PKK: Bi vê pêngavê re wê têk biçin

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, bi berxwedaneke yekbûyî û dîrokî ya li ser xeta serketinê ew Newrozê pêşwazî dikin û ragihand, "Zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker têkçûna xwe di nava vê têkoşîna dîrokî de dibîne."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê çi dike bila bike wê nikaribe pêşî li hilweşîn û têkçûna xwe bigirin. Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

LI DIJÎ DEHAQÊN SERDEMA NIHA

"Gelên Rojhilata Navîn û mirovahî Newrozeke nû pêşwazî dikin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengtiya Kawayê Hemdem destpê kir, faşîzma AKP-MHP'ê û DAÎŞ ên di serdema heyî de Dehaqên gelan û mirovahiyê ne tine dike û têk dibe. Di vê wateyê de efsaneya 2631 sal e di roja me ya îro de bi heqîqetê bi hêz dibe û ji nû ve zindî dibe. Rastiya serketin, berxwedan û yekîtiya Newrozê ya Cejna Azadiyê ya herî kevin a mirovahiyê ye, di têkoşîna roja me de hê zêdetir bi wate dibe. Ji Kawayê Şoreşger ê avakerê Newrozê heta Kawayê Hemdem Mezlûm Dogan û Zekiye Alkanan hemû şehîdên leheng ên di têkoşîna azadiya gelê me ya bilind dibe de, dijî.

EM NEWROZÊ LI GORÎ RASTÎ Û CEWHERA WÊ PÊŞWAZÎ DIKIN Û DIJÎN

Em tevger û gel Newroza 2631'ê bi pêngava 'Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin' pêşwazî dikin û dijîn. Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi Pêşengtiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven roja 130'î jî derbas kiriye. Gelê me û hêzên demokratîk li dora grevê birçîbûnê û bi pêşengiya hêzên me yên gerîla yên leheng berxwedaneke antî-faşîst a dîrokî dikin. Bi zanabûnekî mezin, bi bawerî û vîneke berxwedêr têkoşîna azadiyê bi awayekî topyekûn li gel rastiya Newrozê bi awayekî herî rast dijîn.

WÊ ŞAHIDIYÊ JI SERKETINA AZADIYÊ RE BIKE

Li ser vê bingehê di serî de Cejna Azadiyê ya Newrozê li Rêber Apo, Leyla Guven, Nasir Yagiz li hemû berxwedêrên grevan, hevrêyên partiyê hemûyan, gelê me yê welatparêz, hêzên demokratîk û mirovahiyê pîroz dikin, berxwedêrên dîrokê dinivîsin silav dikin, di Newroza nû de serketinê dixwazin. Dîsa di şexsê Şehîdê me yê Newrozê Mezlûm Dogan, Mehsûm Korkmaz, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Soza bicihanîna armanc û hesreta wan didin. Hêvî û baweriya me heye ku ev Newroz wê şahidiyeke mezin ji serketina azadiyê ya herî mezin re bike.

MÊTINGERÎ TERORA FAŞÎST ZÊDE DIKE

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn destpê kir kete sala xwe ya 30'î. Bê şik û guman beşa herî girîng û bi wate ya vî şerî li Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê û faşîzma AKP-MHP'ê hate kirin. Siyaset û hişmendiya qirker û mêtinger a li ser gelê Kurd hate sepandin, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê weke terora faşîst û dîktator xwe pratîk kir. Bi vekirî, girtina Kurdistanê ya di bin mêtingerî û qirkirinê de, di serî de Tirkiye û Rojhilata Navîn li hemû cîhanê terora faşîst û qirker dide kirin. Ev jî di êşkenceya Îmrali û sîstema tecrîdê de xwe vekirî dide der. Wê demê di vê her kesê bi rastî jî dibêje ez li dijî zextên faşîzan, teror û qirkirinê ne, divê li dijî serweriya qirker û mêtinger a Kurdistan, tecrîda li Îmrariyê û sîstema êşkenceyê derkeve.

EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU RASTIYÊ BIBÎNIN

Em Tevgera Azadî û gelê Kurd li dijî DAÎŞ û faşîzma AKP-MHP'ê yên Dehaqên Zalim ên serdema heyî her berdêlê didin, têkoşîneke azadiyê ya dîrokî bi rê ve dibin. Li dijî hişmendî û siyaseta faşîst-qirker hov-barbar a modernîteya kapitalîst li dijî hemû mirovahiyê, me Meşeke ya Mirovahiyê ya Azad a dîrokê diparêze daye destpêkirin. Em bi lêxistina faşîzma AKP-MHP'ê lewazkirina DAÎŞ'ê û hişmendiya mîna wê, mîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dîtin, bi paqijkirina hişmendiyeke paşverû ya faşîst a mîna DAÎŞ'ê, hemû mirovahiyê ji terora faşîst û belaya qirker diparêzin û rizgar dikin. Divê her kes vê rastiyê bibîne, bi edalet tevger bike. Li ser vê bingihê her kesê alîgirê demokrasî vedixwînin dîtina vê rastiyê, li dijî mêtingeriya TC'ê ya li Kurdistan derkevin, rastiya gelê Kurd bibînin û naskirina gelên demokratîk dikin.

EW Ê NIKARIBE PÊŞÎ LI HILWEŞÎN Û TÊKÇÛNA XWE BIGIRIN

Em tevger û gel Newroza 2631'an di xeta serketinê de bi berxwedaneke dirokî û yekbûyî pêşwazî dikin. Ev rewş di şexsê desthilata AKP-MHP'ê de hişmendiya faşîst dîn û har dike. Ji ber ku tinebûn û siyaseta hilweşînê ya vê hişmendiya qirker, faşîst û mêtînger di vê têkoşîna dîrokî te tê dîtin. Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ya faşîst bi vê dîn û harbûnê êrîş dike û peyvên heqaretê bi kar tînin, ti destûrên hiqûq û ehlaq nas nakin, her roj bi dehan mirovan qetil dikin û zindanan tijî dikin, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê weke şêweyê rêveberiyekê dike û li ser hemû Tirkiyeyê ferz dike û weke Paşayên Îttîhat û Terrakî gefa derxistina ji welatê xwe yê bi deh hezaran sal li gelê me dixwe. Lê çi bikin tu feydeya tirsî ji ecel re nîne, yanî nikarin pêşiya hilweşîn û rûxandina xwe bigrin. Li beramberî pêngava azadiyê ya gelê me ku bi pêş dikeve dizanin ku ew ê biçin selika sergoyê ya dîrokê û ji ber vê sedemê her ku ditirsin hê bêhtir ditirsin.

TÊKOŞÎN MEZIN DIBE

Bi vekirî tê dîtin ku her ku êrîşên qirker-faşîst û komkujî zêde dibin, têkoşîna gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêş dikeve û mezin dibe. Gelê me yê Bakur û hêzên demokratîk xwe amade dikin ku di hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê de derseke nû bidin faşîzma AKP-MHP'ê. Gelê me yê Rojava di serî de bi Ereb û hemû gelên Sûriyeyê yekbûyîna xwe ava kiriye çeteyên DAÎŞ'ê binxistin û sîstema parastinê ya azad a xwe ava dikin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku bi Serhildana Şêladizê re li dijî êrîşên faşîst ên AKP-MHP'ê û dagirkeriya Tirk nerazîbûn û hêrsa xwe bi vekirî nîşan dan. Li dijî hişmendiya faşîst-qirker û siyasetê xeta yekîtiya neteweyî ava kirine û bang li hemû welatparêzên Kurdistanê dike ku yekîtiyekî wiha ava bikin. Gelê me yê Rojhilat ku destekê dide berxwedana hemû parçeyan dizane ku hêza şoreşgê ya dîrokî û li gorî her rewşê amadekariya xwe dike. Gelê me û dostên me yên li derveyî welat jî bi berxwedana cesûr û fedakar ya ku pêştêxe pêşengiyê ji pêngava serketinê re dike.

SALA NÛ YA NEWROZÊ WÊ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIBE

Em tevger û gel Newroza 2631'an li ser vê bingehê pêşwazî dikin, azadî, yekîtî berxwedan û wateya serketinê bi vî awayî dijîn. Li her derê bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên azadiyê pêş dikevin. Bi pêşengiya grevên birçîbûnê ya 'Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin' pêngava berxwedanê mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe. Qehremantiya Mezlûm û Agîd, xeta serketin û berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê rê nîşanî vê berxwedana dîrokî dike. Bi pîrozbahiyên Newrozê re wê ev berxwedan bigihije lutkeyê û di sala nû ya Newrozê de bi vekirî tê dîtin ku ew ê bi serketinê were tacîdarkirin.

EM QAD Û KOLANAN DAGIRIN Û PÎROZ BIKIN

Li ser vê bingehê carek din Newrozê li her kesî pîroz dikin. Di serî de em bang li jin û ciwan gelê xwe û dostan hemûyan dikin ku hê bêhtir xwedî li pêngava berxwedanê ya 'Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin' a bi pêşengiya Leyla Guven derbikevin, çalakiyên azadiyê hê berfirehtir bikin û belavî her qadê bikin. Pêngava me ya berxwedanê di xeta qehremantiya Mazlûm û Mahsûm de bi rê ve bibin û bi teqez serketin bi dest bixin, di vê çarçoveyê de em bang li her kesî dikin ku Newrozê, Cejna Azadiyê di nava coşekê mezin li qad û kolanan pîroz bikin!"