BI DÎMEN

QSD’ê nasnameya 2 şehîdên Minbicê eşkere kir

QSD’ê nasnameya 2 fermandarên xwe yên li Minbicê şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 fermandaran Şêro Elî û Îskender Elaa eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di berxwedana lehengane ya hêzên me de Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Minbic û gundewarên wê ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hevreyên me fermandarên hêzên Cebhet El Ekrad a di bin ala hêzên me de Şêro û fermandarê Lîwa Siwar Idlib (Tûgaya Şoreşgerên Idlibê) Îskender şehîd bûn.

Her du hevreyên me ku bi hêz û israr parastina bajarê Minbicê û xelkê wê kirin, waneyên herî bilind ên berxwedana dîrokî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê raber kirin, ta gihaştin asta şehadetê."

Di daxuyaniyê de sersaxî hat xwestin û hate gotin: “Bila serê me, malbatên her du fermandarên şehîd û tevahî malbatên şehîdan û xelkê me yê Minbicê sax be. Bê guman çûyîna hevreyên me Şêro û Îskender ji bo gelê me yê berxwedêr windahiyek mezin e. Lê îro israra me ya domandina têkoşîna her du şehîdan û tevahî şehîdan ji her demê zêdetir dibe. Têkoşîna me dê bi serketinê tacîdar bibe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Şêro Elî

Nav û Paşnav: Şêro Beşar

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Jidayikbûnê: Til Eran

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Kanûn 2024

***

 

Nasnav: Îskender Elaa

Nav û Paşnav: Elaa Hemîco

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Şeban

Cihê Jidayikbûnê: Laziqiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Erîme-Minbic, 8 Kanûn 2024.