Putin û Merkel li ser Îran û Sûriyeyê peyivîn

Merkel û Putin li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev rûniştin. Di hevdîtinê de krîza li Sûriyeyê, projeya Herikîna Bakur 2, Ûkrayna û vekişîna DYA ji peymana nukleerê ya bi Îranê re hatin nirxandin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev rûniştin. Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hate kirin.

Merkel di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hevkariya Trans-Atlantîk ji bo Berlînê girîng e û welatên Yekîtiya Ewropayê niha li ser rê û rêbazên tevna ewlekariyê a ji bo şîrketên bi Îranê re dixebitin, radiwestin. Merkel da xuyakirin ku peymana nukleerê ya Îranê bêqisûr nîne, lê belê ji nebûna peymanekê çêtir e. Merkel got, "Me qala zor û zehmetiyan kir ku ji ber vekişîna DYA ya ji peymanê rû dane. Elmanya, Îngilîstan, Fransa û partnerên me yên din ên li nava Yekîtiya Ewropayê destekê didin peymanê. Em ê li gorî peymanê tevbigerin."

Putin piştre axivî û got, "DYA ji me dixwaze em destekê bidin Ûkraynayê ku ev welat naxwaze bi Rûsyayê re têkiliyeke xwe ya baş hebe û salane 2-3 milyar ji transfera gazê bi dest dixe. Ya rast, em li dij vê nînin. Eger ji aliyê aboriyê ve maqûl be, em amade ne transfera gazê bidomînin. Rê û rêbaza vê ahengiyê jî bi danûstandinan dibe. Donald ne tenê serokê DYA ye. Her wiha karsazekî dijwar e. Ji ber vê yekê berjewendiyên kar bêhtir dide pêş."

Hate ragihandin ku her du alî ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê li hev kirine.

Putin li ser mijarê got, "Em li ser krîza li Sûriyeyê jî axivîn. Em li ser wê yekê rawestiyan ku bi rêya hevdîtinên Cenevre û Astanayê tevkarî li pêvajoya çareseriya siyasî bê kirin, rewşa li herêmê aram bibe û alîkariya însanî ji gelê Sûriyeyê re bê dayin."