Piştî mîtîngê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

Piştî mîtînga “Çareserî em in” a li Qada Îstasyonê, ciwanan dest bi meşê kirin û tevî êrîşên polîsan jî dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Mîtînga ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi dirûşmeya “Çareser em in, ji şer û mêtingeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê hatî lidarxistin, bi dawî bû. Tevî heweya germ a 42 pile jî bi deh hezaran kesên ku tevlî mîtîngê bûyîn, bi awayek bi hêrs nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û krîza aborî dan, her wiha daxwaz kirin ku girtiyên nexweş bên berdan.

Bi deh hezaran kesên ku tevî provokasyonên Emniyeta Amedê jî daxwaza azadiyê ji Abdullah Ocalan re dikin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

PROVOKASYONA POLÎSAN

Emniyeta Amedê hewl dan ku wêneyên Aysel Tûglûk û pankarta li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” desteser bibi. Jinên HDP’yî destûr nedan provokasyonên polîsan û posterê Tûglûk danîn qada mîtîngê.

COŞA LI QADÊ

Piştî axaftinên Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, hunermend Mûrat Demîr derket ser dikê û coşek pir mezin çêbû. Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû û piştre ciwanan dest bi meşê kirin.

MEŞA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Ciwanan tevahiya meşê dirûmeyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin. Ciwan rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanên ku li Cadeya Ekîncîler a li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê meşa xwe domandin, bi berzkirina dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” belav bûn.

OFÎS HAT DORPÊÇKIRIN

Emniyetê taxa Ofîsê bi sedan polîsan dorpêç kir û êrîşê gelê li derdor kirin. Ciwanekê ku bertek nîşanî êrîşên polîsan da, rastî şîdeta polîsan hat. Polîsan ew ciwan destgîr kir.

POLÎSAN ÊRÎŞÊ CIWANAN KIR

Piştre hat zanîn ku ciwanekê seqet, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan ew dirêjî erdê kirin, bi pehînan lêxistin û destgîr kirin.

QASÎ NÎV SAETÊ LI ERDÊ HAT HIŞTIN

Polîsên ku li Cadeya Ekîncîlerê dorpêçkirina xwe didomînin, êrîşê ciwanan kirin. 4 ciwanên ku bertek nîşanî polîsan dan, hatin destgîrkirin. Ciwanek din jî rastî êrîşa notirvanan hat û piştre li ser hişê xwe çû. Polîsan êrîşê dayîka ku gotî “Wisa nekin” jî kirin. Ciwanê ku bi mertalan dora wî hatî girtin, qasî nîv saetê li erdê pêl pişta wî kirin. Ciwan li wesayîta zirxî suwar kirin.

ÊRÎŞÊ ROJNAMEVANÊN KU DÎMENÊN ŞÎDETA POLÎSAN DIGIRTIN, KIRIN

Rojnamevanan hewl dan dîmenên şîdeta polîsan bigirin, lê ji aliyê polîsan ve rastî zextê hatin.

Piştî meşê, di encama êrîşa polîsan de 7 kes hatin destgîrkirin.