PDK’ê bi namerdî pêşengê Raperîna Behdînanê şehîd kir!

Pêşengê serhildana Raperînê ya Herêma Behdînan Sadiq Omer Sindî ku çirûska yekem a raperînê pêxistibû, ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê û Barzaniyan ve tê şehîdkirin.

Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de gelek kesayet hene ku mohra xwe li demê dane û cihê xwe di dîroka şoreşa Kurd de girtine. Yek ji van pêşeng û şoreşgeran jî Sadiq Omer Sindî ye ku hem weke pêşmerge û hem jî bi kesayeta xwe ya şoreşger têkoşînek mezin da. Sadiq Omer ji ber têkoşîn û nêzîkatiya xwe ya neteweyî û şoreşgerî 29’ê Hezîrana 1992’an li Gundê Derhozanê dikeve kemîna çekdarên PDK’ê û bi namerdî tê şehîdkirin.

DI GELEK ŞERÊ LI DIJÎ REJÎMA BAASÊ DE CIH GIRT

Şehîd Sadiq Emer Salih Sindî ji binemala Mala Ecemê ye, bihara 1953’ê li bajarokê Derkar Ecem di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Şehîd Sadiq ji ber şert û mercên demê xwedina xwe tenê seretayî heta refa 6’an xwendiye. Piştî şehîdbûna mamê wî Şehbaz Salih ku fermandareke yê pêşmerge bû, di şerê li gel rejîma Baasê li geliyê Zaxo şehîd bûbû, sala 1970’ê li bajarê Zaxo di temenê xwe yê ciwan de dibe pêşmerge û cihê xwe di nava Şoreşa Îlonê de digire. Di demeke kin de pêş dikeve û dibe fermadarê pêşmergeyan. Di gelek şerê li dijî rejîma Baasê de cihê xwe digire û ji ber serketina şerê xwe, nav û dengê wî bilind dibe. Bi pêşengtiya wî salên 1980’ê gelek qereqolên leşkerên rejîma Baasê li Zaxo tên îmhakirin û rakirin. 

SADIQ OMER TÊKILÎ BI YEK JI PÊŞENGÊN PKK’Ê EGÎD RE HEBÛ

Şehîd Sadiq Omer piştî têkilî bi Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê re didan û bi hev re jî gelek çalakiyan dikin, hinek ji wan çalakiyan wiha ne; 1983’ê çalakiya gundê Mala Ereb, çalakiya li ser lîwaya Batûfa 1983, çalakiya Girê Biyê, dîsa çalakiya li ser hêzên leşkerî ya li Amêdiyê hatin kirin. Dîsa têkiliyeke ya baş a Şehîd Sadiq Omer li gel pêşengê Şerê Çekdarî yê PKK’ê Mehsûm Korkmaz (Egîd) hebû û ev jî bû yek ji sedemê mezin ku hestê netewî ya Kurdbûnê xurtir bibe û şoreşa netewî pêş bixe. 

JI BER TÊKILIYA BI PKK’Ê RE PDK’Ê BIRYARA KUŞTINA SADIQ OMER DIDE

Sala 1986’an ji ber nêzîkatî û têkiliya Şehîd Sadiq Omer a li gel Tevger Azadiya Kurd PDK biryara kuştinê li wî dibire. Piştî hewldana kuştina Omer eşekere dibe ev yek ji dibe sedem ku Sadiq Omer bi temamî ji PDK’ê veqete, weke welatparêzekê kar û xebatên xwe yên şoreşgerî bê rawestan dimeşîne. 

Dema 5’ê Adara 1991’ê raperîna xelkê Başûr li Ranya û Qeledizê li dijî rejîma Baasê destpê kir. Piştî demekê ango 12’ê Adara 1991’ê li gel çend kesan welatparêz ên li Derkarê dicive û bi veşartî xebatên amadekariya raperîna li herêma Behdînan dike. Şehîd Sadiq Omer sibeha 13’ê Adara 1991’ê çirûska yekem a serhildana herêma Behdînan pêxist û bi pêşengtiya wî gundên derdor û dîsa Derkarê, Ecem û Zaxo ji destê rejîma Bassê rizgar kir. Şehîd Sadiq mil bi milê gerîla û pêşmergeyên welatparêz ên di bin pêşengtiya wî de navend û baregehên leşkerên rejîma Baasê têk dibin. 

DI RAPERÎNÊ DE SALIH AYDEMÎR ŞEHÎD DIBE

Di saetên piştî nîvro ya 13’ê Adarê du komên gerîla bi pêneşgtiya Şehîd Faqe Sêrt û Şehdî Nêçîrvan Zaxoyî bi hevkariya Şehîd Sadiq Omer li ser Pira Delal li hev kom bûbûn û banga reparînê li gel dikirin, avêtin ser hemû baregeh û navedên leşkerî yên rejîmê. Heman rojê bi hevkariya Sadiq Omer û gerîlayan li Şeranişê baregehek a rejîma Baasê tê îmhakirin û 28 leşker tên kuştin û 34 jî tên girtin. Di vî şerî de gerîlayê bi navê Salih Aydemîr jî şehîd dibe. Sibeha 14’ê Adarê bi pêşengiya Şehîd Sadiq û komek gerîla tevahiya sînorên bajarokê Zaxo û derdorî wê dikevin bin kotrolê û êvara heman rojê jî heta Dihokê jî diçin. 15’ê Adarê gerîlayê bi navê Cume Ehmed Ormanî ku xelkê devera Derkarê ye li Dihokê şehîd dibe. 

Di şerê piştî vê qonaxa serhildanê ya gelê herêmê de gerîla li gel Şehîd Sadiq Omer û pêşmergeyên pêre berxwedanek mezin kirin û ew hemû êrîş têk birin. 

RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN DIBÎNE

Her ku têkiliya Şehîd Sadiq Omer bi Tevgera Azadiya Kurd re xurt bû û zêdetir xwe nêzî kir û heta di vê çarçoveyê de çû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û dîsa cih li gel Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a wê demê girt. Şehîd Sadiq dema diçe Sûriye li gel Ocalan, destek cilên Kurdî yên bi rengê şîn çêdike û diyarî wî dike. Hem wext Şehîd Sadiq Omer bi xwe wan cilan li Ocalan dike û wêne bi hev re bi wan cilan ve dikişîne. Ev jî dibe ji bo dîrokê dimîne.

PDK’ê ya ku ev kesayet û pêşengê herêma Behdînan dît, xwe li vê rangirt. Bi taybet ji têkiliya Şehîd Sadiq Omer ya li gel Partiya Kerkerên Kurdistanê aciz bû. PDK’ê gelek kesên li nava vê eniya serbixwe ya xebat ji bo têkoşîna azadiyê dikir, girtin û winda kirin; teslîmî Tirkiye kirin. PDK’ê dixwest vê hêzê bi temamî têk bibe, dest bi qetilkirina kesayetên pêşeng ên vê deverê kiribû. Di heman demê de yek ji pêşengê Sûrçiyan Husên Axayê Sûrçî jî qetil kiribûn. 

SADIQ OMER JI ALIYÊ PDK’Ê VE TÊ ŞEHÎDKIRIN

Pêşengê raperîna Behîdînanê Sadiq Omer Sindî 29’ê Hezîrana 1992’an ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê û Barzaniyan ve li Gundê Derhozanê dikeve kemîna çekdarên PDK’ê û nemerdî tê şehîdkirin. 

‘KURDEKÎ KURDISTANÎ BÛ’

Li ser kesayeta Şehîd Omer Sadiq yek ji Fermadarê HPG’ê Bahoz Erdal vê dibêje; “Şehîd Sadiq Omer Kurdeke Kurdistanî bû. Ne tenê ji bo herêma xwe, ji bo parçeyekê ji bo hemû şoreşa Kurdistanê şer dikir. Wî bawer kiribû ku parçeyek nikare bi serê xwe azad bibe, azadiya xwe mîsoger bike.”

‘HER KU DIÇE ZÊDETIR PKK’Ê NAS DIKE’

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik jî qala kesayet û şoreşgerê Behdînan Sadiq Omer Sindî kir û ev got: “Sala 1988’an dema Iraq û Îranê li hev kirin, pêşmergeyan dev ji têkoşînê berda belav bû; hinek çûn Tirkiye û hinek çûn Îranê me têkiliya xwe bi Şehîd Sadiq û malbata xalê Omer re çêkir. Têkiliyên me ti demê qût nebû. Her ku çû zêdetir Sadiq Omer PKK nas kir. Rastiya Rêber Apo û têkoşîna wî zêdetir fam kir. Li Başûr ji her kesê zêdetir û zûtir fam kir. Her ku famkir, nêzîkatî jî xurtir bû. Dema şerê Kendavê çêbû, me li Heftenînê Sadiq Omer dît. Min ew dît û pêre axivîm. Min jêre got; ev rewş wiha naçe, divê hûn amadekarî bikin. Fersendek derkeve hûn dikarin ji wê encam bigirin. Me got em ê heval Şehîd Luqman xelkê Rojava bû, bidin gel we, dîsa bêtêlê jî bidin we; hûn biçin hem li ser Derkarê û derdorî wê amadekarî bikin. Hêzekê amade bikin. Dema wext hat, hûn dikarin têkilî bi me re çêbikin, em dikarin hêzeke nû hê mezintir jî bişînin. Hûn dikarin rejîma Sedam ji wê herêmê heta Zaxo rizgar bikin. Şehîd Sadiq Omer jî tevlî vê pêşniyarê bû. Piştî wê heval Luqman û Sadiq Omer şandin Derkarê. Em di nava têkiliyê de bûn, dema serhildanê li Ranya destpê kir, me got hûn jî dikarin destpê bikin. Me hinek hêz jî ji bo wan şand.

‘JI BO PÊŞIYA TEVGERA PKK’Ê BIGIRIN SADIQ OMER QETIL KIRIN’

Heval Sadiq Omer têkiliya xwe ya bi PKK’ê re ti carî veneşart. Dema serdan Rêber Apo kir, Rêber Apo demanceyek diyarî da wî. Tim ew demance li gel Sadiq Omer bû û digerand. Bi wê demancê çû her derê û di nava gel de xebat kir. PDK ji vê aciz bû. Dît ku her diçe rola Sadiq Omer zêdetir dibe, di nava gel de tê nasîn. Bi vekirî eleqeya xwe ya bi PKK’ê re nîşan dike. Tevgerê li wê deverê pêş dixe. Ji bo ku tevger pêş nekeve. Biryar dan ku Sadiq Omer teslîm bigirin. Heta di civînekê de hevalên Sadiq Omer tehdît dikin. Şehîd Sadiq Omer li dijî tehdîdê wan sekinî, heta demaceya Rêber Apo diyarî dayî wî, li ber pişta xwe derxistibû û gotibû; ‘Hûn zanin vê demanceyê kê daye min? Rêber Apo daye min’, bi vî rengî bersiv dabû tehîdan. Piştî vê bersivê û şûnde ti demê gav bi şûn ve neavêt. Karê xwe berdewam kir, ji bo wê jî PDK’ê dît ku wisa bi zext û gefa nikare bitirsîne û teslîm bigire. Berî şerê 92’an a şerê xiyanetê destpê bike, Sadiq Omer kuştin. Şehadeta Sadiq Omer, şehadetek asayî nîne. Ew şehadet di qonaxeke welê de çêbû ku bikarin bandora PKK’ê bişkînin, her kesê bitirsînin û teslîm bigirin. PKK’ê sînordar bikin. Eger vê şehadetê mirov bîr neke, eger ji bîr bike, gavên li dijî PKK’ê û gelê Kurd hatin avêtin bîr dike. ”

‘HER KES JI TÊKOŞÎNA WÎ BANDOR DIBÛ, DOSTEK BI NIRX Û BAWER E’

Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mûrat Karayilan jî li ser nasîn û têkoşîna Şehîd Sadiq Omer axivî û ev nirxandin kir: “Sala 1992’an meha Hezîranê derbasî Başûrê Kurdistanê bûm. Min li vir kesê yekem nas kir Sadiq Omer bû. Berê min navê wî bihîstibû. Têkiliyên wî bi tevgera me re çêbûbûn. Fermandarê Mezin Egîd li Heftenînê têkilî bi Sadiq Omer re çêdike. Her diçe têkilî xurt dibin. Têkiliyeke ji dostanî zêdetir fikrî çêdibe. Ji xwe Serok jî dîtibû. Cilê Kurdî ku Serokatî pê wêne kişandibû, wî bi xwe anibû û li Serok kiribû. Hêviyên xwe yên mezin di raman û firkrê Serok Apo de dîtibû. 

Mirovek di jiyana pêşmergetiyê de, li Zaxo û derdorî wê xwedî rol bû. Dema pêşmerge bi nav û deng bûbû, navê wî belav bûbû. Fermandarek bi sekin û nêzîkbûna xwe hevaltî û dostaniyek germ çêdike. Her kes ji heval Sadiq bandor dibû. Fam dikir ku dosteke bi nirx e, bawer e. Kesek hêvî dida bû. Keseke nimûne ye. Bi dirûstî û cesareta xwe bandor dikir.” 

KURÊ ŞEHÎD SADIQ OMER, DILOVAN OMER 14 MEH IN DI DESTÊ PDK’Ê DE YE

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dilovan kurê kesayetê diyar ê Zaxo û herêma Behdîna Şehîd Sadiq Omer Sindî ye, di roja 7’ê Nîsana 2021’an de bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hate destgîrkirin û hîn di girtîgehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye.

Dilovan rûniştvanê bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo ye. Asayîş û Parastina PDK’ê ya li Hewlêrê gazî kirinê û li wir destgîrkiribûn. Di 29’ê Nîsana îsal de veguhestin Asayîşa Dihokê û 14 meh in li wir di girtîgehê de ye.