Parlamentera Swêdî piştgirî da greva birçîbûnê

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh, çû serdana çalakvanên li Stocholmê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva biçîbûnê.

Parlamentera Partya Çep Amineh Kakabaveh çû serdana çalakvanên ku li Stokcholmê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ketine greva birçbûnê. Kakabaveh piştgiriya da çalakvanan.

Kakabaveh çû Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê ya li Stockholmê û ji ber helwesta çalakvanan a berxwedêr ew pîroz kirin û got, "Ez bawer im wê çalakî bi ser bikeve."

Kakabaveh bi bîr xist, meha Îlonê hilbijartin pêk hatibe jî li Swêdê hikumet ava nebûye û got, bi avabûnê hikumetê re wê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din û tecrîdkirina Ocalan bînin rojeva parlamentê.

Piştî axaftina Kakabaveh çalakgeran dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Statu ji bo gelê Kurd, Azadî ji bo Ocalan" û "Jin jiyan azadî" qîriyan.