Pêşmergeyê ku ji bo Ocalan xwe şewitand: Sîrwan Reûf

Sîrwan Reûf pêşmergeyekî hunermed e ku piştî nûçeya dîlgirtin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê bedena xwe da ber agir. Reûf beriya şehadetê gotibû; "Ez vê weke karê herî biçûk dizanim ji bo Rêber Apo û gelê Kurd."

Şehîd Sîrwan Reûf  ku bi Sîre Şîbir tê nasîn sala 1963'an de  li taxa Çarbaxa kevin a  bajarê Silêmanî  hatiye dinê. 7 bira û xwişkên wî hene. Zarokê duyem ê herî mezin ê malê ye. Sire Şîbir dibistana seretayî li dibistana Çarbax a bajarê Silêmaniyê bi dawî dike. Li dibistana  Silêmanî dest bi xwendina navîn dike. Piştre hestên neteweyî pêrê çêdibe.

JI BO PÊŞMERGETIYÊ NAYÊ WERGIRTN

Sîrwan Reûf di temenê xwe yê 16 salî de ji bo tevlî partiya sosyalîst a demokrata Kurdistanê bibe û ji bo pêşmergetiyê berê xwe dide çiya. Lê ji ber temenê xwe yê biçûk ji bo pêşmergetiyê nayê wergirtin. Yek ji modêla çalakiyên wê serdemê ew bû ku dema yek bixwaze bibe pêşmerge û were qebûlkirin, ji bo hêrsa xwe ya li hember dijmin nîşan bide, bombeyên destan dixist nava wesayît û baregehên dijmin. Sîrwan Reûf jî xwest çalakiyek heman awayî lidar bixe. Lê ji ber bombeya destan bi dest neket, li cihê bombe, bacanek reş avêt nav wesayîta tejî leşker. Di wê demê de leşkeran wisa zanî ku bombe avêtiye, hemûyan ji bo revê xwe li ser hevdan û du kes jî destê wan şikestibû. Vê bûyerê li bajarê Silêmanî deng veda û weke ewrekî reş asîmanê Kurdistanê pêça û tirsek mezin dabû çêkirin. Bi vê çalakiyê coşek mezin di nava gel de çêbû. Weke bûyerek xweş û pêkenînê belav bû. Di heman demê de moral û îradeya ciwanên Kurd a li hember rejîma serdest nîşan dide. Pêşmergeyan ew çalakî bihîst û Sîrwan Reûf bi wê çalakiyê weke pêşmergeyekî Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê hate qebûlkirin. Nasnavê wî jî bû Sîre Şîbir. Şîbir weke kesekî çav netirs û bi wêrek tê nasîn.

XWEDÎ PRENSÎBEK BILIND BÛ

Sîre Şîbir di nav pêşmergeyan de weke kesek çav netirs û bi wêrek nav dide. Pêşmerge û hevalên wî ji ber wê rêzek mezin didan wî û ji ber van taybetmendiyên xwe yên jiyana pêşmergayetî xwedî pirensîbekî bilind bû li herêmê û navçeyên Surên, Şarbajêr û Qirge gelek caran çalakî kir û di dema pêşmergayetî de sê caran  ji aliyê rejîma wê demê ya Baasê ve tê girtin. Bi giştî sê sal û nîv li girtîgehê de dimîne. Lê ji ber ku nekarîbûn tu delîlek li ser bigrin hatibû berdan.  Sîrwan Reûf heya sala 1988'an pêşmergetî kir, piştî Enfalê ku pêşmerge şikestin hate nava bajêr.

BI JIYANA HUNERÎ DESTHILATDARÎ REXNE DIKIR

Piştî raperîna Bihara 1991'ê ya Başûrê Kurdistanê, Sîrwan Reûf dest ji pêşmergetî berda û dest bi karê wênegirî kir. Di jiyana xwe ya hunerî de pênc pêşengeh vekir. Di pêşengehên xwe de bi wêneyan desthilata Kurdî ya wê demê rexne dikir ku piştî şoreşê dest bi talan kirin û dizîna malê gelemperî kiribû. Ji ber wê ji aliyê desthilata wê demê ve  gelek caran hate astengkirin. Ji ber wê  di pêşangehekî xwe de  kamera û wêneyekî xwe di nava qefesekî de wek sembola nebûna azadiya xwe îfade kir û asteng kirina karê hunerî pêşkêş kir. 

Aliyekî din ê ku Sîrwan Reûf girîngî pê dida, dînên Silêmanî bûn ku ji ber zextên rejîma berê pîskolojiya wan têk çûbû. Gelek girîngî dida dînên bajêr. Di wêneyên pêşengehên xwe de ku belav kir, bal dikişand ser dînên bajêr ku diyar dikir ku dîn jî beşek ji civakên nabe were paşguhkirin. Her wiha gelek girîngî dida zarokên hejar, destmalfiroş û zarokên li ser erebaneya tişt difirotin û di pêşenagehên  xwe de wan jî ji bîr nedikir. Bi wêneyên xwe dixwest bêmafiya civakê nîşan bide. 

Birayê Şehîd Dara Reûf  wiha dibêje: "Di sala 1992'an de em wek duyem koma ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo Serok  Apo bibînin çûn Şamê. Dema ku em diçûn Şamê, ez dihizirîm ku dema vegerim çawa bersiva birayê xwe yê mezin Sîrwan bidim. Dema ku ez vegeriyam, hemû ew tiştên ku ez dihizirîm, berovajî çêbû. Sîrwan ez xistim hembêza xwe û got ku te rêya şaş ne hilbijartiye, rêyeke rast ya neteweyî ya demokratîk e, serketinê dixwazim. Bi wê min zanî ku birayê min Sîrwan soza tevlîbûna PKK'ê û Rêber Apo daye."

Dema şerê birakujî di sala 1994 û 1995'an derket, Sîrwan gelek bi hers bû, helwestek tund li hember PDK û YNK'ê nîşan da. Ji bo rawestandina şerê birakujiyê, gelek caran bi çalakî û hewldanên xwe ji mirinê vegeriya. Sîrwan bi vî awayî karê şiyarkirina civakê û hunerî heya nûçeya girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîstî dewam kir. Sîrwan Reûf nekarî li hember wê nûçeyê bê helwest bimîne û agir berda bedena xwe. Piştî ku agir berda bedena xwe, wî radikin nexweşxaneya Silêmanî û deh roj di nexweşxaneyê de dimîne. Şeva 26/27'ê Sibatê şehîd dibe.

Wê dema ku li nexweşxaneyê ye, Rojameya Welat hevpeyvînek li gel dike û di jimareya 336 a 1'ê Adara 1999'an weşan de vê pirsê ji şehîd Sîrwan dike: "Tenduristiya te çawaye, piştî vê çalakiyê çi hîs dikî?"

Şehîd Sîrwan wiha bersivê dide: "Li ser rûyê erdê ez xwe weke kesê herî bi bextewer dibînim û ji bo Rêber Apo û gelê xwe weke karek herî biçûk dibînim. Tenduristiya min jî baş e û baş jî dibe."

Şehîdbûna Sîrwan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Silêmanî deng vedide. Bi taybetî nivîskar û rewşenbîrên bajarê Silêmanî bi bihîstina nûçeya Sîrwan xemgîn bûn. Li ser ciwanî  û helwesta wî, dostên şehîd Sîrwan ku nivîskar û helbestvanên Başûrê Kurdistanê yên weke Dilşad Mihemed, Dilawer, Qeredax,  Şêrko Bêkes, Medya Hisên, Dilşad Mistefa, Omêd Mihemed û dehan helbestvan û nivîskarên din bi bandor bûn. Li ser çalakiya Sîr Şîbir gelek destan û helbest nivîsandin. Berhem hemû di pirtûkeke ji du bergan bi navê 'wêneyek pir pir le Kizey Cerg (bîranînên tijî êşa dil) de hatiye komkirin. 

Helbestvan Şêrko Bêkes derbarê çalakiya Sîrwan Reûf de helbestek nivîsî û wiha dibêje:

Rutbunewe zeryayek bu le berdemî
Zeryay bê bakanda
Le hemû xoşewîstiyekî gewreda
Lutkeyek heye… lutkey tuwaneweye le heqîqet da…
Lutkey biryar û negeranewe
Espî be kurjin be çepokekanî berdî oqre lî bra
Lewê da… jiyan dawî mergêkî nuwê dekat.
Lewêda …. Rewalet cewher le yektir cuwê ebinewe.
Lewêda… xewnêkî heta hetayî ebînrê û 
Zeman ebê be yek zeman
Mezintirîn ewîndarîş her ewanen ke beroşanî cestey 
Sutay xoyan dir be metirsî doşdaman eden. 
Sîrwan waykird. 

(Tazîbûna bayekê bû li hember zeryayekî bê tirs
Di hemû hiskirinekî mezin da
Lutkeyek heye,,, lutkeya helandina li nav heqiqetê...
Lutkeya biryara paşve nezivirandinê
Hespekî ku hal girtiye û sebra wî nemaye
Li wê dê, jiyan daxwaza ruhekî nû dike.
Li wê dê... şikil û cewher ji hev cuda dibe
Li wê dê... xewnekî bêdawî dibîne û 
Dem dibe bi yek dem.
Mezintirin eşq ew e ye ku bi çirûskê agirê xwe ruhê metirsiyê ji holê radike.
Sîrwan wiha kir.)