Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcdariyên têkildarî Deriyê Sînor ê Til Koçer a Hikûmeta Sûriye û Rûsyayê xizmeta gelê Sûriyeyê nake, ji bo alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê vekirina deriyê sînor girîng e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikumeta Sûriyê û Rûsya di 13`ê Gulanê de bi daxuyaniyeke hevbeş gotibûn ku armanc ji vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçer veguhestina çekan ji bo "komên Kurdî" û derbasbûna çekdaran û nexweşên Koroanvîrusê ji bo erdên dewletên cîran, her wiha çalakiyên bazirganî û qaçaxçiyê ne.

Rêveberiya Xweser ev tewan red kir û got: "Ev gotin nayê qebûlkirin û girêdayî helwest û ajandeyên siyasî yên Rûsya û hikumeta Sûriyê ye. Armanc jê dorpêçkirina herêmê ye û pêkanîna zextên siyasî li Rêveberiya Xweser e. Ev helwest nakevin xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê."

Rêveberiyê daxuyand ku Rûsya ji bo girtina Deriyê Sînor ê Til Koçber ku ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmê dihat bikaranîn, mafê redkirinê (Veto) bikar anî û wiha diyar kir: "Li vê herêmê bi milyonan şênî û bi deh hezaran koçber ji bilî kampên Holê û Roj, hene."

Rêveberiya Xweser bibîr xist ku Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi erkên xwe ranebû û hikumetê jî hevkariya Rêveberiya Xweser nekir. Her wiha rêwîtiyên balafiran ji Şamê ranewestand û hin kes bi qaçaxî derbasî herêmê kir û nehişt rastî kontrola tenduristiyê bên, vê yekê jî metiriysa belavbûna Koronavîursê li herêmê zêde kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku girtina Deriyê Sînor ê Til Koçer di demekê de ku vîrusa Koronayê (Covid-19) gefan li herêmê dixwe, her wiha rênedana girtina madeyên pêwîst ji bo têkoşîna li dijî vê şewbê yên wekî cîhazên PCR û cîhazên nefeskişandinê, derman û dermanên dezenfektekirinê û hwd.. û aloziya aboriyê ya ji ber daketina nirxê Leyreya Sûriyê, wê keraseteke mirovî bi xwe re bîne.

Di dewama daxuyaniya rêveberiyê de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku ev derî tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û alîkariyên ku dewletên hevalbendên QSD`ê ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ‘ê dişînin, tê bikaranîn."

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de girîngiya vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçber kir ji bo derbasbûne alîkariyên mirovî û pêdiviyên têkoşîna li dijî Koronavîrusê destnîşan kir. Her wiha dewletên ku vekirina dergehê red dikin ji bandorên keraseta mirovî li ser bi milyonan şêniyên herêmê, berpirsyar nîşan da.

Her wiha bang li hemû aliyên li Sûriyê kir ku mijarên mirovî ji bo berjewendiya nexşerêya serweriyê li Sûriyê bi kar neynin û got, şertên ku herêm tê re derbas dibe nexasim Sûriyê, ji her kesî tê xwestin ku bi berpirsiyarî tevbigerin da ku vê şewba xeternak derbas bikin. Her wiha ji bo îstiqrar û lihevkirina Sûrî-Sûrî kar bikin."