Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike. Parlamenterên Parlamenta Federal a Swîsreyê yên ji Partiya Sosyalîst (SP) Fabîan Molîna, Claûdîa Frîedl û Tamara Fûnîcîello pêşnûme pirsek peşkêşî Konseya Federal kirin. Di pêşnûme pirsê de nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Parlamentera Federal Claûdîa Frîedl di pêşnûmeyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demografiya herêmê guhertiye.
Her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û ragihand ku ji şermezarkirinê wêdetir divê helwestek bê nîşandan.
Parlamenter Frîedl pirsên bi vî rengî li Konseya Federal kir:
"Konseya Federal di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi çi rengî li plana 'herêma ewle' ya dewleta Tirk dinere ku dixwaze li Bakurê Sûriyeyê pêk bîne?
Dewleta Tirk û hêzên wan ên çekdar heta niha çend hezar mirov li herêmê ji warê wan kirin?
Konseya Federal koçberkirina mirovên ji herêmê û bicihkirina mirovên cuda li herêmên wan bi çi rengî dibîne? Konseya federal li dijî van çi dike?"
MOLÎNA: PEYMANA BAZIRGANIYA SERBEST DIVÊ BÊ BETALKIRIN
Parlamenterê Federal û Endamê Komîsyona Têkiliyên Deve Fabîan Molîna jî destnîşan kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, lewma xwest ku peymana bazirganiya serbest a pê re bê betalkirin.
Molîna jî ji Konseya Federal pirsî ku wê ji bo betalkirina peymana bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re werbigire yan na?
Parlamenter Tamara Fûnîcîello jî rewşa mizgeftên li Swîsreyê pirsî:
Konseya Federal zane ku li Swîsreyê çend mizgeft ji aliyê Diyanetê ve tên fînansekirin?
Li Swîsreyê çend mizgeft bi fetwayên Erdogan dixebitin?"