Platforma li ser paşeroja Reqayê dest pê kir
Platforma li ser paşeroja Reqayê, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û eşîran, li navçeya Eyn Îsayê dest pê kir.
Platforma li ser paşeroja Reqayê, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û eşîran, li navçeya Eyn Îsayê dest pê kir.
Platforma Reqayê ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve tê lidarxistin. Nûnerên eşîrên Cês, Bûseraya, Sexane, Bûesaf, Ebû Hemîd, Amir, Bûşeyan, Efadele, El-Mûs Dahir, El-Xanim El-Dahir, Kewatî, Burêc, El-Xûl, Cemase, El-Cerî Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo, Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, nûnerên Meclîsa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Rêveberiya Minbicê, herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê û saziyên ciwanan tevlî platformê bûne.
Li salona civînê pankartên bi nivîsa "Em ê her tiştên ku ji aliyê terorê ve hatiye hilweşandin ji nû ve bi hev re ava bikin", "Ber bi Sûriyeya Demokratîk a pirreng ve", "Biratiya gelan û jiyana hevpar a azad misogeriya paşeroja Sûriyeyê ye" hatin daliqandin.
Platformê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre endamê Komîteya Amadekar a Platformê Îbrahîm El Ferec peyivî, silav da beşdaran û ji hemû nûnerên saziyan û kesayetên ji ber şert nekarîn xwe bigihînin wan lêborîn xwest.
Îbrahîm El Ferec spasiya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê, Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên nava bajar û gundan diparêzin û hemû hêzên piştgiriyê didin QSD'ê kir.
El Ferec bal kişand ser girîngiya civînê û got, "Ji ber berpirsyariya dîrokî me ev civîna berfireh lidar xist. Armanca me ew ku em çarenûsa herêmê û gelê xwe diyar bikin. Herêmên me di rewşeke hesas de ne. Me baş dizanî ku gelê me girîngiya vê civîna dîrokî baş zane. Me we vexwend û we jî pêk anî. Ev ji hestê we yê baş nîşan dide."
El-Ferec bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û wiha dom kir: "Bajarê me li ber rizgarkirinê ye. Em jî îro di bin heman sîwanî de dicivin. Ev civîna me di demeke dîrokî de pêk tê. Em li benda seta sifrê ne da ku bajarê me bi tememî ji çeteyan were rizgarkirin. Ji me tê xwestin ku di xebatên jinûve avakirinê de li gorî berpirsyariyan bin. Em hevgirtina xwe bi pêş bixin. Em hemû hêza xwe bikin yek da ku em hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û vê aloziya di çarçoveya siyasetên derve de li ser gelê me hatine bi dawî bikin. Ji ber siyasetên derve kur bû dijberê bavê xwe, bira bû dijbirê birayê xwe. Ji ber vê yekê divê em van pirsgirêkan derbas bikin, em niha di demeke dîrokî de ne."
Wê platform bi axaftinên mêvan û rûspiyên eşîreyan dewam bike.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehemed, bi navê QSD'ê Berdevkê Fermî Telal Silo, bi navê hemeleya Pêngava Xezeba Firatê berdevka pêngavê Cîhan Şêx Ehmed, li ser navê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser navê Meclîsa Jinên Sûriyeyê, li ser navê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, li ser navê Kantonên Cizîr, Kobanê, Girê Spî, rêveberiya Minbicê, li ser navê Meclîsa Dêra Zorê, bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê û li ser navê Yekîtiya Suryanî û Asûrî wê axaftin werin kirin.
Paşê jî wê şêxên eşîran û rûspiyên herêmê biaxivin. Qiseker ev in: Şêx Beşîr El-Hiwêdî, Şêx Hamid El-Ferec, Şêx Husên El-Raşid, Şêx Ehmed El-Keno, Şêx Esed El-Beşîr, Şêx Xelef El-Ubêd El-Hesan, Hamid El-Efaf û Faris El-Horan.
Piştî axafitnan wê li ser navê Komîteya Amadekar jî Umer Elûş û Îbrîhîm El-Ferec jî biaxivin.