Pêngava Reqa: 22 çete hatin kuştin, 31 sivîl hatin rizgarkirin

Di şerê dijwar ên li navenda Reqayê diqewimin de 22 çete hatin kuştin, 31 sivîl jî destê çeteyan hatin rizgarkirin.

Li navenda bajarê Reqayê şer bênavber berdewam dike. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin Di şerê dijwar ê piştî nîvro qewimî de 22 çete hatin kuştin, hejmarek mezin çete birîndar bûn. Her wiha çeteyekê jî xwe radestî şervanên QSD’ê kir. Di şerê li van deveran qewimî de 2 şervan jî şehîd bûne.

Li aliyê din jî operasyona rizgarkirina sivîlan ji destê çeteyan jî  berdewam dike. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan yên girêdayî QSD’ê ji taxên navenda bajêr 31 sivîlên din jî ji destê çeteyan rizgar kirin.