Piştî êrîşa li Hewlêrê ciwanên Mexmûrî hatin destgîrkirin

Piştî bûyera pêr a li Hewlêrê ku xebatkarên serkonsolosxaneya Tirk lê hatin kuştin, hêzên Asayîşa Hewlêrê ciwanên Mexmûrî destgîr kirin.

Di 17'ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamekî konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin. Piştî bûyera kuştinê, asayîşa Hewlêrê bi ser malên ciwanên Mexmûrê yên ku li kargehên Hewlêrê yên cuda de kar dikirin de girtin.

Şeva 18'ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) yên li Hewlêrê kar dikirin de girtin.

Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin destgîrkirin. Ciwanên hatin destgîrkirin birin navenda Asayîşa Hewlêrê.

Ji ciwanên ku hatine destgîrkirin, 11 kes nîvro hatin berdan. Lê 5 kes hîn jî di bin çavan de ne.

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dane, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî diaxivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kî ne, hun alîgirên PKK’ê ne”.

Ciwanên hatine berdan destnîşan kirin ku tu sedemek binçavkirinê ji wan re nehatiye nîşandan, piştî çend saetên binçavkirinê ji wan hatiye gotin, “Me hun bi xeletî girtine, em ê we berdin”. Piştre jî serbest hatine berdan.

Têkildarî 5 jinên ciwan ên hatine binçavkirin, heta niha tu zanyarî nehatine bidestxistin û rayedaran jî tu daxuyanî nedane.