Pîr hat, Tûzlûçayir bû Apoyî

Kemal Pîr em bi hevalê Hakî Karer da nasandin. Piştre em bi mala li Anittepeyê. Min Rêbertî cara yekê li wir dît. Em yekser bi hev re tevlî koma Apoyî bûn.

Ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr ku sala 1975'an çû Tûzlûçayirê, hejmara mirovên li dora xwe zêde kiribû. Riza Altûn, Hasan Şerîk, Metîn Aslan, Dogan Kiliçkaya û Haydar Altûn êdî bi Kemal Pîr re tevdigeriyan. Lê belê hê komeke diyarbûyî li holê nebû. Riza Altûn dibêje, piştî ku Kemal Pîr ji Kurdistanê vegeriya li Tûzlûçayirê qala Kurdan, Kurdistanê, Apoyî û rêxistinbûna cuda ya Kurdan kiriye. Koma şoreşger a bi serkêşiya Riza Altûn, êdî gihîştibû asta biryardanê.

Kemal Pîr piştî ku ji Kurdistanê vegeriya, careke din hate Tûzlûçayirê. Vê carê bi çi rengî kete nava taxê?

Kemal Pîr ji Tûzlûçayirê çûbû. Piştî 6 mehan careke din li taxê vegeriya. Lê belê vê carê ji berê gelekî cudatir bû... Em piştre hîn bûn -ya rast, em bi wî rengî şîrove dikin- ku di dema destpêkê de, dema ku bêyî navê rêxistinekê bide û bi me re têkilî danî, demeke welê bû ku Apoyiyan hê biryareke zelal li ser bûn an nebûna komê bû. Lê, xuya ye Kemal piştî ku çû Kuridstanê û vegeriya komê biryara xwe zelal kiribû û bi vî rengî cara duyemîn hat taxê. Vê carê cuda bû, hinekî din diyar bû. Êdî bi awayekî gelekî zelal qada Kurdîtiyê, Kurdistanê, rêxistinbûneke cuda ya Kurdan dikir. Digot ku heta şoreşa Kurdan çênebe li Tirkiyeyê şoreş nabe. Destnîşan dikir ku hevalên xwedî vê nêrînê hene û divê wan nas bikin. Lê belê ciwanên wê taxê pişta hev digirtin. Hineka bigota 'temam' her kesî digot temam. Hineka bigota 'na' her kesî digot na. Ji ber bandora xurt a Kemal, tevî ku ewilî pirsên 'çi diqewime, ev çi ye?' dihate kirin jî nerazîbûneke cidî derneket holê. Piştre got, 'ez we bi hevalan bidim naskirin. Ez ê piştre dîsa biçim, hin karên min hene. Dema ku ez nebûm hûn ê bi hevalan re têkiliyê deynin'.

Kî bi we da naskirin?

Destpêkê bi hevalê Hakî Karer re da naskirin. Piştre li Anittepeyê malek hebû, em bir wir. Li wir jî hevalê Ebbas hebû. Me li wir hev nas kir. Me Rêbertî cara yekê li wir dît. Piştre em bi Rêbertî da naskirin û bi vî rengî têkiliyek hat danîn. Piştî hevnaskirinê, ji gotinên Kemal jî hê wêdetir em hemû ji taxê yekser tevlî koma Apoyî bûn.

Apoyiyên destpêkê yên ji Tûzlûçayirê derketin kî bûn?

Divê mirov qala çend nifşan bikin; lê belê wê wextê hevalên Hasan Şerîk û Metîn Aslan hebûn. Piştre Dogan Kiliçkaya, Alî Dogan Yildirim, ez û birayê min Haydar hebûn. Mahmût Bîlgîlî hebû. Piştre gelek hevalên ku nikarim navê hemûyan bijmêrim hebûn. Komeke bingehîn a ji 10-15 kesan hebû; bandor li qadeke berfireh dikirin. Hêza herî xurt a li Tûzlûçayirê bû. Ji aliyê qebûlkirin, nîqaşê û şer ve komeke din a mîna vê komê tine bû. Ya yekemîn ev e. Bi van hevalan re xwişk û birayên van hevalan jî tevlî bûn ku ew jî bû nifşê duyemîn. Bi vî rengî nifşên yekemîn û duyemîn derketin holê. Ev kevneşopiya destpêkê heta roja îro dewam dike. Hin jê hatin girtin, mehkûmî îdamê hatin kirin. Gelek ji wan şehîd bûn. Mînak; hevalên Dogan Kiliçkaya, Haydar Altûn, Îbrahîm Bîlgîn, Asker Demîr û Gurcan hebû ji Sêwasê, şehîd bûn.
Taybetmendiyeke din a komê jî ev bû; li taxê zêde Kurd tine bûn. Bi giranî Tirkmenên Elewî hebûn. Di koma me de jî hevalên Tirk gelek bûn. Piraniya hevalên ku min navê wan anî ziman, Tirkmen bûn. Çend hevalên Kurd hebûn ku ji Kayseriyê hatibûn. Kurdên ji Dersimê hatibûn hebûn. Taybetmendiyeke din a komê jî ew e.

Baş e we çawa Ocalan nas kirin?

Ji ber ku navê Serok gelekî dihate bilêvkirin, me gelekî meraq dikir. Carekê dema em çûn Anittepeyê, Kemal Pîr hatibû. Ez jî çûm wir. Li wir komek hebû. Li pişt derî kîsekî pîvazan hebû, li ser jî nanekî tisî hebû; Her yekî dihat diçû parçeyek pîvaz û pariyek nan ji wî nanî dikir û dixwar. Ya ku herî zêde bala min kişand ew bû. Lê ji aliyekî ve jî nîqaşeke gelekî xurt hebû. Min xwe nêzî Kemal kir û pirsa 'kîjan Apo?' li guhê wî kir. Ez dehf da, got 'hiş be'. Nîqaş qediya û min dîsa jî pirsî; 'Apo kî ye?' Kemal nîşan da. Wê wextê ji bo nîqaşê hê bi pêş ve bibe got, 'Eger hûn dixwazin bila hevalê Abdullah bi we re nîqaş bike.' Me jî got 'dibe'. Rojekê em li qehweyê rûniştîbûn, me li nihêrî ku Serok bi tena serê xwe hat qehweyê. Kemal gotibû, 'li qehweyê bicivin, bila hevalê Abdullah bi we re biaxive'. Hat, silav da û got, 'divê em nîqaş bikin'. Baş tê bîra min, wê wextê li Kartal Tepeyê hevalekî ji Gexî ya Çewlikê hebû, ne zewicî bû. Me mala wî eyar kir, cihekî nêzî herêma faşîstan bû. Em bi heval re çûn wir. Rêbertî dest bi axaftinê kir. Li pêşberî Rêbertî û hevalê Kemal, ji aliyê polîtîk û îdeolojîk ve tiştekî ku me bigota tine bû. Lê belê meseleya Kurd bandor li me hemûyan dikir. Rewşeke entellektuel heye, li pêş me hemûyan e. Piştî wextekê civîneke din hate lidarxistin. Êdî tiştekî ku em bikin nema, êdî bi awayekî fermî em vexwend ku bi hev re tevbigerin. Ji ku hate hişê min, ya jî min ji ku cesaret kir nizanim lê, min got 'temam'. Rojekê em li xwe hayê bûn ku tam ketine navê. Wê wextê di mîtîngê de yekemcar pankartên bi nivîsa 'mêtingerî' hatibûn vekirin. Min dixwest tevlî mîtîngê bibim. Wê demê hevalê Hakî got, 'xwe kar bikin, ji taxa we hûn karibin çiqas mirovî bîne, bi xwe re bînin'. Me jî pankartên bi nivîsa 'Bimire mêtingerî', 'azadî ji gelan re' amade dikir. Em diçin mîtîngê; weke Apoyî me kortejek ava kir, em ê weke kortejê biçûna.
Baş nayê bîra min lê texmîn dikim sala 1976 bû. Elewiyên me keç û xort bi hev re hatibûn. Me li taxê kî dît, hemû bi hev re biribûn. Biçûk, keçên ciwan me hemû li qemyonan siwar kirin û birin mîtîngê. Kortejeke mezin çêbû. Min li wir dît ku Rêbertî bi komek ji deh-panzeh kesan li wir e. Hejmara me tevî girseya zêde bû, bû kortejeke mezin û me pankarta 'bimire mêtingerî' vekirine. Her kesî li me dinêrî û ji xwe dipirsin 'ev jin ji ku derketin'. Êdî rewş ji rê derketibû û li qada me jî bandora me nema. Ji ber ku li qada me diviyabû me bandorek biafiranda. Çepên Tirkan hebûn, diviyabû me ew hemû danîna hemberî xwe û êdî me wan re me dest bi şer û têkoşînê kir. Bêguman serdestiya me ne cihê nîqaşê bû.

Hûn dikarin qala rola Dayika Hatîce ya di rêxistinbûna li Tûzlûçayirê de bikin?

Meseleya Dayika Hatîce meseleyeke dûr û dirêj e. Her kes hinekî bi wê zane, wê nas dike. Dayika min hê beriya bûyerên 12'ê Adarê xwe nêzî çepgiran kiribû. Hê 14 salî bûm, tê bîra min; dayika min gelekî xemgîn bû, digiriya. Dema li Kizildereyê înfaz hatin kirin, piştre Denîz Dezmîş û hevalên wî hatin darvekirin; min gelek caran dayika xwe dît ku li ser wan digiriya. Bêguman vê yekê bandor li malbatê dikir. Dayika min di nava malbatê de xwedî otorîteyeke cidî bû; otorîteya wê ne cihê nîqaşê bû. Vê rewşê jî çavkaniya xwe ji demên bihurî digirt; çîrokeke dirêj e: Dayika min keça yekane ya nava malbêt bû, birayên wê hebû. Lê yekane keça bavê xwe bû. Bavê wê hemû mîrateya xwe jê re hişt. Ji ber ku keça yekane bû timî ji aliyê kalkê min ve dihate parastin. Min jî bavê min jî me ev rewşa dayika min ti carî nekir mijara nîqaşê.

JI BO ŞOREŞGERIYÊ TEŞWÎQ DIKIR

Ev pozîsyona dayika min dibû sedem ku malbat jî xwedî meyla şoreşgerî, çepgir û sosyalîst be. Girêdana organîk a dayika min jî, bi koma me ya li Tûzlûçayirê dest pê kir. Hemû malbatan kêm zêde digotin 'nekin'. Lê belê li nava malbata me tiştekî bi vî rengî nebû. Hîn bêhtir em teşwîqî şoreşgeriyê dikir.

Malbatên her kesên nava komê gelekî nêzî hev bûn. Her kes dikarîbû biçûya her malê, dikarîbû lê bima, lê raketibûya, xwarin bixwara. Yanî em bi vî rengî bi hev re bûn. Deriyê mala me jî vekirîbû; li hevalên komê, li rêxistinên din ên li taxê re vekirîbû.

QET DUDIL NEBÛ

Lê belê têkiliya bi me re cuda bû, ji dil bû... Ti carî qut nebû, timî hewl dida têkiliyê deyne. Apoyî û rêbaza îfadeyê ya Apoyî li ser bingeha Kurdîtiyê bandor li her kesî kir. Dibe ku li nava malbatên hevalên din bi temamî der nebû, dibe ku dudiliyek hebû, lê belê dayika min qet dudil nebû. Piştî ku meseleya Kurd jî li vê zêde bû, dayika min hê lê germ bû û bi xwe cih di nav de girt.

BEDELA DAYIKA HATÎCE

Têkilîdanîna bi navê Apoyî bêguman wê bedeleke xwe hebûya. Di vê bedelê de rola Dayika Hatîce mezin e. Her kesên li taxê dikarîbûn bihatina malê. Di vir de pirsgirêk tine, lê hatina hevalên nû yên ji koma Apoyî, hatin, çûn, xwarin, vexwarina wan... Nêzîkatiya li vê yekê gelekî girîng bû. Li gel nebûna derfetên madî jî derî timî vekirî bû. Dayika min deriyê mala xwe heta dawiyê vedikir.

ALÎKARÎ DA KURDÎTIYÊ

Rêbertî wê wextê li Enqereyê dima. Vegereke bingehîn li Kurdistanê nebû bû. Rêbertî li wir bû; yên dihatin Enqereyê yan jî têkiliya xwe bi Kurdistanê re hebûn û ji bo karê xwe dihatin Enqereyê, navnîşana wan mala Dayika Hatîce bû. Ji xwe demekê hin hevalan dayik, bav, xwişk û birayên xwe yên nexweş jî anî malê, man û tedawî bûn.

Dayika min bi çavekî berpirsyarî û wezîfeyê li vê rewşê dinerî. Ti gumaneke wê nebû, ti carî dudil nebû. Wê wextê dihate zanîn ku alîkariya ji bo karê komeke bi navê Kurdîtiyê tevdigere çiqasî xetere û bi rîsk e. Vekirina deriyê xwe li Kurdîtiyê, ji bo jinekê gelekî girîng bû. Û li gel ewqas bê derfetiyan vekirina deriyê xwe, bêguman wê bedela xwe giran bûya. Ev hemû da pêş çavên xwe.

ÇÛ KEMAL PÎR ANÎ

Wê wextê cihê xwe di gelek bûyeran de girt. Li lîseyan timî boykot, meş û mîtîng dihatin lidarxistin. Faşîstan êrîş dikirin, polîsan êrîş dikirin. Yên li wan dihate gerîn diviyabû bihatina veşartin. Bi xwe tevlî piraniya van karan dibû. Carna li Lîseya Abîdînpaşayê ciwanên taxa me ji aliyê faşîst û polîsan ve dihatin dorpêçkirin, nikarîbûn derkevin derve. Em li benda diya min diket, dema me û polîsan li hemberî hev şer dikir, ew jî diçû ciwan derdixist. Carekê li Ziman-Dîrok-Erdnîgariyê bûyereke bi vî rengî qewimî bû; Kemal Pîr ketibû rewşeke bi vî rengî. Dayika min çû ew ji nava dorpêçiyê derxist û anî. Bi dilekî wiha tevlî çalakiyan dibû. Ji bo hevalên lê dihatin gerîn, ya jî ji bo veşartina hinekan, me gelek caran serî li vê rêbazê didan.

JI BOTANÊ HETA BEKAA'YÊ

Vê tevgerê, Şoreşên Kurdistanê û piştî navê PKK'ê hilanî, bi awayekî aktîf dewam kir. Gelekî bi sebir bû, xweşbûn bû û bi rastî jî bi awayekî wekhev nêzî her kesî dibû, cudahî nedixist navbera kesî. Ji xerciyên rojane yên gelek hevalan heta kincên wan, bersiv dida pêwîstiyên wan. Bêguman ev piştre kûrtir bû. Dema ku ji Enqereyê hêdî hêdî veger li Kurdistanê çêbû, Dayika Hatîce jî di vî karê vegerê de, çûn û hatina Kurdistanê bi rola xwe rabû.

Bi 12'ê Îlonê re gelek kes hatin girtin, rêxistinê xwe vekişand û li girtîgehan jî têkoşîneke bêhempa dest pê kir. Ji malê qut bû û demeke dirêj neçû malê. Li ber êşkencexaneyan, li pêş girtîgehan timî rewşa hevalan dişopand.
Piştî 12'ê Îlonê bi destpêkirina têkoşîna gerîla re ji bo têkiliyê bi komên destpêkê yên gerîla re deyne, ta çû Botanê, çû Cizîrê. Piştre jî di salên 90'î de çû Bekaa'yê û Rêbertî dît... Gelek caran hat girtin, lê hate gerîn, êşkence lê hate kirin lê ti carî tiştek negot, ti carî qelsî nekir û heta ku êdî nema dikarîbû li Tirkiyeyê bimîne, berê xwe da Ewropayê. Çîrokeke bi vî rengî ya dayika min heye ku jiyana wê di nava rêxistinê de derbas bû...

ŞEHÎDÊ DESTPÊKÊ YÊ KOMÊ

Dîroka PKK'ê çanda bersiva ji bo şehîdan afirandiye. Di vî warî de çend mînakên şênber; bi partîbûnê bersiv da şehadeta Hakî Karer, bi ARGK'ê bersiv da şehadeta Mahsûm Korkmaz û Akademiya Mahsûm Korkmaz vekir. Rewşeke din a bersivdanê heye ku zêde nayê zanîn. Ew jî di şexsê Alî Dogan Yildirim de hate dayin. Bi vegera bingehîn a li Kurdistanê û biryara destpêkirina rêxistinbûnê bersiv ji şehadeta Yildirim re hate dayin. Ji ber ku di nava koma bingehîn a Enqereyê de yê herî zêde qala Kurdistanê dikir, digot ku divê vegerin Kurdistanê û têkoşînê li wir bimeşîne Ew bû. Alî Dogan Yildirim, sala 1956'an li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê ji dayik bû. Ji malbateke rewşa wan a aboriyê îdare bû, ku ji ber pirsgirêkên aboriyê koçî metropolan kiribû û li Tûzlûçayirê bi cih bûbû. Piştî ku lîse li Tûzlûçayirê xwend, li Enstîtuya Perwerdeyê ya Gazî qeydea xwe çêkir, lê belê ji ber karê xwe yê siyasî nekarî dewam bike. Di serdema 1974-75'an de ku koma tevgera Apoyî hê nû şekil digirt, ev nêrîn pejirand û bi vê têgihiştinê li nava ciwanên Kurdistanî yên li Tûzlûçayir û semtên din dest bi kar kir. A. Dogan Yildirim hem bi awayekî çalak cihê xwe di çalakiyan de girt hem jî gelek jê bi xwe plan kir. Di dawiya sala 1975'an de cara yekemîn çû Kurdistanê û weke yek ji kesên destpêkê yên îdeolojiya rizgariya neteweyî bir Kurdistanê wextekê li Kurdistanê ma û vegeriya Enqereyê. Yildirim piştî ku vegeriya yekser karê xwe dewam kir. Di Tebaxa 1976'an de li Tûzlûçairê dema perwerdeya çekdarî dida, ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Riza Altûn ji bo wî dibêje, "Ji aliyê welatparêziyê ve yê herî li pêş ew bû. Xweş li tembûrê dixist. Şehîdê destpêkê ew bû. Ji ber qezayekê şehîd bû."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA