QSD: Tevgera dagirkeriyê dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamê çalaki û şerê 24 saetên dawî ragihand.

QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî ev agahî da:

“Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe ya hewayî li seranserê herêmên eniyê domand. Artêşa dagirker li herêma Til Temir bi balafirên bê mirov li ser gundên Aşuriyan tevgera keşfê pêk anî. Herwiha komên çete tevgera xwe ya dagirkeriyê li herêmê domandin.

Artêşa Tirk a dagirker, piştî dewriyeyek hevpar bi hêzên Rûsî re li herêma Eyn Îsa, bi tankan û çekên giran, herwiha bi hejmarek zêde çeteyên xwe hewl da herêmê dagir bike. Artêşa dagirker piştî dewriyeya li depoyên genim yên Şêrgirakê careke din vegeriya û qadê dagir kir, çeteyên xwe tê de bi cîh kir.”