Rêveberên MÎT’ê li xwe mikur hatin: Va ne nûçegihanên MÎT’ê

Du berpirsê MÎT’ê yên payebilind ku gerîlayên HPG’ê bi operasyoneke taybet ew girtibûn hevkarên desthialtdariya MÎT’ê û AKP’ê yên di çapemeniyê de eşkere kirin.

Serokê Karê Dabeşkeriya Etnîk a Derî Welat a MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Rêveberê Kana Mirovan a MÎT’ê Aydin Gunel 4’ê Tebaxa 2017’an li Silêmanî Dokanê bi operasyoneke taybet hatin girtin. Mikurhatinên van endamên MÎT’ê Çile di ANF’ê de hatin weşandin. Di mikurhatinan de yên bi deng û dîtbarî hatibû gotin ku fermana kuştina jinên şoreşger ên Kurd a 9’ê Çile ya 2013’an a li Parîsê bi hîyerarşiyeke wiha hatiye dayin ku digihe heta bi Erdogan.

Pekçetîn û Gunel vê carê jî gotin bê ka MÎT û AKP medyayê çawa kontrol dike, kîjan nûçegihanan bi kar tîne, çawa xebatên manîpulasyon, dezanformasyonê dike û behsa artêşa trolan kirin a ku ji bo medyaya sosyal ava kirine. Hin nûçegihanên ku di mikurhatinan de navê wan derbas dibin îro di nav yekîneyên weşanên taybet de yên ji bo Efrînê cih digirin. Ev sîxûrên MÎT’ê bi navê ‘nûçegihaniyê’ lingê şerê qirêj ê medyayê pêk tînin.

ARTÊŞA MEDYAYÊ KU HAKAN FÎDAN AVA KIRÎ

Pekçetîn dema ku li têkiliyên bi medyayê re mirkur tê dibêje li MÎT’ê seroktiya daîreya îstîxbarata psîkolojîk heye. Pekçetîn dibêje, ‘zêdetir ew têkildar dibin’ û ev serwîsa ku destpêkê zêde ne çalak bûye piştî ku Hakan Fîdan tê serê guherî ye:‘’Ne zêde çalak bû. Nûçeyên rojane dihatin tomarkirin û didan seroktiyê. Her kesî henekê xwe bi wan dikir. Jê re dihate gotin, ‘seroktiya bibire, bibîne-bizeliqîne’. 2006-2007’an hate betalkirin. Piştî ku Hakan Fîdan hat Nûh Yilmaz bû mişawirê çapemeniyê.

Yasa guherend.  Ji derve mirovên sivîl rehet kirinê. Rasterast hat û bû mişawirê çapemeniyê. 36-37 salî bû. Serokên dî li ser hatine wî rexne anîn. Mişawirtiya çapemeniyê girêdayî alîkare misteşarekî nekirin, rasterast girêdayî misteşar kirin. Rasterast ji misteşar ferman distand. Ji ber ku ji çapemeniyê dihat têkiliyên wî zehf bûn û gelek nasên wî hebûn. Min dît ku kete nav şêwaza xebatê ya provakatîf. Hema hema her roj bi çapemeniyê re, bi nûçegihanan re nûçeyan didin çêkirin. Ez vê dizanim.’’

CIHÊ ZAROKÊN BI BERTÎL E

Pekçetîn wiha behsa vê navendê dike: ‘’Ew der cihê derdorên AKP, yên ku ji derve hatin û cihê zarokên bi bertîl e. Ên ku bi Kulliyê û Serokkomariyê re têkiliyên wan hene; zarokên wezîr an jî parlamenteran bêhtir bi kulîsan, biçûna dawetên wan wezîran li ser guh re têne kirin. Ên din hemû zarok in, ku ji wan re behîv dibêjim.’’

KÎJAN ROJNAME Û ‘NÛÇEGIHAN’ BI MÎT’Ê RE TÊKILDAR IN?

Baş e ev di kîjan rojnameyan de û bi kîjan nûçegihanan re dixebitin? Pekçetîn dibêje: ‘’Di têkiliyên bi nûçegihanan re bêhtir bi rojnameya Starê û Millîyetê nûçeyan didin çêkirin. Ez dizanim ku bi Hande F. re rasterast têkildar in. Me Çetîner Ç. Weke hedef dişopand. Me ferq kir ku bi ser ÎKK’ê (Seroktiya Îstîxbarî a Dijber e) ve ye.  Bi ser Seroktiya Daîreya Iraqê ve ye. Ji Iraqê hatibû cem me. Ez dizanim ku diçû Iraqê û dihat.

Di rojnameya Sabahê de A.Kuçukkaya bû, Başak bû, navekî wiha lê ev nav di rojnameya Sabah û Starê de pir bi rehetî nûçe dida çêkirin.

Cem Kuçuk ji bo ku ji Amerîkayê hatibû Tirkiyê dibe ku bi vexwendina Nûh Yilmaz hatibe.Ji profîleke bilind diaxive, yekî vala ye lê zane bavêje.Ev jî, hinek ji bin ve agahiyê didine van ku ev jî çekdariyê dikin.’’

DI MEDYAYÊ DE ‘KEFANDIN’

Pekçetîn dibêje ev ‘li gorî rojevê operasyona têgihiştinê dikin’ û wiha didomîne: ‘’Nûh Yilmaz di vê hêlê de profesyonel e, di şerê bi PKK’ê re, di geşedanên derbarê operasyonan de, dema ku mirov li rojnameya dinere ev xuya dike. Termeke bi navê ‘kefandin’ê heye. Xebitandin, roja dî dîsa xebitandin û dîsa xebitandin. Êdî dizanim ku heta dawiyê operasyona têgihiştinê dikin. Bi komên cuda yên çapemeniyê re têkildar in.

Berê Serekerkaniyê, leşkeran dikir. Emniyet di dema FETO de pir baş dikir. Me weke ku ew derbas kriin. Hakan Fîdan jî wê wan mezintir bike. Heta ku werin rewşeke baştir. Nûh Yilmaz bi Hakan Fîdan re hat, bi Hakan Fîdan re wê biçe.’’

DI ÎNTERNETÊ DE HACKERAN BI KAR TÎININ

Pekçetîn li ser xebatên înternetê yên mişawiriya çapemeniyê jî li xwe mikur hat û got bi taybetî hackeran bi kar tînin:

‘’Mişawiriya Çapemeniyê ji 2010-2011’an ve bi rengekî çalak xebatên operasyonên têgihiştinê yên karîger dide kirin, xebatên wan li ser televîzyon û înternetê jî hene. Di înternete de hackeran bi kar tînin. Avaniyên wan ên wiha hene ku serê mirov şîlo dikin, pirsên bi hedefê çêdikin, pirsa ‘gelo’ bi mirov didin çêkirin û mirovan ji îdeolojiya ku jê bawer dikin dûr dixin û berê wan didin dezanformasyonê.’’

ARTÊŞA TWÎTTERÊ YA AKP’Ê LI ŞAREDARIYA MEZIN A STENBOLÊ YE

Pekçetîn got, ‘ li ser twîtterê vê pir dikin’ û behs kir bê ka artêşa trolan çawa ava bûye û li kûderê bi cih bûye:

‘’Cihekî dî yê AKP’ê heye. Bi navenda Stenbol, Enqere, Şaredariya Mezin a Stenbolê ne. Ciwan li wir rûniştine. Li ser twîtterê hin tiştan dikin. Ji wan hin jê hatin teşkîlatê, ez ji wir zanim. Li wir 150-200 ciwan hene, her kes kompîtirê bi kar tîne, navendên wiha hene ku di ser Twîttere re bi agahiyên şaş serê mirovan tevlîhev dikin.’’

NÛÇEYÊN MÎT’Ê YA LI SER MALBATEKE KU KURÊ WAN TEVLÎ GERÎLA BÛYE

Pekçetîn nûçeyên MÎT’ê yên derbarê malbateke ku kurê wan tevlî gerîla bûyî bi bîr xist û got, ‘’Di tevlêbûna nav refan  de ya ji rêzê jî ji protestoyee biçûk a malbatê sûd werdigirin.’’ Pekçetîn wiha domand:

‘’Malbateke Bedlîsê konek danî û got kurê min bidin min. Li Stenbolê çend malbat çûne seroktiya Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê. Gotin keça me, kurê me bidin me. Ew rojnameya Milliyetê da. Hinan ji wan got min ji agahiyên ku hatine ‘GÎB’ê tomar kir. Li Stenbolê malbata nizam Meltem got keça min filan rojê hatiye Stenbolê, ka keça min bidin. Bi agahiya seroktiyê min agahî da mişawiriya çapemeniyê ku filan malbata Bedlîsê li ber seroktiya bajêr a Amedê yan jî Tetwanê kon danî, got keça min bidin û protesto kir.

Wan jî bi nûçegihanên xwe re par ve kirine. Min agahiya bi sê paragrafan da, her yek ji 4 rêzikan, dibe agahiyeke ji 12 rêzikan. Li ser wê nûçeyeke nîv rûpelî hazir kirine. Di tevlêbûneke jirêzê ya refan jî ji protestoya malbatê sûd werdigriin. Ev nûçeyên wiha li ser bûyera tevlêbûna li refan e ku ez bixwe di nav de bûm. 2013-2014’an di rojnameya Milliyetê de hate kirin.’’

DIKEVINE TWÎTTERA WE Û HACK DIKIN

Pekçetîn li ser têkiliya emniyetê ya bi çapemeniyê re got, ‘’peywira pêşî ya Emniyeta Stenbolê ew e ku prestîja polîs zêde bikin û piştre birêvebirina operasyonên têgihiştinê ne.’’

‘’Li wir ne weke ya Emniyeta Stenolê lê hackerek rûdine û bi rengê ku di heman kêliyê de ji 3 hezar malperî belav bûbe, bi profesyonelî dike.  Hacker ji der ve tînin. Obez in, qelew in û ji kompitiran pir baş fêhm dikin. Dikevine Facebooka we, Twîta we hack dikin. Operasyonên têgihiştinê dikin.’’

ERDOGAN Û FÎDAN HER PERŞEM HEV DIBÎNIN

Pekçektîn got Erdogan û Fîdan bi çarçoweya têkiliyên bi çapemeniyê diaxivin û wiha domand:

‘’Li Serokkomariyê her Perşem bi Hakan Fîdan rev hev dibînin. Bi fermaneke ku ji Tayyîp Erdogan standî tê û bi talîmata ku dide qedroya xwe jêr pêk tê. Çapemenî biryar dide bê ka li ser kîjan nûçegihanî wê were kirin. Hûn nikarin nûçeyeke girîng bi nûçegihanekî biçûk bidin kirin. Lê hûn dikarin agahiya sansasyonel bidin Hande F. û bikin ku di quncika xwe de binivîsîne. Di ser wê re dibe. Wê jî li gorî karîgerî û giringiya nûçeyê didin nûçegihan. Ew biryar didin bê ka wê kîjan rojnameyê bi kar bînin.’’

PEYWIRA SEROKTIYA DAÎREYA PSÎKOLOJÎK

Rayedarê dî yê MÎT’ê yê di dest PKK’ê de Aydin Gunel got dema ku tevlî teşkîlatê bûye 1997’an seroktiya daîreya tevgera psîkolojîk hebûye. Gunel dibêje piştre ev hatiye girtin û wiha dibêje: ‘’Di çapemeniya dîtbar, rojname û nivîvkaran re têkilî datanîn û wiha xebat dikirin. Piştre rasterast bi ser misteşariya mişawiriya çapemeniyê ve tê girêdan. Bi saziyên çapemeniyê re têkildar in. Hin tiştên girîng didan weşandin, nivîs didan nivîsandin.’’

Gunel wiha dibêje: ‘’Seroktiya daîreya îstîxbaratê ya psîkolojîk xebatên deqkirinê, di ser çapemeniyê re guherandina têgihiştina civakê dikirin. Niha jî rewş guherî ye, êdî bi gotina wan, ketine karekî mezintir. Tiştên ku li ser televizyonan, rojnameyan, medyaya sosyal dikin, her wiha dîsa bi gotina wan bi agahiyên çewt û derew bi rêya çapemeniyê dibine sedema hilweşîna sincê civakê.’’