Peyama KCK'ê ya ji bo Newroza Qendîlê: Ev bihar bihara azadiyê ye

Di pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, KCK'ê peyamek şand. Di peyamê de hate gotin, "Ev bihar bihara azadiyê ye."

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê ku bi hezaran kes tevlî bûn, KCK'ê peyamek şand. Peyama KCK'ê ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Diyar Xerîb ve hate xwendin.

Diyar Xerîb diyar kir ku silavên KCK'ê ji bo Leyla Guven, Nasir Yagiz, Herêm Mehmûd, Şeyma Ednan û berxwedêrên din hemûyan hene û got, "Çalakiya Leyla Guven û hevalên li zindanan têkbirina faşîzmê ye."

Xerîb ji bo Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir jî got, "Çalakiya hevrê Zulkuf Gezen mîna çalakiya hevalê Mazlûm Dogan e. Bi vê çalakiyê em ê bi ser bikevin."

Diyar Xerîb li ser êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk ku doh li Qendîlê kir, got "Bomberdûmana doh ji bo çavtirsandina gel bû. Ji bo gel li Qendîlê pîrozbahiyê neke, dijmin êrîşeke bi vî rengî kir. Lê belê hatina we, coş û kelecana we bû bersiveke tund ji dijmin re. Hûn hemû bi xêr hatine. Newroz cejna berxwedanê ye. Erdogan Dehaqê serdemê ye û Kurd jî berxwedana serdemê dikin. Ji ber vê yekê êrîşî Kurdan dike."

Xerîb herî dawî got, "Newroza îsal cejna têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê ye. Çalakiya Sîdekanê têkçûna DAÎŞ û AKP'ê ji aliyê siyasî ve ye. Ev bihar bihara azadiyê ye. Bi ruhê berxwedana Şêladizê em ê dagirkeran têk bibin."