Rejîma Şamê dagirkeriya Tirk şermezar kir û daxwaza derketinê kir

Rejîma Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û daxwaz kir ku tavilê derbikeve.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sana yê, di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Derve ve hate kirin de wiha tê gotin; “Sûriye dagirkeriya Tirk a li Efrînê û sûcê kirî şermezar dike.”

Wezaretê wiha jî got; “Hêzên dagirker divê tavilê xakên li Sûriyeyê dagirkirî derbikeve.”

Ji bo Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Konseya Ewlehiya NY ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê bi vê daxwazê name hatine şandin.