QSD: Dagirker sivîlan dikin hedef

QSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmê didome. QSD’ê diyar kir ku di êrîşên dagirker de gelê sivîl tê qetilkirin.

QSD’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 9,10,11 û 12’ê Çileyê de daxuyanî da.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, bi armanca berfirehkirina dagirkeriyê faaliyetên keşf û êrişan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

EYN ÎSA

9’ê Çileyê balafirên bêmirov benda kontrolê ya Eyn Îsa bombebaran kir. Di encamê de welatiyekî sivîl û endamekî Asayîşê birîndar bûn. Li heman rojê artêşa dagirker bi obus û çekên giran nêzî gundê Hoşan êrîş birin ser rêya M4 a navdewletî. Di encamê vê êrişê de ziyanên madî gihîştin milkên welatiyên sivîl.

GIRÊ SPÎ

Di 10 û 11’ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan gundên Erîda, Şorbenîsk û Qîzalî bombebaran kirin. Di encamê de milkên welatiyên sivîl zirar dîtin.

TIRBESPIYÊ

Di 12’ê Çileyê piştî nîvro saat 13.00’an de nêzî gundê Dokir cihekî ku saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên sivîl erkê xwe dimeşandin, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bû hedef. Di encama vê êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Her wiha di encama vê erîşê de gelek welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku agirtbest hatibû îlankirin heya îro binpêkirinên xwe bi her awayî berdewam dike.”