Pêngava Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawîn de 18 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di qonaxa ‘Bidawîkirina şerê terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê de, di 24 saetên dawîn de herî kêm 18 çete hatine kuştin û gelek baregehên çeteyan hatine îmhakirin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn ên qonaxa ‘Bidawîkirina şerê terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir a ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin.

Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:

ENIYA BAXOZÊ

‘Li vê derê di navbera hêzên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şerek çêbûye. Şervanên me 700 metreyan bi pêş ve çûne û 5 li cihên nû bi cih bûne.

Şervanên me êrîşên DAÎŞ’ê şikandine û li vê derê 2 çete kuştine. Çeteyan bi çekên giran êrîş kirine. Balefirên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî li baregehên çeteyan dane. Li herêmê şer didome.

ENIYA HECÎNÊ

Piştî şerên giran, gelek terorîst hatine kuştin. Şervanên me 400 metreyan bi pêş ve çûne û li 10 cihên nû bi cih bûne. Şervanên me mayîneke terorîstan jî bêbandor kirine.

Şervanên me balefireke keşfê ya terorîstan jî xistine xwarê.

Terorîstan bi doçkayan êrîşî hêzên me kirine û tu xisar negihiştiye şervanên me. Şervanên me bersiv dane vê êrîşê û têkildarî encamên vê êrîşî tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Balefirên Koalîsyona Navneteweyî jî li gelek baregehên terorîstan dane.

BÎLANÇO

-18 çete hatine kuştin

-Balefirên koalîsyona li 10 cihan dane.

-Hawaneke terorîstan hatiye îmhakirin, balefireke keşfê hatiye xistin. 3 baregehên terorîstan hatine îmhakirin.

-Mayîneke terorîstan hatiye bêbandorkirin.”