Pêngava Cenga Heftaninê: Helîkoptera Skorsky derbe xwar

Di çarçoweya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayan ji 3 baskan ve li helîkopterên dan ên ku xwestin leşkeran li herêmê danîn. Helîkoptera Skorsky ku bêyî leşkeran dane derbe xwar û neçar ma ji herêmê vekişe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên di çarçoweya Pêngava Cenga Heftanînê de hatine kirin, eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Artêşa TC’ê ya dagirker roja 14’ê Îlonê navbera saet 01:00 û 03:00’an girê Şehîd Şêxmûs, Şehîd Berîvan û Şehît Kemal yên li herêma Şehîd Kendal yên herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkotperan bombe kir û xwestin leşkeran danîn. Hêzên me di çarçoweya Pêngava Cenga Heftanînê de helîkoptera Skorsky ku xwest leşkeran dane kir hedef. Ji sê baskan ve li helîkopterê hate xistin, di çalakiyê de helîkoptera Skorsky derbe xwar û beriya ku leşkeran dane ji herêmê vekişiya. Ji ber bombebarana helîkopteran li herêmê şewat derket.

Di êrîşa hewayî ya 12’ê Îlonê ya li dijî Girê Partîzan yê herêma Heftaninê de hevrêyên me Baharîn û Ronî şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Baharîn Cûdî
Nav û Paşnav: Bîşeng Tokak
Cihê Jidayikbûnê: Silopî
Navê Dayik - Bav: Hanim – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Heftanîn / 12’ê Îlona 2019’an

Baharîn – Bîşeng Tokak

Nasnav: Ronî Pinar
Nav û Paşnav: Bulent Efeogûllari
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik - Bav: Gulperî - Menderes
Cih û Demê Şehadetê: Heftanîn / 12’ê Îlona 2019’an

Ronî – Bulent Efeogûllarî

Hevrêyên me Baharîn û Ronî bi hêviyên gelê Kurdistanê ketin li pey rêya azadiyê û bi baweriyekî mezin têkoşiyan. Hevrêyên me Baharîn û Ronî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi fedayî şer kirin û şehîd bûn ji dema beşdarî nava refên gerîla bûyîn her yek ji wan bû nûnerê baweriya azadiyê, girêdanbûyîn û fedakariyê. Hevrêyên me di têkoşîna me ya bi şîara Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad de bûn xwedî têkoşîneke mezin.

Serî de em sersaxî ji malbatên hevrêyên me Baharîn û Ronî, hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em hevrê Baharîn û Ronî bi rêzdarî bibîrtînin û sond dixwin ku nirxên ji mere hiştine bi serkeftinê tacîdar bikin.”