Pencewînî: Erdogan wê nikaribe xewn û xeyalên xwe pêk bîne

Siyasetmedarê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî diyar kir ku Erdogan bi desteserkirina qadên petrolê yên Kurdistanê û tasfiyekirina PKK'ê re dixwaze xewn û xeyalên xwe pêk bîne, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve.

Siyasetmedarê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî diyar ki rku dewleta Tirk gav bi gav Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir dike; herî dawî hêzeke mezin a leşkerî li Duhokê bi cih kiriye û destnîşan kir ku ev pêvajo yekîtiyê li Kurdan ferz dike.

Siyasetmedarê bi tecrûbe yê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî ji ANF'ê re axivî Pencewînî diyar kir ku her kes zane, dewleta Tirk ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd hêza xwe bi temamî xistiye dewrê û bi nûkirina Mîsakî-Mîllî dixwaze ji Helebê heta Mûsilê dagir bike. Pencewînî got, "Hesabê wê yekê dike ku armanca xwe ya Mîsakî-Mîllî û xeyala Osmanî tenê bi dagirkirina qadên petrol û gaza xwezayî yên Başûrê Kurdistanê dikare pêk bîne."

LI DUHOKÊ HÊZEKE MEZIN A LEŞKERÊN TIRK

Pencewînî diyar kir ku dewleta Tirk a bi rêveberiya Serokê Giştî yê AKP'ê giranî daye ser dagirkirina herêmên petrolê û gaza xwezayî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: "Li Tirkiye krîz û aboriyeke mezin heye. Her diçe di warê aborî de Tirkiye têk diçe û hildiweş e. Gihiştina sînorê Mîsaqî-Mîllî û xeyalê Osamanî ne bi petrol û gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistanê be wê ne mimkûn be. Ji ber ku li Tirkiye tiştek bi navê aborî nemaye, hilweşiya ye. Ji bo wê roj bi roj li Başûrê Kurdistanê, dever û navçeyên ser sînor dagir dike. Berî du hefteyan hêzekî mezin aniye Dihokê. Niha jî dixwaze bi artêşekî mezin ve navçeyeke nêzî Şengalê dagir bikin ku bikarin li hêzên Êzidiyan ku piştî fermanê hatiye avakirin û DAÎŞ têk birine bidin, hem jî heman demê jî bikarin ji bo hêzên xwe yên ku li Başûrê Kurdistanê êrîşan dikin bibin alîkar e. Çawa ku li Başîka û Dihokê navendên wan ên mezin avakirine, dixwazin nêzî Şengalê jî baregeke wiha mezin ava bikin."

'YEKÎTIYA KURDAN ŞERT E'

Pencewînî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdan re pîvan û peymanên navneteweyî û herêmî binpê kiriye û wiha dewam kir: "Gelê Kurd di qonaxeke pir hestyar de ye. Divê hemû hêzên siyasî yên Kurd di vê demê de nêzî yek bibin, hev bigirin. Divê yekgirtinek di nava aqilê siyasî yê partiyên siyasî yên Kurd de bê avakirin. Divê li ser yekgirtineke siyasî li hev bikin. Li ser siyasetek yekgirtiya dîplomasî ku di berjewendiyê hemû netewa Kurd de bin û li dijî dagirkerên Kurdistanê bin. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî di vê qonaxa hestyar a dîrokî de bên gel hev li ser tewerekî yekgirtî li hev bicivin. Bi yek xîtabî berê xwe bidin Ewropayê, NATO, Emerîka, Neteweyên Yekbûyî û hemû cîhan. Ji bo wan bidin nîşandan ku hemû gelê Kurd daxwaza vê dike û siyaseta me yek e. Ev yek erkê hemû hêzên siyasî yên gelê Kurd e.

Eger vê nekin, ev pîlana Erdogan pê re mijûle û daniye pêşiya xwe; heta dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê, her çendî di nava xwe de ne yek jî bin, lê di mijara Kurdan û berjewendiyên xwe de hev digirin. Îran û Tirk çawa di aliyê siyasî û firkî ji hev cuda ne, bi hev re bi nakokin li aliyê din Iraq û Sûriye jî dixwazin li Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin û cih. Lê di mijara tinekirina Tevgera Azadiya Kurd û şoreşga Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin de yek in. Lihevkombûna rêveberên îstixbaratê yên her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê encama wê ev e. Rêveberên dewletê li hev dicivin, heman demê di warê leşkerî de jî amadekariyan dikin. Hemû hewldanên wan ew e ku nakokiyê di navbera partiyên siyasî û rêxistên Kurdî de bidin çêkirin. Ji bo ku Kurd di nava xwe de li hev nekin û bi hev re di nava aloziyan de bin."

'ARMANCA WAN A DESTPÊKÊ BÊBANDORKIRINA PKK'Ê YE'

Pencewînî ji bilî PKK'ê bal kişand ser rewşa partiyên din hemûyan û bi mînaka li Iraqê re wiha axivî: "Em dibînin ji derveyî PKK’ê li nava hemû partiyên siyasî nakokî heye. Li başûrê Kurdistanê ev nakokî mezintirin, aliyek siyasî diçe Bexda li dijî aliyê din diaxivin. Hinek alî diçin Bexda li gel hikûmeta navendî pîlanên çêdikin, li hev dikin li dijî hêzekî din a Kurdî. Rewş gihiştiye wê astê ku hikûmeta navendî henekê xwe bi mijara Kurd dike. Ne guh dide û ne jî hesabek ji bo Kurdan dike. Ev jî sedemê wê yê esasî hêzên Kurdî yên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li navxwe ne yekin û parçeyî ne, heta li dijî yek di nava pîlanên li dijî yek in.

Dijminên Kurd dixwazin vê pîlanê di nava hêzên siyasî yên Kurd ên li Rojhilat û dîsa Rojava û Bakur jî çêbike. A girîg li vir PKK weke sêwanekê kariye hemû hêzên siyasî yên li Bakur û Rojava kontrol bike ku ev nakokiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li wir jî rû nedin. Ji bo wê ye ku di serî de Erdogan û hemû hêzên dagirker bi leşkerî, fikir, siyasî êrîşî PKK’ê dike ku bê ka wê çawa têk bibin û bandora wê ya li ser herêmê kêm bikin."

'KONJOKTUR LI DIJÎ ERDOGAN E'

Pencewînî destnîşan kir ku ne siyaseta cîhanê ne jî berjewendiyên hêzên navneteweyî bi kêrî Erdogan nayên û diyar kir ku piştgirî ji siyaseta dagirkeriyê ya Erdogan re nayê dayin. Siyasetmedarê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî got, "Hêviya min ew e ku; çend salên pêşiya me wê siyaset û hişmendiya Erdogan a li ser Rojhilata Navîn wê bi temamî têk biçe. Çawa ku DAÎŞ a li ser cîhanê metirsiyeke mezin bû ji nav çû, bi heman rengî wê ev siyaset jî têk biçe."