Nûrettîn Demîrtaş: PKK ala Sosyalîzmê ye

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK'ê got, PKK bûye ala sosyalîzmê. Demîrtaş, li dijî faşîzmê banga mezinkirina têkoşîna sosyalîzmê kir.

Demîrtaş salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

PKK'Ê RÊ LI BER BERXWEDAN, SERKETIN Û HÊVIYA SERFIRAZIYÊ VEKIR

Demîrtaş diyar kir, PKK ji bo Kurdan, Tirkan, Suryaniyan, Ereban, Çerkesan û hemû gel û baweriyên li ser xaka qedîm a Mezopotamyayê ne, bûye tevgera azadî û demokrasiyê.

Nûrettîn Demîrtaş diyar kir, PKK ji gelên bindest û baweriyan re bûye berxwedan, serketin û hêviya serfiraziyê û anî ziman, gelên ku hêz û îlham ji PKK'ê girtine, bûne xwedî derfetên afirandina jiyana azad û wekhev.

PKK MEJIYEKE KU TÊK NAÇE

Demîrtaş ragihand, gelan li ser vê bingehê li dijî modernîteya kapîtalîst sîstemeke alternatîf afirandine û bi dewamî got, "PKK'ê xwe bi wijdan, lehengî û wêrekiyê xemilandiye. PKK mejiyek e ku serî natewîne û têk naçe. Ev mejî di heman demê de çareyê diafirîne."

Demîrtaş destnîşan kir, şert û merc çi dibin bila bibin, PKK timî çareyan diafirîne û got, "PKK ji ber ku xwedî cewhereke sosyalîst e, bi vî rengî ye. Gelên cîhanê êdî bi vê rastiyê hesiyane."

PKK BÛYE ALA SOSYALÎZMÊ

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş wiha dewam kir: "Emperyalîzm, kapîtalîzma global çiqasî hewl didin PKK'ê krîmînalîze bikin bila bikin, êrîşên xwe yên komployê bila bidomînin. PKK êdî tevgereke azadiyê ye ku li ser zimanê gelên cîhanê ye."

Demîrtaş diyar kir, PKK êdî bûye ala sosyalîzmê ku di destê gelan de ye û got, "Lewma PKK tevgereke welê ye ku ispat kiriye ew têk naçe."

'JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ Û AZADKIRINA KURDISTANÊ BANG DIKIM'

Demîrtaş got, "Li gel hêviya ku daye mirovahiyê, PKK bi şîrove û pêngavên xwe yên nû yên li ser sosyalîzmê, bûye pêşengê Sosyalîzma Zanistî Demokratîk" û wiha bi mijarê daket:

"Têkoşîna sosyalîzmê bûye têkoşîneke mirovahiyê. Mîna ku Rêber Apo dibêje, 'israra di sosyalîzmê de, israr di mirovbûnê de ye'. Em pê bawer in ku li ser xeta PKK'ê û Rêbertî, di bin ala Sosyalîzmê de em ê teqez bi ser bikevin.

Bi vê wesîleyê ez careke din salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li hemû hêzên çep, sosyalîst, anarşîst, demokratîk, femÎnîst, jin, ciwan, her kesên dixwazin têbikoşin û tevahiya mirovahiya ku berxwedan, hêvî, rizgarî, azadî û serketinê di nava Sosyalîzmê de dibînin, pîroz dikim. Û bang li her kesî dikim ku PKK'ê, cewhera wê ya Sosyalîst, civakîbûna wê, cewhera wê ya demokratîk ji nêz ve nas bikin, bi xurtî lêkolîn bikin. Bi taybetî, ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bê rakirin, faşîzm were hilweşandin û Kurdistan azad bibe, bang dikim."

DÎKTATORIYA ERDOGAN-BAHÇELÎ WÊ HILWEŞE!

Nûrettîn Demîrtaş diyar kir, xeta neteweya demokratîk a Ocalan, wê di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de çarenûsa Rojhilata Navîn û cîhanê biguherîne û işaret bi hewldanên komploya navneteweyî yên li dijî vê xetê kir.

Demîrtaş nerazîbûna xurt û îradeya gelan a li dijî van hewldanan bi rêzdarî silav kir û got, "Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê her tim parêzvanên serketî yên gelan bin. Li dijî hemû feraset, zîhniyet û kesên xwîna mirovahiyê dimêjin, PKK'ê hêza xwe û çandeke nû ya ku xwe dispêre gelê xwe afirandin. Bi pêşengiya jin û ciwanan, bi têkoşîna Sosyalîzmê, bi têkoşîna mirovahiyê wê faşîzm teqez bê hilweşandin. Faşîzm ti carî mayînde nebûye. Ti ji dîktatoriyên faşîst navê xwe li dîrokê nenivîsîne. Em dibînin ku dîktatoriyên nû derdikevin holê. Ti ferqa dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî ji vê yekê nîne.

Divê dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî baş bi vê zanibin; wê di nava rûpelên tarî yên dîrokê de cih bigire û nikaribe xwe ji hilweşandinê rizgar bike."

Demîrtaş got, "Gelên me wê bibînin ku dîktatoriya Erdogan-Bahçelî têk diçe."

Nûrettîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li hunermendan jî kir ku xwedî li nirxên li qada hunera şoreşgerî bi ked û fedakariyeke mezin hatine afirandin, derkevin.

Demîrtaş bang li ciwanan jî kir ku ji bo mezinkirina têkoşîna sosyalîzmê û hilweşandina faşîzmê tevlî nava refên azadiyê bibin.