Qendîl her çar demsalan bi xeml û rewş e

Vegera li çiyayê Qendîlê ku gefên leşkerî û siyasî lê tên xwarin û bi balafirên şer êrîş lê tê kirin, didome. Jiyana li Qendîlê her çar demsalan zindî û bedew e.

Gelê Başûrê Kurdistanê, piştî rûdana krîza aborî û siyasî bi giranî berê xwe dide gundên Qendîlê.

Çiyayê Qendîlê ku li dijî mêtingeriyê sedan salan bû cih û warê berxwedanê, îro jî bi heman rolê radibe. Welatiyên li çiyayê Qendîlê, li erdê berhemdar ê vê herêmê, her çar demsalan debara xwe dikin. Şêniyên Qendîlê ku li gel êrîşên giran ên balafirên şer ên dewleta Tirk jî cih û warên xwe naterikînin, ji bo xwe ji demsala zivistanê re amade bikin sûdê ji dewlemendiya çiyê digirin. Gundiyên Qendîlê ji bo heywanên xwe êm didin hev, êzingan kom dikin û zebzeyên xwe hişk dikin. Li aliyê din jî ji bo salên bê darên fêkî diçînin.

MAMOSTEYÊ ÎNGILÎZÎ YÊ BÛYE ŞIVAN

Piştî ku li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî û aborî rû da û artêşa Iraqê û hêza wê ya Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê û hemû herêmên 'cihê nîqaşê' kirin, gelek welatî li gundên xwe yên berê vala kiribûn vegeriyan.

Mamosteyê Îngilîzî Resûl Ehmed ku li çiyayê Qendîlê bûye şivan û bi vî rengî debara malbata xwe dike, anî ziman ku wî bi xwe jiyana li gund hilbijartiye û got, "Ez li vê derê şivan im. Hewa, ax û şert û mercên vê derê ji bo sewalkariyê berhemdar e. Bizin ên min û cîranên me ye. Ligel zor û zehmetiya şivantî û jiyana li vir jî, ji jiyana li bajêr çêtir e. Em li vê derê di nava xwezayê de ne."

LI BAJÊR KAR NÎNE

Ehmed da xuyakirin ku bêkarî li bajêr gelekî zêde ye û anî ziman ku eger ew li bajêr bûya, ji bilî pêşmergetiyê tiştekî wî bikira tine bû. Ehmed diyar kir ku tenê salê çend rojan ji bo peydakirina hin pêdiviyan diçe bajêr û vedigere û got, "Em li vê derê bi xwedîkirina bizin û mihiyan, debara xwe dikin. Dema pêwîstiya me hebe em diçin bajêr, lê bi çar demsalan em li vir in."

JIYANA LI BAJÊR LI ME NAYÊ

Yek ji şêniyên Qendîlê Resûl Hesen jî anî ziman ku ew bi çar demsalan li gund dijîn û got, "Karê me sewalkarî ye. Em li çiyayê Qendîlê dijîn. Malbata me, zarokên me, heval û hogirên me li vir dijîn. Jiyana li bajaran li me nayê. Li gorî her demsalê em li çiyayê Qendîlê di nava liv û tevgerê de ne."

DILSOZIYA BI CIH Û WARÊ XWE RE

Hecî Omer Îbrahîm da zanîn ku emrê wî li Qendîlê derbas bûye û ti carî nefikiriye ku çiyayên xwe biterikîne. Hecî Omer Îbrahîm bi gotina, "Ez li vir ji dayik bûm û ez ê li vir bimirim" dilsoziya xwe ya bi cih û warên xwe re anî ziman. Hecî Omer Îbrahîm wiha dewam kir: "Ez 75 salî me. Emrê min li vir derbas bû. Min ti carî ev çiya neterikand, nefikirîm ku biterikînim. Tenê di dema Enfalê de em ji cihekî çûn cihekî din. Wekî din em timî li vir man. Ev çiya bersivê dide hemû pêdiviyên me. Ez li vir ji dayik bûm, ez ê li vir bimirim."

QENDÎL COMERD E

Berzan Mihemed jî ku darên li gund diçîne, destnîşan dike ku axa Qendîlê ji her alî ve derfetan dide wan. Mihemed anî ziman ku axa Qendîlê timî ji bo wan comerd bûye û got, "Niha demsala çandina daran e. Em jî li vir darên fêkî diçînin. Axa li vir gelekî bi berhem e. Tu çi lê biçîne wê zêdetir bide te. Tu darên hinar, sêv, hirmî, bihok, mişmiş, gwîz çi biçîne, şîn dibe. Gelekî berhemdar e. Ji bo çandiniyê jî gelekî baş e. Firingî, xiyar, şênkahî, sîr gelek tişt lê şîn dibin. Wekî din li vir pirsgirêka avê nîne."

LIGEL ÊRÎŞAN JÎ VEGER DEWAM DIKE

Mihemed bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer û destnîşan kir ku ligel vê yekê jî vegera li gundan zêde bûye. Mihemed got, "Di salên dawî de ciwan li gundan vedigerin. Bi çar demsalan em li vir dijîn. Balafirên şer ên dewleta Tirk timî bombeyan li vir dibarînin. Gefeke mezin heye, lê belê em dest ji axa xwe bernadin."