Polîsan girtin ser weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê

Polîsên Elmanyayê girtin ser weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr muzîkê.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, polîsên Elmanyayê vê sibehê girtine ser saziyên Kurdan.

Ji salekê zêdetir e ku weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr muzîk di hedefa polîsan de ye. Polîsan careke din girtin ser van saziyan. Derbarê serdegirtinê agahiyên zêde nehatin wergirtin û hate ragihandin ku lêgerîna di nav saziyan de didome.

Di 8’ê Adara 2018’an de polîsa girtibûn ser Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Mûltîmedîa yên li bajarê Neûssê. Li herdu saziyan, sê rojan lêgerîn hatibû kirin. Polîsan dest danîbûn ser gelek pirtûk, kovar, arşîv û alavên qeydkirinê. Di vê serdegirtinê de bi kamyon û TIR’an pirtûk û albumên muzîkê hatibûn desteserkirin.

Di sala 2018’an de bi hincetên cihê, polîsan gelek caran girtin ser saziyên Kurdan.