Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê hate ragihandin

Rêxistinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê ku zêdeyî saleke karên rêxistinî dikin, dawiya hefteyê li hev kom bûn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê ragihandin.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, rêxistin û saziyên Kurdan ên li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê dawiya hefteyê li bajarê Orebro yê Swêdê li hev kom bûn. Di civîna 2 rojan de hate destnîşankiri, ku Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê, ji bo tevkariyê li têkoşînê bikin divê li gelemperiya Skandînavyayê bibin xwedî rêxistinbûneke hevpar.

Bi vê armancê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê hate hilbijartin û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn û Nadîa Saleh bûn hevserokên wê. Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk ên Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê jî di nav de rêveberiyek hate hilbijartin.

Di civînê de li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hin biryar hatin wergirtin.

Ji bo piştgiriya ji berxwedana Heftanînê re ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, wê di 22'ê Tebaxê de li bajarên Stockholm, Goteborg, Kopenhagen, Oslo û Helsînkiyê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

Her wiha li ser Festîvala Çandê ya Skandînavyayê biryar hate dayin; ji ber ku bi sedema şewbê nikare li salonê bê lidarxistin, îsal li bajarên Stockholm, Vasteras, Helsînkî, Oslo û Kopenhagenê li derve bi rengê "Rojên Çanda Kurd" bê lidarxistin.

Di 9'ê Cotmehê de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji bo ronîkirina bûyera kuştina Olof Palme û rakirina mohra 'terorê' ji ser PKK'ê û bilêvkirina daxwaza xwestina lêborîn wê li bajarên Stockholm û Malmo yên Swêdê bi beşdariya ji bajarên derdorê û Kopenhagenê wê meşên dirêj bên lidarxistin. Heman rojê wê bi heman daxwazê li Oslo û Helsînkiyê li pêşiya Sefaretxaneyên Bilind ên Swêdê çalakî bên lidarxistin.

hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê Ridvan Altûn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku rêxistinbûna wan a nû wê di demeke kurt de bandorê li qadên civakî, siyasî û dîplomatîk bike, çalakiyên girseyî yên li dijî dewleta Tirk wê zêdetir bibin.

Nadîa Saleh jî di dawiya civînê de axivî, berxwedana Heftanînê silav kir û bang li dinyayê kir ku dewleta Tirk şermezar bike.