Pelek ji dîrokê; Rojnameya Kurdistan – 1

Rojnameya Kurdistan, roja 22'ê Nîsana 1898'an bi pêşengiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê dest bi weşanê xwe kir. Rojnamegeriya Kurdî li ser vê bingehê 120 sal in tevî gelek zor û zehmetiyan li ber xwe da.

Beriya niha bi 120 salan li paytexta Misrê Qahîreyê hîmê rojnamegeriya Kurdî ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hate danîn. Piştî malbata Bedirxaniyan ji aliyê Osmaniyan ve sirgûnî Qahireyê bûn, dev ji têkoşîna parastina mafê gelê Kurd berneda. Mîqdad Mîdhed Bedirxan di 22’ê Nîsana 1898’an de rojnameyek bi navê Kurdistan derxist ku ev rojname bû hîmê rojnamegeriya Kurdî. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin.

KEVNEŞOPÎ DIDOME

Li ser vê bingehê rojnamegeriya Kurdî her roj xurttir bû û li gel vê jî gelek xebatên giranbuha hatin kirin. Rojnamegeriya Kurdî û rojnamegerên Kurd ku bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir heta îro gelek zehmetî kişandin. Gelek caran rojname ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin û gelek caran jî rojnamegerên Kurd hatin kuştin û ketin girtîgehan. Lê kevneşopiya çapameniya azad hê jî didome. Li gel vê heta niha bi dehan rojname, televîzyon, kovar û radyoyên bi Kurdî weşana xwe didomînin.

TOVÊ ROJNAMEGERIYA KURDÎ: KURDISTAN

Miqdad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe, lê ji ber hin zehmetiyan ev rojname pir bi rêk û pêk nehat derxistin. Piştî hêjmara yekemîn dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariya Dewleta Osmanî ya li ser Misrê, Miqdad Midhed Bedirxan neçar ma ku vê rojnameyê li cihên cuda derxe. Midhed Bedirxan heta hejmara 6’an ev rojname derxist û piştre birayê Midhed Bedirxan, Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe.

SÊ HEJMARÊN EWILÎ BI GIŞTÎ KURDÎ BÛN

Rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenevre, London û Folkstonê hatin derxistin. Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an heta 29’an li Folkston a Başûrê Ingilîstanê û ji hejmara 30´î heta 31’ê dîsa li Cenevreyê hatine weşandin. Sê hêjmarên ewilî bi giştî bi Kurdî hatin weşandin. Ji van 31 hejmaran hê jî du hejmar nehatine dîtin û winda ne. Her hejmar nêzîkî 2 hezar nusxeyî dihat çapkirin û bi awayekî veşartî li herêmê dihat belavkirin. Dewleta Osmanî ligel qedexekirina rojnameyê kesên ku ev rojname dixwendin jî bi cezayan re rû bi rû dihiştin.

MED TV BÛ MÎLADA WEŞANGERIYA KURDÎ

Li Tirkiyeyê jî Rojnamevaniya Kurdî li sirgûnê li derveyî xaka xwe weşangeriya xwe domand. Gelek caran Ewropa û Stenbol ji bo Rojnamevaniya Kurdî bûne navend. Di salên 90’î de qedexe bû rojname were Kurdistanê, lê li Stenbolê rojnameyeke bi Kurdî dihat derxistin. Dîsa tecrûbeya herî mezin li Ewropayê weşangeriya Med TV´yê bû. Med TV  sala 1995’an li Belçikayê dest bi weşangeriya Kurdî kir.

AKADEMIYA ZIMANÊ KURDÎ

Di sala 1992’an Rojnameya Welat li Bakurê Kurdistanê derket pêşberî xwendevanan. Piştî Welat, Welatê Me derket. Piştî li Tirkiyeyê rojname hatin qedexekirin, sala 1996’an Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir. Rojnameya Welat û Welatê Me heftane dihate çapkirin. Di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de cara yekemîn di 15’ê Tebaxa 2006’an de Azadiya Welat rojane weşangerî kir. Ji roja ewil heta roja îro Azadiya Welat bûye deng û rengê gelê Kurd. Ligel vê yekê Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye mamosteyê gel. Bi hezaran welatî bi Rojnameya Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûn.

KONSEPTEK NÛ YA ŞER LI DIJÎ ÇAPEMENIYA KURD 

Çapemeniya Kurd a ku herdemê ronî kirina rastiyan kiriye hedefa xwe vê carê jî bû hedefa desthilatdariya faşîst a AKP û qesra Erdogan. Desthilatdariya faşîst ya AKP û qesra Erdogan, 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê ji xwe re kirin fersend ku rejîma yekdestî ava bike, hiqûq rakir û bi Rewşa Awarte û biryarnameyên di hiqmê qanûanan de konsepta êrîşa nû li dijî çapemeniya azad dan destpêkirin. Rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û gelek saziyên çapemeniyê yên kurdan di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi biryarnameyên hejmara 675 û 676'an hatin girtin. Bi girtinê re deriyê saziyan hatin mohrkirin û her wiha amûrên gelekan jê jî hatin desteserkirin. 

JI BER GEFAN ÇAPXANEYAN WELAT ÇAP NEKIR

Zimanê çapemeniya azad û zimanê Kurdî herdemê desthilatê ditirsîne. Ji ber vê yeke jî herdem saziyên çapemeniya azad di hedfa êrîşan de ye û êrîşî saziyên çapemeniyê û saziyên ziman dikin. Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê çapxane, rojnameya tekane Kurdî Welat çap nakin. Serpehatiya Welat ji di sala 1992'an de bi rojnameyên Welatê Me û Welat ên heftane hatin weşandin, dest pê kir û bi Azadiya Welat, Rojeva Medya û Welat ku weke şopdarên van rojnameyan weşan kir. Hikûmeta AKP’ê ya ku di xwnan de jî ji zimanê çapemeniya azad ditirsin weke herdemê dîsan gef li çapxaneyan xwarin, qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Weşanxaneya Gun kirin. Rojnameya Welat ku di 26’ê Tebaxa 2017’an de bi dirûşma 'Naşkê û Nakeve' dest bi weşanê kir û di 29’ê Adara 2018’an ji ber zextên AKP’ê yên li ser weşangeriyê ti çapxane Rojnameya Welat çap nake. 

Rojnamegeriya Kurd ya beriya bi 120 salan li paytexta Misirê Qahîreyê hîma wê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat danîn, niha dibin zext, girtin, qetilkirinê li Kurdsitan, Tirkiyeyê û Ewropayê didome. 

SIBÊ: Berxwedana 120 salan hêj didome