Pêngava QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê di roja 3’an de ye

Pêngava QSD’ê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de ye.

Pêngava QSD’ê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de berdewam e. Di pêngavê de bejahiya başûrê Hesekê hate paqijkirin, operasyon li bakurê rojhilatê Dêra Zorê dewam dike.

Pêngav di roja 3’an saetên sibehê de li navçeya Sîwer a dikeve rojhilatê Dêra Zor û gundewarên wê dewam dike.

QSD’ê ragihand ku heta niha qadekî 70’ê kêlometreyî paqij kiriye û 30 çeteyên DAÎŞ’ê jî girtiye.