Pêngava Reqa: 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin, 35 çete hatin kuştin

Şervanên QSD'ê ku li 3 taxên reqayê pêşve diçin êrîşên çeteyan şikandin. Di şer de 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û 23 çete hatin kuştin.

Pêveçûnên şervanên QSD'ê li taxên Reqayê didome. 90 ji sediya taxa Hişam Bin Ebdulmelîk şervanan rizgarkirin. Li vê taxê çeteyan xwestin rê li pêşiya pêşveçûna şervanan bigirin, bi 3 komên xwekuj û 2 wesayîtên  bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanan kirin. Êrîş bi temamî ji aliyê şervanan ve hat şikandin, herdu wesayît hatin îmhakirin û 19 çete hatin kuştin.

Li taxa  Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajêr çeteyan bi 2 koman û 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat, herdu wesayît hatin îmhakirin û 5 çete hatin kuştin. Çeteyên din jî ber bi xeta taxa Nehda ve reviyan.

Li taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê bajêr jî çeteyan bi 3 koman ku di nav wan de çeteyên xwekuj jî hebûn êrîşî nuqteyên şervanan kirin.  Êrîş hat şikandin, 11 çete hatine kuştin û wesayîtekî doçka barkirî hat rûxandin.

Li taxên Hişam Bin Ebdulmelik û Rewda şer didome.