Peyama Ocalan li Hewlêrê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin

Peyama Ocalan a ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê li navendên grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmanî, Kelar û Mexmûrê bi çepik û keyfxweşî hat pêşwazîkirin.

Daxuyaniya ku parêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li Stenbolê daye çapemeniyê, wekî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, li navendên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê jî bi baldarî hate şopandin.

Daxuyaniya parêzeran û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  a ji bo çalakvanên grevên birçîbûnê, ji aliyê çalakvanan ve li ser piyan bi çepikan hate pêşwazîkirin.