Pêngava Bagera Cizîrê: 10 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, îro 10 hezar sivîlên Dêra Zorê rizgar kirin.


Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike. Şervanên QSD’ê roj bi roj bi pêş ve diçin û gund û mezreyên bejahiya Dêra Zorê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin.

Di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, şervanên QSD`ê îro 10 hezar sivîlên Dêra Zorê ku ji ber kiryarên  çeteyên DAIŞ û balafirên Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê dev ji warên xwe berdabûn, rizgar kirin.