêhempa hate meşandin û ev yek hê jî didome. Zîhniyeta neteweperestî, zayendperestî û olperestî li pêşiya jiyaneke azad, malbateke demokratîk û pêkanîna wekheviyê asteng in. mafê gotinê yê jinan û îradeya jinan tên astengkirin. Di serî de siyaset hewl tê dayîn ku jinan ji jiyanê werin dûrxistin. Armanca sereke ya van zîhniyetan tunekirina reng, fikr û çalakiya jinan e. Bi têkoşîna hevpar ya jinan, em li hemberî vê zîhniyetê şer dikin.

Li Sûriyeyê ev bi salan e ji aliyê jinan ve têkoşînek tê meşandin. Ji bo avakirina jiyaneke wekhev, aştiyane û demokratîk me berdêlên mezin dan. Eê Sûriyeyeke ku demokratîk û wekhevî û edaletê esas digire, dixwazin. Divê qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya nû ji aliyê jinan ve bê avakirin û mafên jinan werin misogerkirin. Divê dewlemendiyên çandên gelên Sûriyeyê û hebûna wan werin parastin ku Peymana Civakî ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatî îlankirin, ji vê yekê re mînakek e. Çawa ku di Peymana Civakî de mafên her kesî tê parastin, divê qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya nû jî wisa be. Ger ev yek pêk neyên, ne pêkan e ku em qala Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û aştiyane bikin.’’

ÇETEYÊN BI NAVÊN CUDA GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK IN

Rihan Loqo diyar kir ku dewleta Tirk, ji destpêka Şoreşa Rojava û heya niha xwişk-biratiya gelan, îradeya jinan, demokrasiyê, wekheviyê yanî projeya Neteweya Demokratîk hedef digire û da zanîn ku divê hikûmet di avakirina Sûriyeya nû de bi deq û dolabên dewleta Tirk nexape û got: ‘’Armanca dewleta Tirk tasfiyekirina projeya Neteweya Demokratîk e. Her wiha ji bo tasfiyekirina vê projeyê jî hemû hêza xwe seferber kiriye. Heya roja me ya îroyîn jî bi hemû teknîka xwe û çeteyên girêdayî xwe êrîşên xwe berdewam dike. Hemû çete bi salan e ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin. Komên çeteyan yên di pêşengtiya Bexdadî ku jin û zarokan qetil dikin û çeteyên di pêşengtiya Erdogan û Colanî de ji hev cuda nînin. Bi destê kesên ku rejîma Sûriyeyê hilweşandine, beriya niha qirkirinên mezin pêk hatine. Yanî tevî van êrîşên dijwar jî li Sûriyeyê tekane herêma biewle û lê aramî, aşitî û edalet hatî dabînkirin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em geşedanên dawîn ên li herêmê baş dişopînin. HTŞ’ê heya niha nêzikatiyeke ku azadî û îradeya jinan diparêze û jinan weke hebûn û îradeyekê dibîne nîşan nedaye. Ji roja ewil zanyarên jin hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Diyar e hewl didin ku Sûriyeyeke ku xwe dispêre şerîet û olperestiya tund ava bikin. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya li dijî zayendperestî û dagirkeriyê wê bi awayekî bênavber dewam bike. Avakirina pergaleke ku azadiya jinan esas digire, bi hêsanî çênebû. Divê baş were zanîn ku em ê ji pergala xwe ya ku xwe dispêre azadiya jinan tawîzê nedin.‘’

TEKANE HÊZA KU BIKARIBE KRÎZÊ ÇARESER BIKE RÊBER APO Û PARADÎGMAYA WÎ YE

Rihan Loqo nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî krîza Sûriyeyê bi bîr xistin û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî wê hêzê ye ku krîza cîhanê çareser bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Zîhniyetên ku berjewendiyên gelan paşguh dikin û bi tenê parastina berjwendiyên neteweya xwe dikin, roj bi roj krîzê kûrtir dikin. Çendekê beriya niha bi Rêber Apo hevdîtinek pêk hat lê belê dewama wê nehat. Ger dewma wê bihata a niha krîza Sûriyeyê evqas zêde kûr nedibû. Hêzên ku bes parastina berjewendiyên dikin JÎ vê yekê dizanin û ji ber vê yekê bi awayekî bênavber tecrîdê didomînin. Baweriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo paradîgmaya Rêber Apo tam e û divê tavilê hevdîtin pêk were.

Şerê heyî, şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji ber vê yekê jî ev şer şerê azadiyê ye. Di pêşengtiya jinan de şerê hebûnê hate dayîn. DAÎŞ hate têkbirin û bi saya YPG-YPJ’ê ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû cihan ji vê talûkeyê hate rizgarkirin. Di demeke dîrokî de ku şerê hebûn û nebûnê tê meşandin, ez bang li herkesî dikim ku xwedî li felsefeya Jin, Jiyan, Azadî derkevin û li dora têkoşîna jiyana azad ku bi ked û berdêlên mezin hate avakirin, kom bibin.’’