Parêzerên Ocalan serdana Leyla Guven kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 198 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzeran peyama Ocalan ji Guvenê re ragihand.

Parêzerên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 198 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Guven daxuyaniyek kurt da û wiha got; “Hatin serdana min û peyama Ocalan ji min re ragihandin. Niha helwdanek mezin didin ku peyamê bigihînin çalakgeran din. Di demek herî kurt de em ê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.”