PDK’ê siyasetmedarê Bakurî, dest û çav girêdayî teslîmî Tirkan kir

PDK’ê siyasetmedarê Bakûrî Omer Bartan dest û çavê wî girtî teslîmî Tirkiyê kir, ku Bartan piştî 12 salên di girtîgehê de ji ber zextên dewleta Tirk û cezayên lî wî hatine birîn xwe li Hewlêrê girtibû.

Omer Bartan ê 48 salî ji navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bedlîs ê Bakûrê Kurdistanê ye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatiye girtin û zêdetirî 12 salan di girtîgehê de maye.

Piştî ku ji girtîgehê derdiketiye, dozên derbarê wî de û zextên dewletê dom kirine, lewma di Hezîrana sala 2019’an de bêgav dimîne ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Omer Bartan ku li bajarê Hewlêrê dima, 3’yê Tîrmeha 2019’an, ango hîn mehek wî li Başûr temam nebûyî, ji aliyê asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê ve hat girtin.

Li gorî agahiyên ku malbata Bartan dane, ji roja ku hat girtin ve êdî agahî ji wî nehat girtin. Derbarê rewşa wî de jî tu zanyarî ji malbatê re nehatine dayîn.

28’ê Çileya 2021’an polîsên dewleta Tirk ên Şirnexê li malbatê geriyan û gotine, “Omer dema xwestiye ji sînor derbas bibe, hatiye girtin”.

22’yê Sibatê jî Omer Bartan ji girtîgeha bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê bi riya telefonê li malbata xwe geriya û hemû tiştên bi serê wî hatine ji malbatê re vegotine.

Li gorî agahiyên ku malbatê daye, Omer Bartan dema li Hewlêrê hatiye girtin zext lê hatiye kirin û gef lê hatiye xwarin . Herwiha gelek zext li ser hatine kirin ku sîxurtiyê bike, piştî ku wî serê xwe li ber zext û zordariyê netewandiye, 28’ê Çileya 2021’an de destên wî hatine kelepçekirin, çavên wî hatine girêdan û bi wî rengî ew biriye sînorê Bakûrê Kurdistanê. 

Omer Bartan niha li Girtîgeha Şirnexê tê girtin û derbarê wî de 3 dozên din jî hatine vekirin. Ji ber dozên ku derbarê wî de hatine vekirin beriya niha 12 salan di girtîgehê de mabû, niha bi hinceta ku 12 sal cezayê girtîgehê li wî hatiye birîn, li girtîgehê tê girtin. Eger 3 dozên wî yên din jî bi encam bibin û ceza bê birîn, wê hîn demeke gelekî dirêj di girtîgehê de bimîne.