Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate eşkerekirin

YPJ’ê nasnameya şervana xwe Berfîn Amed a di Qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibû eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya şervana YPJ’ê Berfîn Amed a 12’ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê de piştî birîndar dibe û tevî hemû mudaxeleyan şehîd dibe eşekere kir.

YPJ’ê sersaxî ji malbata Şehîd Berfîn, ji gelê me yê Efrînê û tevayî malbatên şehîdan re xwest. Soza girêdana xwe ya bi şehîdan re dubare kirin.

Di daxuyaniyê de YPJ’ê bal kişand ser têkoşîn û jiyana Şehîd Berfîn Amed û ev agahî parve kir:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya dawî di bin navê “Şerê Tinekirina Terorê” bê navber berdewam dike. Hêzên me bi kedeke mezin çawa di şer, operesyon û pêngavên berê de cihê xwe girtin îro bi heman ruhî di pêngava dawî ya Bagera Cizîrê de jî cihê xwe digirin. Bêguman ev biryardariya hêzên me çavkaniya xwe ji ked û fedekariya şehîdên me nîşan daye, digire. Hevrê Berfîn, bû yek ji wan şopdaran û tevlî nav karwanê şehîdan bû.

JIYANA BERFÎN AMED

Heval Berfîn, li bajarê Efrînê ji gundê Dîkmedaş bû. Di temenê xwe yê ciwanî de dibe xwedî lêgerînên azadiyê. Di nava malbatek welatparêz de mezin dibe. Piştî êrîşên li ser gelê xwe, dibîne qebûl nake û di sala 2015’an de biryara beşdarbûna nava refên YPJ’ê dide. Heval Berfîn di nava demeke pir kin de gelek pêşketinan ava dike. Bi tevlîbûna xwe jiyanê, bi dilnimizî û fedekariya xwe cihekî giran biha li gel hevrêyên xwe çêdike. Heval Berfîn, li gel sekna xwe ya jiyanê di aliyê sekna leşkerî de pêşketin ava dike û risteke diyarker di nava yekîneyên çekên giran de dileyîze. Herî dawî li gel yekîneya xwe ya çekên giran, beşdarî pêngava Bagera Cizîrê dibe. Di şer de bi qehramanî li ber xwe dide û heta kêliya birîndar dibe sekneke bi biryar li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ênîşan dide. Heval Berfîn di şer de birîndar dibe, lê tevî hemû mudaxeleyan hevala me Berfîn di 12’ê Cotmehê de şehîd dibe.

 Em dibêjin xwîna şehîdên me ti carî li erdê namîne û emê hêviyên hevala xwe Berfîn û tevayî şehîdên xwe bi bilindkirina tekoşînê bînin cih.

Hevalên me bi fedekariyeke mezin, Bi dilekî wêrek û bê dudilî di pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digirin. Di kesayeta heval Berfîn Amed de tevayî hevalên di pêngava Bagera Cizîrê ya dawî de şehîd bûne bibîr tînin. Em sersaxî ji malbata heval Berfîn, ji gelê me yê Efrînê û tevayî malbatên şehîdan re dixwezin. Dîsa em biryardariya xwe li hemberî xeta şehîdan diyar dikin û sonda bilindkirina tekoşînê nû dikin.”

Nasnameya şervana YPJ'ê ya şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Berfîn Amed

Nav û Paşnav: Yasmîn Arif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrin

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Cizîrê /12’ê Cotmeha 2018