RAJIN: Çapemeniya azad wê her tim wijdanê civaka Kurd be

RAJIN'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, "Bi ked û fedakariya bi dehan şehîdên çapemeniyê em gihîştin vê astê. Çapemeniya azad wê îro jî bi pênûs û kameraya xwe bibe çav, guh, deng û wijdanê civaka Kurd."

Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Azad (RAJIN) bi wesîleya salvegera 123'an a Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Em roja Rojnamevaniya Kurd, di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurdistanê, li jinên Kurd ên berxwedêr û li tevahî şopdarên çapemeniya azad yên li her çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikin. Di şexsê şehîda herî dawî ya ragihandina azad hevrê Delîla Çiya de, şehîd Gurbetelî Ersoz, Şîlan Aras, Şervîn Bîngol, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Sarya Onur, Selçuk, Xelîl Dag, Rizgar û tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin. Soza pêkanîna xeyalên wan nû dikin û biryardariya li ser şopa heqîqeta wan dubare tînin ziman.

'LI HEMBER QIRKIRINA ÇANDÎ, ŞERT Û MERCÊN HEYÎ GAVEKE WÊREK E'

Di 22’ê Nîsana sala 1898'an de li paytexta Misrê Qahîreyê, yekemîn rojnameya bi navê Kurdistan ku bi alfebeya Aramî derdikeve tê çapkirin. Ev rojname ne li Kurdistanê û ne di nava neteweya xwe de dihat nivîsandin û çapkirin. Ew yek jî asta siyaseta faşîzane ya dewleta dagirker a Tirk û her weha dagirkerên li ser Kurdistanê, nîşan dida. Ev rojname di serdemekê de ku navê Kurd û Kurdistanê nedihat bilêvkirin tê çapkirin. Li hember siyaseta qirkirina çandî, di şert û mercên wê demê de helwesteke wêrekiyê bû. Her çiqas ji ber hişmendiya qirker weşangeriya rojnameyê bi awayekî rêk û pêk dom nekiribe jî, lê di pêşengiya fikir û pênûsa Mîqdat Mîdhet Bedirxan û jina rewşenbîr a Kurd Rewşen Bedirxan de roja rojnamevaniya Kurd ava bûye. Êdî ev roj di dîroka gelê Kurd de weke roja Rojnamevaniya Neteweyî hatiye pejirandin. Li ser avabûna vê mîrateyê çapemeniya azad a Kurd xwe gihandiye qonaxeke nûjen li Kurdistanê. Rastiya çapemeniya azad, îro di ast û çawaniya şoreşê de ye. Ji ber ku çapemeniya azad a Kurd bi ked û fedekariya sedan şehîdan ava bûye. Em xwe weke hevrê û erkdarê berdewamiya vê mîrateyê dibînin û di roja îro de têkoşîna mafdar dimeşînin.

'RÊBER APO ÇAPEMENIYA AZAD A BI NÊRÎN, EXLAQ Û ESTETÎKA JINÊ AFIRAND'

Di rastiya Kurdistanê de, em weke gel û bi taybetî jî weke jina Kurd di warê hebûna civakî, polîtîk, siyasî, nasname, çand û dîrokê de heya ber bi nîvê sedsala 20'emîn ve ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve li ber qirkirina civakî bûn. Rêber Apo, bi fikirekî hemdem, bi bîrdozî û felsefeya jiyaneke nû li Kurdistanê modela civaka demokratîk û azad afirand. Ev afirandina mezin derî li gelek pêşketinên dîrokî vekir. Çapemeniya Azad xwe ji rastiya vê afirandina fikrê mezin ava kir. Rêber Apo, çepemeniya azad bi nêrîn, exlaq û estetîka jinê afirand. Ev pêşketin bi têkoşîna 40 salî ya tevgera azadiyê re di roja îro de rê li ber hişmendiyek nûjen û jiyanek azad vekir. Têkoşer û berxwedêrê mezin û xwediyê vê afrîneriyan bêguman Rêber Apo ye. Rêber Apo, li Kurdistanê bi fikir û felsefeyê ronakbîrê herî mezine.

Em Yekîtiya Ragihandina Jin a Azad (RAJIN) di roja îro de xwe berpisyarên sereke yê derxistin, parastin û pêşxistina van nirxên neteweyî û civakî dibînin. Weke çapemeniya azad a jinê em xwe weke şopdarê pênûsa jina şoreşger û rojnamevan şehîd Gurbetelî Ersoz dibînin. Heval Gurbetelî Ersoz di dîroka têkoşîna me ya neteweyî de yekem jina rojnamevan bû ku mîrateya bi ramanên Rêber Apo, mîrateya Mîqdat û Rewşen Bedirxan, zindî kir. Di oxira azadiya neteweya xwe de ne tenê bi pênûs û kamera xwe, weke fermandar û şervanek şerker di çeperên herî pêş ê şer de destana ragihandina azad nivîsand. 

'ÇAPEMENIYA AZAD WÊ BIBE ZIMAN, ÇAV, GUH, WIJDANA ŞIYAR Û TÊKOŞÎNA HER JIN Û CIVAKA KURD'

Li hemberî kevneperestî û paşverûtiyên civaka zayendparêz, li hemberî zihniyeta deshilatdar ya mêr çawa ku jin li her qadê têkoşîneke mezin dide, destketî û nirxên mezin bi dest xistiye, di qada çapemeniyê de jî ev têkoşîn dewam kiriye. Çapemeniya azad ew ê bi pênûs, lênûs, kamera û dengê xwe bibe ziman, çav, guh û wîjdana şiyar û tekoşer a her jin û her weha civaka Kurd.

Li gel van hemû pêşketin û têkoşîna tê meşandin, em di roja îro de weke gelê Kurd û bi taybet jinên têkoşer bi komplo û plangeriyên nû re rû birû ne. Hêzên kapîtalîst û dagirker şerekî topyekûn bi hemû rêbazan didin meşandin, lê ji bo berjewendiyên xwe yên pergalî biparêzin bi taybet medyayê weke çekek herî dijwar li hemberî civakê didin bi kar anîn. Ji bo teslîmgirtina civakê û bênasnamekirina wê bi ser bixînin çi ji destê wan tê dikin. Weke çapemeniya azad dîtina van xeteriyan û civak li hemberî van xeteriyan zanekirin, perwerdekirin û rêbazên têkoşînê fêrkirin erkekî dîrokî ye. Em di serî de vê komplo û xeteriya mezin a li ser Rêber Apo ku bi rêya çapemeniyê tê rêvebirin, dibînin. Hemû hêzên dagirker ên cîhanî û herêmî sengerê şerê xwe yê li dijî mirovahiyê bi rêya çapemeniyê bi rê ve dibin. Çapemenî îro di hêla hêzên mêr-dewlet ve li ser bingeha kuştina zanist, reflekes û vîna civakê, weke yekane şerê nerim, lê ya herî xetere tê bikar anîn. Weke çapemeniya azad di vê dema dîrokî de erka sereke ya her endam û xebatkareke çapemeniya azad ew e ku li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, bibin avakarên zîhniyeta sîstema modernîteya demokratîk. Li ser vê esasê û di serî de têkoşînek bê eman ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di azadbûna ferdî û civakî de, yekane erka jê nevegere. Hişmendiya dagirkeriya mêr-dewlet îro jiyan û civak ber bi felaketê ve biriye. Weke ragihandina azad em di vê bîr û baweriyê de ne ku heya Rêber Apo, pêşengên doza me û her weha bi hezaran endam û xebatkarên çapemeniya azad yên ku di oxira azadiya fikir û raman de têdikoşin ne ghinin azadiya xwe ya fizîkî, çapemeniya azad pêwîste di tekoşîna azadiya fikir û raman de bi erka xwe ya pêşengiyê rabe. Ji bo mezinkirin û pêşdebirina pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ristekî mezin dikeve ser çapemeniya azad. 

'HAYA XWE JI ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE HEBE'

Em roja rojnamevaniya Kurd, di demeke wiha dîrokî de pêşwazî dikin. Ji bo wê erk û berpirsyarên mezin dikevin ser milê me. Watekirin û xwedî li derketina vê rojê bi pêkanîna erk û berpirsyarên xwe yê dîrokî pêkan dibe. Şehîdên çapemeniya azad bi vê zanebûnê timî tevgeriyan û dev ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Di çeper û qadên herî zor ê tekoşînê de li ber xwe dan. Heqîqeta çapemeniya civaka exlaqî û polîtîk xwe li ser vê hîmê ava kir û bi pêş ket. Rastiya şehîd Gurbet, Fayîq, Xelîl, Denîz, Şîlan, Rizgar, Nûjiyan, Arhat, Hîndîstan, Fîraz, Dilîşan, Dilovan û bi sedan şopdaran, weke lêgerînerên heqîqetê derbasî rûpelên dîrokê bûn. Em îro li ser van nirxan xwe ava dikin, bi rêxistin û zane dikin. 

Em careke din vê rojê li tevahî kedkarên çapemeniya azad, li tevahî jin û gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em dibêjin heya ku lêgerînerên heqîqetê hebin wê jiyana azad û civaka azad her tim zindî be û bê vejînkirin. Gera li heqîqetê kêlî bi kêlî di ferqa hebûna xwe de bûyîne."