Piştî ku rizgar bû ji bo gel dest bi xizmetê kir
Mezîl Hecî Hecî yê ji Minbicê, ku 113 rojan di zindana DAIŞ'ê de ma, di nava Asayîşa Dêra Zorê de ji gelê Dêra Zorê yê ji zilma DAIŞ'ê û Baasê direve re xizmetê dike.
Mezîl Hecî Hecî yê ji Minbicê, ku 113 rojan di zindana DAIŞ'ê de ma, di nava Asayîşa Dêra Zorê de ji gelê Dêra Zorê yê ji zilma DAIŞ'ê û Baasê direve re xizmetê dike.
Mezîl Hecî Hecî endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Minbicê ye. Dema ku Pêngava Bager Cizîrê dest pê kir bi dilxwazî hat Dêra Zorê û cihê xwe di nava asayîşa Dêra Zorê de girt.
Mezîl Hecî Hecî 113 rojan di zindana DAIŞ'ê de ma û dibêje ku heta Dêra Zor rizgar bû ew dixwaze di nava asayîşa wê de be û xizmetê ji gelê Dêra Zorê re bike ku heman êşên gelê Minbicê dijî.
Çeteyên DAIŞ'ê dema ku Minbic dagir kirin, dest bi zilma tê zanîn kirin. DAIŞ'ê sibehekê ew û kekê wî girt û 113 rojan di destê DAIŞ'ê de êsîr ma. Mezîl Hecî, bi sedema ku alîkarî daye Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve hate girtin. Mezîl Hecî got, "10-15 roj beriya ku heval dest bi pêngavê bikin em girtin. Di destpêkê de gelekî li me dan û zilm kirin. Lê ber bi dawiyê ve hinekî baş nêzîk bûn. Ji bo ku em tevlî nava wan bibin bi vî rengî nêzîk bûn. Ji ber ku di dema êsîrgirtinê de dersa cîhadê didan me. Lê em tevlî nava wan nebûn."
Mezîl Hecî niha endamekî Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê ye. Bi daxwaza xwe li Dêra Zorê tevlî xizmeta asayîşê bûye. Mezîl Hecî wiha dewam dike: "Me gelekî zilm ji destê DAIŞ'ê dîtin. Gelê me yê li Dêra Zorê jî zilm dît. Ji bo li cem gelê xwe bim û gel rizgar bikim û bigihînim herêmên ewle, hatim. Em hem malbatan rizgar dikin, hem jî hewl didin çeteyên DAIŞ'ê yên xwe di nava wan de veşartine zevt bikin."
HETA KU RIZGAR BIBE WÊ LI DÊRA ZORÊ BE
Mezîl Hecî anî ziman ku ew kêfxweş e li herêmên rizgarkirî yên Dêra Zorê bi erka asayîşê radibe û got, "Malbat dema me dibînin gelekî kêfxweş dibin. Êşa ku ew dikişînin, me jî kişand. Em, malbatên ku ji zilma DAIŞ'ê reviyan û tî û birçî bi çolê ketin, kom dikin. Em wan li kampan bi cih dikin. em xizmetê ji gelê xwe re dikin. Ji ber ku wezîfeya xwe bi cih tînim, wijdanê min rehet e. Heta ku Dêra Zor rizgar bibe ez ê li vir bim."