Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê

Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de komek ji parlamenterên Partiya Çep a Elman li Meclîsa federal ala HDP'ê hildan û piştgirî dan siyasetmedarên hatin destgîrkirin.

Ji partiyên muxalefetê yên Meclîsa Federal a Elman, Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê ku li dijî zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber xwe dide. Piştî civîna komê ya li Meclîsa Federal, komek ji wekîlên Partiya Çep ala HDP'ê hildan û destgîrkirina hevşaredarên HDP'ê, parlamenter û rêveberên şermezar kirin.

Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de parlamenteran diyar kirin ku operasyona dawî ya destgîrkirinê hewldanek rejîma Erdogan a ji bo tepisandina muxalefeta demokratîk e. Wekîlên Partiya Çep ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel xwestin ku ji bo dawî li zextên li ser HDP'ê bê anîn bikeve nava liv û tevgerê û destnîşan kirin ku HDP bi zextan bêdeng nabe.

Parlamenterên Partiya Çep ên ala HDP'ê hildan û peyama piştgiriyê dan wiha ne: Bernd Riexinger, Gökay Akbulut, Stefan Liebich, Michel Brandt, Cornelia Möhring, Ulla Jelpke, Simone Barrientos, Jörg Cezanne, Eva-Maria Schreiber, Jessica Tatti, Tobias Pflüger û Andrej Hunko.