PJAK’ê nasnameya şehîdên Mukriyanê eşkere kir

PJAK a nasnameya 2 gerîlayên li Mukryanê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me berxwedana dîrokî ya şehîdên me pêşengtî kirin dewirgirtin, têkoşîna me gavekî din nêzî serketinê kirin.”

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li navçeya Muhabad a Mukriyanê şehîd bûbûn eşkere kir.

PJAK’ê ragihand ku hevrêyê wan ên bi navê Cengawer Bahoz û Aram Awyer li gel welatparêzê bi navê Xidir Beyezîdî şehîd bûne.

PJAK’ê ev tişt got:

“Di 15’ê Îlona 2020’ê komek hevrêyên me dema li herêma Muhabadê li ser erka xwe bûn ketin kemîna pasdarên Îranê û şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me yên bi navê Cengawer Bahoz û Aram Awyer li gel welatparêzê bi navê Xidir Bayezîdî şehîd bûn.

Di nava salê de hêzên komara îslamî ya dagirker a Îranê ketibûn nava berfirehkirina xebatên siyaseta milîtarîst a li seranserî Rojhilatê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de êrîşî xelkê sivîl dikir. Her çendî bi vê siyasetê komara îslamî xwestibe ku hemû derfet û xebatên têkoşîna azadiya gelê me têk bibe jî, gelê me bi fedekarî  li qadan têkoşîn kiriye. Komara Îslamî dixwaze bi êrîşên xwe yên domdar têkiliya gerîla û gel ji hev qût bike.

Di encama vê kemînê de endamê Meclîsa PJAK’ê Cengawer Baoz ê ji gundê Kanêreşî ya girêdayî şarê Bokan û Aram Awyer ji bajarê Sine şehîd dibin. Dîsa di heman kemînê de welatparêzê bi navê Xidir Bayezîdî ji gundê Bereco jî şehîd dibe. Em PJAK sersaxiyê ji malbatên hersê şehîdên xwe re dixwazin, soza şopandina rêç û pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

CENGAWER BAHOZ

Hevrêyê me Cengawer Bahoz endamê Meclîsa PJAK’ê bû. Ev du salin di nava xebatên meclîsê de bê westan têkoşîneke mezin da. Ji kêliyên tevlîbûna nava refên gerîla ve bi berpirsyariyên mezin bi erka xwe rabûye. Li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê xebat kiriye. Hevrêyê me Cengawer li eniyên cihê yên têkoşînê çi li çiya û çi jî li zîndanên komara îslamê bûye mînaka xwe ragirî û berxwedanê. Hevrê Cengawer xwedî kesayetiyeke dilnizim û karker bû. Di nava têkoşînê de gelek erk girt û xwe ji ti berpirsyariyekê jî neda paş. Tim li dijî dijmin xwedî seknekî redîlal û bi hêrs bû. Hevrêyê me Cengawer hevrêyeke pêşeng bû.

ARAM AWYER

Hevrêyê me Aram jî bi kesayetiya xwe ya bi cesaret û fedekar dihate nasîn. Yek ji pêşengê 3’yê Sibatê ya Sine û serhildana Rojhilatê Kurdistan û zindanan bû.Di nava hevrêyên xwe de bi ruhsivkî, dilgerm û rûgeş dihate nasîn. Hevrêyê me Aram xwe di warê leşkerî de pir pêş xistibû. Ji bo vê tirs xistibû dilê dijmin. Di warê biryardarî û pêşengtiyê de nimûneya kadroyekî yê Apoyî bû. Heta kêliya dawî ya têkoşînê tim di nava kar û xebatan de bû.

WELATPARÊZ XIDIR BAYEZÎDÎ

Bê guman erkê welatparêzî û niştîmanî sembola bilind a gelê me ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Hevrêyê me yê welatparêz Xidir Bayezîdî jî weke nimûneyek a welatparêzî û têkoşînê ya li hemberî dagirkeriyê wê di nava ggelê Kurd de weke şoreşgerekî cihê xwe bigire. Divê gelê me xwedî li nirxên wiha derbikeve û bi hemû cûreyî xwedî lê derbikevin.

Hevrêyên me berxwedana dîrokî ya şehîdên me pêşengtî kirin dewirgirtin, têkoşîna me gavekî din nêzî serketinê kirin.

Em PJAK dubare sersaxiyê ji malbat, dost, xizim û hemû gelê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin, soza şopandina rêya şehîdan û bicihanîna armanc û xeyalên wan didin.”

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Nasnameya şehîdên PJAK’ê wiha ne:

Nasnav: Cengawer Bahoz

Nav û Paşnav: Hadî Emînî

Navê Dayikê-Bav: Menîc-Hesen

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Kanêreş-Bokan/1984

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 15’ê Îlona 2020/ Mukriyan

***

Nasnav: Aram Awyer

Nav û Paşnav: Sîrwan Mehmûdî

Navê Dayikê-Bav: Feraset-Elî

Cih û Dîroka Jidayibûnê: Sine/1983

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 15’ê Îlona 2020/ Mukriyan