Polîs û leşkeran dora Amarayê girtin

Ji ber rojbûna 71’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dora gundê Amarayê hate girtin. Mehmet Ocalan dema çû mala xwe, li navnîşana wan a îkametgahê hate pirsîn.

Hê du roj maye ji rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû rêyên diçe Amaraya Xelfetiya Rihayê ji aliyê leşker û polîsan ve hate girtin. Ablûka ji Taxa Goganê hate destpêkirin û heta ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye, didome.

Mehmet Ocalan û kurê wî parlementerê HDP’ê Omer Ocalan piştî ku ji Amedê vegeriyan, di têketina Amarayê de leşker û polîsên pêşiya wan birîn û li îkametgeha wan pirsîn. Bi hinceta ku ajovanê Mehmet Ocalan îkametgeha wî ne bi ser Amarayê ye, ew nexistin gund.

Mehmet Ocalan derbarê pîrozkirina rojbûna Ocalan a îsal de got ku “Kesên ku dixwazin rojbûna Serok pîroz bikin, dikarin li mala xwe pîroz bikin.Dora gund girtine. Jixwe ji ber şewbê me gotibû, hemû kes dikarin li mala xwe rojbûna Serok pîroz bikin. Li gund rewşeke awarte heye. Ev li dijî demokrasiyê ye. Ev qas leşker, polîs û wesayîtên zirxî hewce nake.”