QSD: Me 12 çeteyên DAÎŞ’ê girt, em 30 kîlometre bi pêş ve çûn
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya roja 4’an a pêngava li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan 12 çete girtine û 30 kîlometre bi pêş ve çûne.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya roja 4’an a pêngava li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan 12 çete girtine û 30 kîlometre bi pêş ve çûne.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bîlançoya roja 4’an a pêngava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê eşkere kir.
QSD’ê got ku, “Hêzên QSD’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonên lêgerîn û serdegirtinê tevî Hêzên koordînasyona ji hewayî û bejahî ya Koalîsyona Navneteweyî didomîne. Di roja 4’an de hêzên me li qadeke 30 kîlometre dirêj û 60 kîlometre firehiyê de, li 15 gundan operasyonên lêgerîn û kontrolê li dar xistine. Hêzên me girtine ser 10 cihan, 12 terorîst û kesên gumanbar girtine. Hêzên me dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyan.”