Nûçeyên li ser hilbijartinê -BLOGA ZINDÎ
Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê ji saet 8'an û pê ve dest pê kir. Wê heta saet 17'an bidome. 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê li 180 hezar û 896 sindoqan dengê xwe bidin.
Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê ji saet 8'an û pê ve dest pê kir. Wê heta saet 17'an bidome. 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê li 180 hezar û 896 sindoqan dengê xwe bidin.
23:33
23:14
22:52
20:58
20:35
20:26
20:26
20:12
Berdevkê HDP’ê Ayahan Bîlgen li ser hesabê Twîtterê got: “Li Qersê elektirîk hate birîn. Encamên rast ti eleqeye xwe bi daneyên Anadolû ajansiyê ve nî.”
Kars'ta elektrik kesildi. Gerçek sonuçların Anadolu ajansından açıklanan verilerle hiç ilgisi yok.
— Ayhan Bilgen (@ayhanbilgen) June 24, 2018
19:46
HDP'ê li ser hesabê Twîtterê ev tişt got: "Ji daneyên li ser ekranên televîzyonan ên Ajansa Anadolû û TRT'ê servîs kirîn bawer nekin. Ji ser sindoqan neçin, heta kêliya dawî dengên xwe biparêzin.
19:4419:29
18:57
18:43
18:34
Ciwanên Silopiyayê bi armanca parstina dengan, dibistana ku deng lê tên hejmartin diparêzin.
18:2818:25
18:16
Temellî: Agahiyên li ser sindoqan tên bi hêvî ne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî: Me dest bi rojeke bi hêvî kir, em ê bi hev re vê hêviyê veguhêzin sibe jî. Agahiyên li ser sindoqan tên bi hêvî ne.
17:57Li gundê Derecik ê girêdayî navçeya Çayelî ya Rîzeyê, di sindoqên bi hejmara 1093 - 1094'an de bi awayekî vekirî deng hate bikaranîn, li şûna ku kesên neçûne ser sindoqan jî deng tê bikaraîn.
17:4717:44
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, dengên ji bo HDP, Selahattîn Demîrtaş û Mûharrem Înce hatine dayin, li qutiyên sergo hatin dîtin.
17:3117:28
Dîmenê dengên ku bi rengekî komî ji bo AKP û Erdogan li Rihayê dihatin mohrkirin hatin bidestxistin.
17:24Li navçeya Erdîş a Wanê ku 35 sindoq cihê wan hatbû veguhaztin li ber çekan dengdan çêbû. Li herêma Zîlanê leşkeran sindoq dorpêç kirin.
17:2217:14
16:58
16:43
Yek ji skandala AKP'yiyan li navçeya Bandirma ya Balikesîrê derket holê. Jinên AKP'yî, dama li parkekê deng bi jinên sergirtî dida bikaranîn derket holê.
16:38
Li navçeya Toroslar a Mersînê, AKP'yiyek bi pisûlaya dengan hat Lîseya Çangdaş Kent Anadolû. Wezîfedarên ji partiyên din, AKP'yî li ser sûc zevt girtin.
16:32
Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan bang li hilbijêran kir ku saet 17'an li ber navendên dengdanê bicivin. Paylan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev bang kir: "Ne mecbûne hûn muşahîd bin. Mafê her welatî ye ku sindoqa dengê xwe avêtiye bişopîne. Em bi hev re xwedî li dengê xwe derkevin. Saet 5'an em dîsa li ber sindoqan bin."
16:07
Dîmenekî din ê sextekariya AKP'ê ji Erzorimê hat. Li taxa Hecîl Xelîl a Erzorimê AKP'yî bi awayekî eşkere mohrê li gelek dengan dixin û bi vî rengî dengan didin.
Dîmenekî din yê sextekariya AKP'ê jî, ji Erzorimê hat.
— STERK TV (@sterktvzindi) June 24, 2018
Li taxa Hecîl Xelîl ya Erzorimê AKPyî bi awayekî eşkere dengdan didin bikar anîn.
*
Erzurum Haci Halil mahlesinde AKPliler açik oy kulaniyor@HDPgenelmerkezi @herkesicinCHP @hilbijartin2018 @vekilince pic.twitter.com/t9VuVwOn3R
15:40
15:19
14:47
14:43
Li navçeya Haskoy a Mûşê, dîmenê hîleya dengdêrekî AKP'yî hate kişandin. Di dîmen de tê dîtin ku AKP'yî mohrê li binê gelek pisûlayên dengan dixe.
14:39
14:18
Ev dîmen li Mûş Sûngûyê hate kişandin...
Bu görüntüleri Muş Sungu'dan.. Seçim demokrasisi ! pic.twitter.com/0r65vU09GN
— Mensur Işık (@mensurzend) June 24, 2018
14:08
14:01
AKP'yî li şûna mirovên li hin gundên navçeya Kale ya Meletiyê najîn deng didin û îmzeyê diavêjin.
13:58
AKP'yî û MHP'yiyan li Enqereyê avêtin ser dibistanê. Piştî ku 100-150 êrîşkarên avêtin ser dibistanê ji hev belav bûn, alozî qediya.
Ankara'dan AKP ve MHP'lilerin bastığı okuldan saldırı görüntüleri. Okulu basan 100-150 kişilik grup dağıldı, gerginlik sona erdi. #Seçim2018https://t.co/OwYMUqrDx1 pic.twitter.com/4caVVDWRKv
— sendika.org (@sendika_org) June 24, 2018
13:56
Li gundê Haskoy ê navçeya Berwarî ya Sêrtê, polîs û jenderme zextê li hilbijêran dikin ku bi rengekî vekirî dengê xwe bidin.
13:52
13:47
Li taxa Damlacik a navçeya Qelqelî ya Wanê ku sindoqên wê birine cihekî din, hilbijêr ji bo dengê xwe bidin bi 8 kîlometreyan meşiyan. HDP'ê got, "Em îradeya welatiyên xwe pîroz dikin."
13:39
13:33
13:27
Li Amedê û bajarên hatin rûxandin, gel berê xwe da cihên dengdanê.
13:10
12:57
HDP'ê hişyarî da wezîfedarên li ber sindoqan û ji wan xwest ku ti carî mohra xwe danînin binê 'raporên encama vala'.
Sandık görevlilerimize bir kez daha hatırlatıyoruz: Boş sonuç tutanaklarını asla imzalamayalım! pic.twitter.com/sKfPIQKbUZ
— HDP (@HDPgenelmerkezi) June 24, 2018
12:43
Hate gotin, li gundê Zeyrek ê navçeya Pasûr a Amedê, pisûlayên dengan wên mohra AKP'ê lê hatine xistin, hatin dîtin. Li gorî agahiyan, ji ber ku îtiraz li vê yekê hate kirina alozî derketiye, yek ji wezîfedarên li ber sindoqê bi çek e û leşker û cerdevan jî li nava dibistanê bi çekan digerin.
#Seçim2018 | Diyarbakır'ın Kulp ilçesi Zeyrek köyünde AKP damgalı oy pusulalarının çıktığı bildirildi. İtirazlar üzerine arbede yaşandığı, sandık görevlilerinden birinin silahlı olduğu, asker ve korucuların silahla okulun içinde gezdikleri aktarıldı. pic.twitter.com/Ic8DoSuJ2K
— dokuz8HABER (@dokuz8haber) June 24, 2018
12:38
Navenda Giştî ya HDP'ê diyar kir ku ji ber binpêkirina mafê dengdanê yê li Rihayê wê giliyê Waliyê Tirk ê li Rihayê û hemû rayedarên bêdeng mane, bike.
12:34
12:22
Di serî de Lîseya GAP Anadolû ya li navçeya Pirsûs a Rihayê, li gelek dibistanan bi rengekî komî û vekirî deng tên dayin. HDP'ê bang li rayedaran kirin ku bi lezgînî bi erk û wezîfeya xwe rabin.
Urfa'nın Suruç ilçesinde GAP Anadolu Lisesi başta olmak üzere, okullardaki toplu ve açık oy kullanımına ilişkin, yetkilileri acilen göreve çağırıyoruz! pic.twitter.com/ExGWoI10GP
— HDP (@HDPgenelmerkezi) June 24, 2018
12:20
Piştî ku li Dibistana Seretayî ya Suleyman Şah a li Rihayê bi rengekî vekirî û komî deng hatin dayin, HDP'ê bang li rayedaran kir ji bo dest li vê bêhiqûqiyê werdin.
Urfa Süleyman Şah İlkokulu'nda da açık ve toplu oy kullanıldığının ispatı... Yetkililer bu hukuksuzluğa bir an önce müdahale etmelidir. pic.twitter.com/bkcdHlRvjc
— HDP (@HDPgenelmerkezi) June 24, 2018
12:01
11:43
Li 30 gundên Rihayê, muşahîdên HDP'yî bi zext û zordariyê ji cihê dengdanê hatin derxistin.
11:42
Li cihekî dengdanê yê li Colemêrgê, leşker bûne muşahîdên AKP'ê.
11:26
11:15
Li navçeyên Tatos û Qereçoban ên Erzîromê, Şaredariyên AKP'yî qertên wezîfedariyê yên Wezareta Karên Hundir li karkeran belav kir. Karkerên ku qerta wezîfedariyê pê re heye, li cihên dengdanê dikarin bi hêsanî bigerin.
11:11
Li gundê Bûldûk ê navçeya Eyyubiye ya Rihayê, li sindoqa bi hejmara 2044'an destûr nehate dayin ku jin dengê xwe bidin.
Li gundê Geçît ê Rihayê, li sindoqa bi hejmara 1196'an mêran li şûna jinan deng dan.
11:10
11:07
Li gundê Bogazkoy ê navçeya Pîran a Amedê, leşkerekî payebilind li ber sindoqê rûniştiye û bi gotina "Em ê hêza dewletê nîşanî we bidin" nahêle gel dengê xwe bide.
11:07
Li gundê Çevîrme yê Tekmana Erziromê panzêr û leşker li dibistanê hatin bicihkirin. Gundî dengê xwe di bin siya leşkeran de didin.
10:48
10:36
Şanlıurfa Suruç'ta bir okulda sandık kurulu üyelerinin gözü önünde sandığa fazladan oy atıldı #Sandıkİhbar pic.twitter.com/D2u8javrIQ
— Müşabir (@musabircom) June 24, 2018
10:25
Li sindoqên bi hejmara 1044-1043'an ên li Lîseya Gap Anadolû ya li Pirsûsê bi rengekî komî deng hatin dayin.
10:23
Tê gotin, li Lîseya Anadolû ya Sokûllû Mehmet Paşa ya li Çankaya ya Enqereyê, du kesên ku navê wan di lîsteyê de tinebûn, bi destûra wezîfedarekî sindoqê li sindoqa bi hejmara 2425'an deng dane.
10:11
10:11
09:54
09:53
09:53
https://anfkurdi.com/kurdistan/temelli-Iro-rojek-bi-hevi-ye-98991
09:32
Li gundê Karaalî yê navçeya Eyyubiye ya Rihayê, li sindoqên bi hejmara 2179, 2180, 2181'ê pêşî li muşahîdên partiyên mûxalefetê hate girtin.
09:09
Cerdevanan rêya gundê Koçkar a navçeya Pasûr a Amedê girtin û li pêşiya wezîfedarên HDP'yî dibin asteng. Niha agahî ji wezîfedarên sindoqan ên HDP'yî nayê girtin.
09:07
Li Nisêbînê dema ku gel sibehê çû dengê xwe bidin, dîtin li ku hewşên dibistanan tank hene. Li Şemrexê jî tank û polîsên çevîk kûvvet li pêş dibistanan in.
Li gundê Simaqî yê Dêrika Çiyayê Mazî ya ku 204 hilbijêrên wê hene, muxtar gefan dixwe ku bila hilbijêr dengê xwe eşkere bidin. Peywirdarê sindoqê û Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê li dijî vî tiştî derketin û aloziya li dibistanê didome.
09:01
Tê gotin, li Wanê destûr nayê dayin ku hin muşahîdên HDP'yî bikevin nava dibistanên deng lê tê dayin.
08:52
Tê gotin, 3 kesên ku dixwestin bi 1000 zerf û pisûlayên mohrkirî bikevin hundirê Dibistana Seretayî ya Mesût Yilmaz a li Amedê hatin girtin. Hate ragihandin, parêzer ji bo mijarê piştrast bikin çûne dibistanê.
08:51
Li Dibistana Navîn a Îlhamî Ertem a li Kadikoy Kozyatagi ya Stenbolê, muşahîdên ku saet 7'an li ber deriyê dibistanê bûn, bi hinceta ku "lêberîna bombeyê li dibistanê heye" 25 deqeyan li derve hatin hiştin.
08:51
Li Odeya Gundê Bûndûk ê Rihayê, dema ku hewl hate dayin li ser navê malê deng bê dayin, alozî derket. Piştî aloziyê, jendermeyan dor li qada dengdanê girtin.
08:50